Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Guhîjk

Guhîjk

CARATAEGUS  OXYACANYHA

Guhîşk darek bi stirî ye, bejna wê heta 20 mitrowan jî bilind dibe. Hinek jî wek teraşan mezin nabin. Li ber bedenan, gir an nêzîkê avan, xwe bi xwe hêşîn tê. Li dinê 200 - 300 cûreyên wê hene. Lê li Kurdistanê 7-10 cûreyên wê çêdibin  Fêqîyek wê wek sêvek qasî nokekê (hinek jî qasê alûcan) mezin û rûbirqok e. Rengên wan jî ji hev cuda ne, zerê vekirî, sor, sorê tarî û esmer (reş vekirî). Di nava fêqîya wê de dindik hene. Lê nayên xwarin. Tama fêqîya wê, miz e (tirşîn). Fêqîya wê di payîzê de çêdibe, heta berf bikeve jî pêve dimînin. Kulîlkîn xwe yên spî û peyazî di meha nîsan û gulanê de vedike. Tirkî navê wê “ aliç “ Almanî  “weisshorn” e

Wilat û dîrok : Wilatê guhîşkê ji hev cudane yên mezopotamî, yên deryaspî yên ewropî û amerîkanî hene.  Ji qedîm de wek fêqîyek payîzkî û zivistankî jibo xweşavan,  pel kulîlk û fêqî dermanê jibo normalîzekirina dil û rehan tê bikaranîn. Ji ber flafonîd û OPC ên hundûrê xwe, jibo alîkarîbûna dil di nav dermanên xweristê de cihekî wê yê berbiçav heye.  

Berhevkirin: Kulîlk û pelên kulîlkên wê di meha nîsan û gulanê tên berhevkirin û cihek sîber û hewadar de tên hişkkirin, hûrkirin û di nav firaqên cam de tê hilanîn. Fêqîya wê payîzê tê berhevkirin, li ber tavê tê hişkkirin û  hilanîn.

Têdahîyên Kulîlk ê: Mangonez, asîta kefeno û klorojen, hîporosit, kversetîn, asetelkolîn,trûmentîlamîn, oksîkantîn, dohnên etertîk û hwd.

Pel: Asîdên fêqîyan, kverselîn, ramnozît,vîteksîn û hwd .

Fêqî: Orsol, olein, klorojen, asîda kefena, hîporozît, sorbît, kolîn, betasîtosterîn, provîtamîn A vîtamîn C,  emolsîn, cûreyên sîpolmîn û hwd.

Bi kêrhatîyên guhijk ê: 1- Damarên dil fireh dike, rê li ber xweştir ponpekirina xwînê vedike. 2- Dil bi hêz dike û li hember hişkbûnên damaran diparêze.  3- Rîskên qirîzên dil kêm dike. 4- Lêdanên dil yên ne tekûz tedawî dike. 5- Spazmê kêm dike. 6 - Tansîonê dadixe. 7- Pêşîya qebizê digire. 8- Destava zirav zêde dike. 9- Jibo nexweşîyên kezeb û gurçikan dibe arîkar. 10 - Bandora wê ya li dij tîmoran, kişilgirtin, (kils girtin) û bawîbûnê (Romatîzma) hatiye tesbîtkirin.

Gotinên pisporan diderbarê guhîjk ê de :  Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje : “  Ekstera gûhîjk ê di 1000 an kilînîgên Ûnîverisîtan û maînexanan li ser 1000 an ceribandinên jibo tedawîyên arêşeyên dil hatine kirin û encamên gellek baş hatîne destxistin. Bi tenê di navbera salên 1991- 1994 an li 14 klinîgên Ûnîverisîtan yên kotirolkirî de li ser 741 nexweşên arêşeyên dil heyî bi dayîna ekster û çaya (kulîlk û pel ) guhîjkê ceribandin hatine kirin. Rojê (bidespêkê 180 mg pê re bi dayîna 900 mg  di encamê de bandora 900 mg zêdetir û çêtirbûye. Dîsan li ser 3664 kesên arêşeyên dil heyî 940 bijîşkan di kilinîgên Ûnîverisîtan û maînexanên xwe de bi ekster û çaya guhûjkê û bi dermanên dil yên kimyevî cerbandinên tedawîyan kirine. Di encamê de 1476 kesên bi guhîjk ê hatî tedawîkirin ji yên dermanên kimyewî çêtir, bandora erînî li ser nexweşan kirîye û çû bandorên xwe yên neyînî jî nebûne. Bi serde jî  kesên arêşeyên wan yên wek bêhnçikî,dilkut, bêmeferî, peçivîn, zêde dewisîna qefesa sing, bi kutekî kuxîn jî ji holê rakirîne.

Komisyona  Ewropa di belavoka xwe ye monografî de, ya hejmar 133 ku di 19.07.1994 an belavbûyî de beyandike ku  ekster û çaya kulîlk û pelên gûhîjk ê  li henber nexweşîyên dil yên dereca 1 û 2 dikare bête xebitandin.

Komeleya nexweşîyên dil ya New York ê ( N.Y.H. A. )  = New York Hearth Assocîatîon ) beyankirîye ekster û çaya pel û kulîlkên gûhîjk ê  jibo nexweşîyên dil yên dereca 1 û 2 an dikare bandorek baş nîşan bide.

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje : “ Gûhîjk li henber nexweşîyên dil reçete û dermanek xweristî yê herî bi bandor e. Li henbar arêşeyên dil û tansîyona bilind tê xebitandin. Madeyên tê de bandorek erênî li ser tevgêra xwînê heye. Herwaha  jiberku antîoksîdanek başe beden li henber arêşeyên radîkalên serbest diparêze. Pazinkerek herîbaş yê mejîye. Xasma jibo arêşeyên dil yên ji kalbûnê tên gellek bi faydeye. Mirov dikare Gûhûşkê bi domdarî bixebitîne . Kesên dermanên dil distînin berî biceribînin, bilan ji bijîkê xwe bipirsin. Di demên dugîyanîyê de tivê neyê xebitandin.

Karanîn: 1-Çayê  2-  Xweşav 3- Rêçal 4- Tentûr

Çayê: Kevçîyek şêranî kulîlk û fêqîyê hûrkirî bêxin nav qedehek ava kelandî. Piştî du seetan di dema xwe de bimîne paşê biparzinin û rojê sê caran berî xwarinê pîyalek

(iskan- qedeh) jê vexwin.

Pel: 3 kevçîyên şêranî belgên guhîjkê bêxin nav lîtrek ava kelandî, 15 deqan di dema xwe de bimîne biparzinin û rojê 3 caran berî xwarînê îskanek çayê jê vexwin. 

Fêqî: Jibo her qedehek avê kevçîyek şêranî guhîjk bêxin firaqekê, 20 deqan bikelînin.  Paşê 20 deqan bi devgirtî di dema xwe de bihêlin. Rojê 3 caran berî xwarinê qedehek çayê jê vexwin . Yên dixwazin dikarin bi hinek hingiv tamxweştir bikin.

Xweşav: Li gor hewcedarîya xwe, guhîjkên hişkkirî bêxin nav ava kelandî, li gor dilê xwe şekir bavênê.  Wek xweşavên feqîyên din yên hişkkirî, heta bipeçive (biwerime) û tama xwe bide bisekinînin.

Rêçal: Dindikên guhîjkan jê derxin. Wek rêçalên din yên fêqîyan şekir bavênê û bikelînin.

Şirûb: Dindikên guhîjkan jê derxin, bikin nav şûşek ava sar û derê wê bigirin.  Rojekê li ber tavê , an jî li cihek germ bihêlin. Ku rengê xwe da avê, bikin sarincokê bila sar bibe. Li gor dilê xwe bi hingiv şîrîn bikin û her spêdê bi zikê birçî qedehek çayê jê vexwin. Hinek sîrka wê jî çêdikin.

Tentûra gûhîjk ê : Jibo her 20 gr fêqêya gûhîjkê ya taze û giheştî 80 ml alkola % 70 derece . Guhîjkên xwe biherişînin bikin şûşek ê û alkolê berdin ser û di cihek ji tîrêjên tavê dûr 6-8 heftetan rawestînin( lê her du rojan carekê bi şilqînin ) paşê bi parznin rojê 3-5  caran 10- 15 dilopan 4-6 hefteyan pêy hev vexwûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi