Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Qanûna keran

Şekir Tatlî muxtarê gundê Silehîyan e. Meleyê gund jî ji xwe re dehşikekê dikire, ew dehşik mezin dibe û ew jî dibe ker.

Havînê mal diçin zozanan, li mêrga zomê  dibe şerê  kerê muxtar Şekir û mele.

Kerê mele devê xwe dike qirika kerê muxtar û dixendiqîne (dikuje)

Muxtar jî jibo bedela kerê xwe ji mele bistîne, bi heyeta xwe diçe mala mele û doza kerê xwe lê dike.

Mele hema ji jina xwe re dibê: "Xanim, ka wê kitêba keran bîne da em binerin di heqê kuştina keran de çi dibêje."

Mele kitêbê vedike û dibê:” Bismillahî rehmanil rehîm, qul auzel bî rebel feleq (eve felaketa serî ye) Min şeril ma xeleq (ma min gotîye şer bikin)

We min şerel wesiqîn izaweqet  (ker, keran bixendiqînin bedela wê nayê dan) sedeqallahûl azîm.”

Li ser wê yêkê muxtar diçe li gundên derdorê digere û kerê herî şerker dikire,  tîne gund.

Piştî heyamekê gundî kerê mixtar û kerê mele bera hev didin, lê vê carê kerê muxtar kerê mele dixendiqîne.

Mele tê bedela kerê xwe bixwaze.

Muxtar ji jina xwere dibê: ”Xatûn, ka wê qanûna keran bîne, ka em binerin di derbarê şerê keran de çi dibêje.”

Mele çawa navê qanûna keren dibihîze, dibê: "Estexfûrûlllah, estexfûrûllah" û bêyî ku xatir bixwaze radibe diçe.

Muxtar li pey wî diqîre û dibêje: Dê vêcar here yasîn û fatîhan li ser kerê xwe bixwîne.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum