Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Xox û Teraqi

Xox û Teraqi

Danasîn : Xox riwakek (nebat) darane ji malbata gulan e. Bejna wê 2-8 mitroyan bilindibe û temenê wê 30 salin. Kuliîlkên wê yên peyazî berî pelên wê vedibin. Pelên wê kesk, dirêj û rimane ne. Fêqîyên wê yên biçûk û mezin hene. Yên mezin qasê pirteqalekê ne . Fêqîya wê sor, spî û sorespîye û serê qaşilê fêkî wek qedîfeyek hinekî bi pûrt û bêhn xweşe. Goştê fêqîya wê sor, spî û peyazîye û pir bi avî ye. Di nava wî goştî de dindikek qaşil girnijok û hişk heye û êw bi kakil e. Lê ew kakil tenê jibo derman tê xebitandin; wekî din ( ji berku jehrîdare)  nayê xwarin. Ji fêqî û kakila wê rûnek tê derxistin. Di bingehî de du cureyên xwe hene, yên çandinî û yên kûvî. Dervayî wan cûreyek din heye jêre dibên “teraqî “ (nektarîn) herçend teraqî ne xox e   (bîjîyê alûçe û xox) ê ye jî, lê Tirk wê jî xox a pê pûrt binavdikin.  Tirkî navê wê “şewtalî” (ji frisî girtîne) bi Almanî jî Pfîrsch e .

Welat û dîrok :  Wek ji navê wê jî xwuya ye, welatê xox ê Îran e. Lê hinek dibêjin” nexêr ne Îran e (ji berku kûvîyên wê neli Îran ê lê  Çîn ê hatîne dîtin) lê Çîn e. Dîroka wê baş nayê zanîn lê tiştên ku tên zanîn 2000 sal B.Z ê li Çîn ê û Îranê çandinîya wê dihat kirin. Xox li Çîn ê bûyê senbola nemirinê. Çînîyan li serguldank û poselenan bi wêneya xox ê dixemilandin /dixemilînin. Misrîyan  kesên biryara kuştina wan didan!  dindikên xoxan bi wan didan xwarin û ew jahrî dikirin.  Xox Jî îranê hatîye Kurdistan, Anatolîya Yewnanîstan û ji wir jî derbazî welatên din yên derdora Derya spî, Ewropa û ji Ewropa jî derbazî deverên din yên cîhanê bûye. 

Berhevkirin : Belgên xoxan dema kesk û ciwanin, kulîlkên wan jî dema vedibin tên berhevkirin û disîberê de hişkirin û dinav firakên cam de dev girtî hilaîn. Fêqîya wê dema digehin ( meha hizîran- êlûn ê) tê berhevkirin . Bi gelenperî bi tazetî tê xwarin. Lê tên hişkirin (eşbabî) û hilanîn jî, herwaha wek rêçal û konposto jî tên hilanîn. an jî yên hişkirî tên hêran  û jibo zivistanê wek çayê tên vexwarin.

Têdahîyên xoxan : Potasyûm, Rûn, Karbonhîdrat, Proteîn, Şekira fêkîyan, Fosfor, Asîdên folîk, Hesin, Sodyûm, Magnezyûm, Vîtamîn A, B2, B3, C û hwd.

Bikêrhatîyên xoxan : Sîstema givirandinê (mehandin) dixebitîne û hezm ê hêsa dike 2- Sererast (tekûz) xebitîna kîskê sefrayê û gurçikan pêktîne 3- Rovikan nerm dike, kirmên wan tavêje der û  qebizbûnê ji holê radike 4- Jehrên xwînê paqij dike 5- Destavê diqulipîne û gilî û gazinên ji bawesîrê tên kêm dike 6- Li henber nexweşîyan berxwedana beden zêde dike 7- Agir û hêsbûnê datêxe li henber bêxwewîyê gellek kêrhatîye 8- Beden li henber penceşêhran û qirîzên dil diparêze 9- Kevirên gurçikan dihelîne 10- Çerm nerm û xweşik dike, bêhna dev dibe û belxemê tavêje 11- Li henber nexwşîya xurifîn (xwe jibîrkirina ji kalbûn ê tê) dermanek bibandore.

Bikêrhatîyên rûn ê xoxan : Kêrhatîyên rûnê xoxan jî hema, hema wek yên xox ê ne.

Kêrhatîyên pelên xoxan : 1- Heke belgên wê bên kelandin û ava wê li kuh bê tilopandin dê kurmên nava guh de bikuje 2- Destavê diqulipîne, hêrsê datêxe, bironşîta kronîk re pir bikêrhatîye 3- Di demên dugîyanbûnê (hemilbûn) de zehf kêrhatîye. (lê tivê zêde neyê xebitandin)

Bikêrhatîyên kulîlkên xoxan : Bikêrhatîyên kulîlkên xoxan jî hema, hema wek yên belganin.

Gotinên bisporan di derbar ê xoxan de : Li gor lêkolînên navenda  (merkeza) Agrîlîfe Resecher li Texas (teksas) hatîye peyitandin (tesbîtkirin) ku du fenotîkên  hucreyên penceşêhran demek kurt de dikujin ! di xox û alûçê de peydadibin. Ji wan lêkolînvanan,Dr. Dawîd Brene dibêje : “ Kemoterapî hemû hûcreyan dikuje. Lê têdahî û li hevkirîyên fêqîyan bandorê li ser hûcreyên saxlem nakin; bi tenê jibo kuştinê bandorê li ser hûcreyên penceşêhran yên xwusardar dikin. Di dinê de ji % 16 ên jinan ji penceşêhra pistanan (memik) an dimirin, lewre hewceye jin zêde xoxan û alûçan bixwun.

Prof. Dr. Ender Saracoxlu dibêje : “ Kulîlkên xox ê kebizbûnê ji holê radike, kurmên nava rovikan têxe. Fêqîya wê hezmê hêsa dike, rêyên avrêjê paqij dike, pir îdrarê diherikîne, gilî û gazindên ji serikên bawesîran tên hiltîne, jibo kîskê sefrayê û gurçikan pir bi faydeye.

Îbn’î Sîna (hukumdarê hekîman) di pirtûka qanûna Tib ê de dibêje :” Heke belgên wê ji alîyê derva li beden bê hesûn, dê bêhna nexweş ji holê rake. Heke ava belgên wê ya rasen wek dilopan bêxin guh dê kurmên wê bikuje. Rûnê wê jibo êşên cênik (mox) guhêşên ji serma û ji germê tên re başe. Heke belgên wê yên herişandî wek melhem li ser zik bê danîn dê li ser kurmên rovikan bandora kuştinê nîşanbide.

Xoxa geheştî jibo aşikê (mexde) başe. Bandora wê ya iştahvekirinê heye; lê li ser xwarinan xox  xwarin ne başe ( jiberku xwarinan xwurab dike)  lewre berî xwarinan xwrin duristire. Taybetîya wê ya xwedîker zêdeye. Xoxa geheştî rovikan nerm, lê ya xam qebizê çê dike.

Bikaranîn : 1-Çaya belg û kulîlkên xoxan 2- Maska xoxan 3- Rûnê xoxan.

1-     Çaya kulîlk û pelên xoxan: Kevçîyek xwarinê belg û kulîlkên xoxan bikin nav qedehek avê û ava kelî berdin ser bilan 10 deqîqan bimîne  biparzinin û vexwun. Heke belg û kulîlk terbin berê 5 deqîqan bikelînin û 5 deqîqan jî di demê de bihêlin û vexun. Heke toza goştê xoxan be, kevçîyek ji wê tozê berdin nav qedehê û ava kelî berdin ser û vexwun.

2-    Maska xoxan : Xoxek mezin û gehiştî spîkin bi çetalê biherişînin û kevçîyek hingiv bikin nav û tevlihev kin. Paşê li rûyê xwe xin, bilan 20 deqîqan bimîne û  bi ava şîrgerm bişon. Herwaha hûn dişên tûvilê (kevil /qaşilê) xoxan jî nehavêjin û li rûyê xwe xin.

3-    Rûnê xoxan : 8-10 dilopên rûn berdin ser pirtek şekir / parîyek nan, anjî kedehek çayê av û bixwun/vexwun. Jibo alîyê derve jî wek dohnê masajê bikarbînin.

TERAQÎ

Hema , hema têdahî, bejin û bal û kêrhatîyên  teraqî û xoxê wek hevin.

Teraqî bîjîyê xox ê û alûçêye. Ji %70/75 Xoxê pêk tê cudahîyek wan teraqî ji xoxê kêm avtir, bê pûrt, reqtire û rengê wê sortir e. Ji alîyê vîtamîn C û A de ji xox ê dewlemendtir e. Di pîyasê de ji xoxê zêdetir tê girtin û çandin. Cureyên wê yên zer wek qeysîyan jî hene. Ji alîyê tamê de jî ferqîyek biçûk di nava wan de heye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi