Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Baqil / Beqle

Baqil / Beqle

VÎCÎA  FABA

DERMANÊ XWEZAYÎ YÊ ZAROKNEANÎNÊ

Danasîn : Baqil, dikakek (hinek wek fêkî jî di hesibînin ) ji alîyê proteîn ve ji yên herî xwedîker tê hesibandin. Gelek cureyên wê yên kûvî û kedî hene. Hinekî ji wan tahl in û nayên xwarin, lê ji bo derman tên bikaranîn. Lê baqila ku babeta me ye, hem wek derman hem jî wek xwurek  tê bikaranîne. Du cureyên wê hene; Hindistanî û Misrî. Binikê baqilê (reh) singane ye, rehên wê heta110 cm diaxê de diçin. Navtenga wê ya bêpûrt, heta mîtroyekê bilin dibe. Li ser çiqan belgên wê yên alîyayî hene. Kulîlkên wê di bin çengên belgan (pel) de derdikevin.

Bêhna kulîlkên wê ya taybet heye. Cihê wan kulîlkan dikakek (fêkîyek) wek lobîyan, lê ji lobîyan stûrtir, mestir û rengê wê wek xwelîyê çêdibe. Di nava qaşilê wê de wek lobîyan berik (bizir- dindik -sîsik ) hene, lê rengên wan kesk in; dema hişk dibin, rengekî qahweyî an jî reş distînin.

Welat û dîrok :  Makewelatê baqilê Hindistan û Misr e.  Ji wan deveran belavî welatên din bûye. Niha li piranîya welatên dinyayê çandinîya wê tê kirin. Dîroka wê baş nayê zanîn ( an jî em lê rast nehatin ) lê ji alîyê Hindî û Misrîyan ve bi hezaran sal in ku  jibo xwarin û dermanan tê bikaranîn.

Berhevkirin : Kulîlkên wê biharê tên berhevkirin û di sîberê de tên hişk kirin û di nava qawanozan (qetremiz ) de an jî tûrikên kaxiz de, bi awakî devgirtî tên hilanîn. Fêkîya (dikak )

wê  jî, dema digihê wek lobîyan tê jê kirin û xwarin. Herwaha berikên wê jî wek yên lobîyan tên hişk kirin.

Têdahîyên baqil ê : Proteîn, Karbonhîdat, Hesin, Kalsiyum, Potasyum, Kalorî, Kolestrol, Fosfor, vîtamîn A, B1, B2, C

Bikêrhatinên baqil ê :  1- Jibo xistina kevirên nav gurçik û kîskê sefrayê  dibe alîkar 2- Êş û edavên(kirmîbûn ) gurçikan ji holê radike û rêyên avrêjê paqij dike 3- Kolesterola xisardar dadixe 4- Rîska pençeşêrê li bedenê kêm dike  5- Şekirê bedenê sîqal (tekuz- eyar-normal ) dike  6- Li hember Qebizê baş e 7- Ji bo tenduristîya hemorît û rûvîkên stûr bandorek baş pêktîne 8- Arîşe û gilîyên lumbago û siyatîk ji holê radike 9- Li hember bawîbûnê bikêrhatîye,10- Şîrê dayikê zêde dike 11- Xwîntifkirinê dibire 12-Xwîna ji birînê diherike, disekinîne.13- Perçivînan (werimîn )  dadixe , pirzik û lekeyên bedenê paqij dike. 14- Li hember êşazirav (werem)  bikêrhatîye.

Gotinên pisporan di derbarê baqil ê de : Porf. Dr. Ahmet Marankî dibêje “ Baqil , yêk ji xwedîkerên herî giring e. Ji alîyê vîtamînan gelek dewlemend e. Heke bi qaşil ve bê xwarin, hemû xidayên di dikakên kesk de heyî, beden ji xwere digire û hezma wê jî hêsa ye.

Prof. Î. A. Saracoxlû dibêje “Di lêkolîn û ceribandinên dawî de derketîye holê ku  baqil,nexweşîya “Parkînson“ tedawî dike û pêşîya wê jî digire.

Osman efendîyê Medîneyî di pitûka xwe ya  di nebatên şifadar û esera xwe ya bi navê

“ Emraz “ de dibêje “ Heke baqil bête xwarin, ji bo nexweşîyên sîng û kuxukê qenc e.

Heke bête ker kirin û li ser birînên ku xwîn di wan de nasekine bê danîn, dê xwînê rawestîne.

Baqil xwînê dide beden. Jina li ser hev 40 rojan baqilan bixwe, bihemle namîne.

Heke miov mirûşkan  bide xwarin, mirûşk ji hêkan tênbirîn (hêkan nakin ).

 

BAKIL DERMANEKÎ XWERİSTÎ YE, Lİ HEMBER BİHEMLEMAYÎNÊ.” Lê şehweta zilaman zêde dike. Ew teybatîya wê ya şehwet zêdekirinê ji gaz çêkirinê tê.

Çawa  îdrar kîskê mîzê diwerimîne û aletê mêranîyê req dike , herwusan gaza ku di rûvîkan de dicive jî, aletê mêranîyê req dike. Heke baqil bê herşandin û li ser kezî (adale muskilat ) bê danîn, dê recifîn û lerizînan rawestîne. 

Heke bi hinguv û şembelîlk  (xencelîsk- çemen ) bê tevlihevkirin û wek macûn bê xwarin êş û perçivînên (werimîn) alûgûhûşkan (alok ) û  di bedenê de dibire. Heke bê kelandin û ava wê bê vexwarin dê pêşîya xetimînên rehan (damaran) bigire. Heke qaşilên wê bên qutan û li ser por bê danîn, dê weşandina por bisekinîne. Heke bi av û sîrkê bête patin fincanek jê bête xwarin  dê hinavçûyînê ( wirik – îshal ) rawestîne.

Bikaranîn :1- Çaya kulîlkên baqilan 2- Melhema baqilan 3- Mexcûna baqilan.

1- Çaya kulîlkên baqilan : Jibo herikandina îdrarê ,avêtina jehrên bedenê, kevir û xîzên (qum) gurçikan. Jibo her 20 gramê kûlîlkan, lîtrek avê berdin ser, bila du kel lê werin û 10 deqîqan di dema xwe de bimîne û rojê 3-4 qedehên çayê ji wê avê vexwin.

2- Melhema baqilan : Ji bo pirzik û lekeyan : “Jibo her kevçîyek bizr ê baqilên taze, kevçîyek  rûnê behîvan. Bizrê  baqilan derxînin û di avê de bikelînin û di robota medbexê de, an jî bi awayek din biherişîninin. Biqasî navikên herişandî rûnê bahîvan bikin ser û tev bidin û li cihên pirzik û lekan bixin. Bila 20 deqîqe bimîne, paşê bi ava şîregermî rûyê xwe bişon.

Mecûna  Baqilan : Baqilan biherişînin. Hinek hingiv û şembelîlk (Çemen) tev bikin û rojê sê caran berî xwarinê kevçîyekê jê bixwin . 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi