Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Bîhok / Cydonia Vulgaris

Bîhok / Cydonia Vulgaris

DERMANÊ NEXWEŞÎYÊN RÛVÎKAN

Dara bîyokê 3-6 metroyan bilind dibe, pirî caran di qurmekê de çend navteng bi hevre bilind dibin. Lewre carnan wek daran, carnan jî wek teraşan xuya dike. Darek kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û peyazî ne (penbe). Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêqîyek  wek sêvan û hirmîyan e, lê ji wan meztir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e.

Tama wê mizekî di navbera sêv û xoxê de ye. Fêqîyek hişk, bêhnxweş û şidîyayî ye. Di payîza direng de digehe û qasidê hatina zivistanê ye. Di nav xelkê de tê gotin: “ Sala pir fêqîyan bide wê salê zivistan pir dijwar dibe”. Di nava bihokê de dindikên qahweyî û nerm hene. Di her bihokekê de 20- 40 lib dindik (bizir) peyda dibin. Ew dindik tên hişkkirin û hilanîn, paşê jibo derman tên xebitandin. Fêqî, belg û dindikên wê jibo nexweşîyên cihê tên bikaranîn.

Welat û Dîrok: Welatê wê bi esehî ne kifş e. Lê li gor ku ji hewa hênik û sar hez dike, îhtîmalek mezin e Îran, Kurdistan û Kavkasya be. Ji ber ku li van welatan bîhokên ku xwebixwe bejî çêdibin jî hene. Ji wir jî derbasî welatên derya spî, Ewropa û Çînê bûye.

bihok.jpgDi medenîyetên van welatan yên kevnar de, 4000 sal berî niha jibo derman, bêhnxweşkirin û xwarinê dihat çandin.

Romayîyan bîh ji parfûm heta hingiv jibo her tiştî dixebitandin. Herweha li ba hinek medenîyetan senbola evîndarî û bendewarîyê bû. Pêxenberê Îslamê jî gotîye: “Heke hinek ji we pê bihesin li ser dilê we giranîyek heye, bihokê bixwin”.

Bi jinên dugîyan (hamîle) bîhokê bidin xwarin, zîra bîhok hêzê dide dil, acizahîyan radike û  zarokên wan wê xweşik bin. Di dema me de jî, fêqîya wê di sanaîya konposto, rêçal, parfûm, sabûn û şanpûanan, dindika wê jî di sanaîya tentûr, çayê û dermanên natûrel de, belga wê jî jibo çayê tê bikaranîn.

Têdahî: Pektîn, tanen, şekir, asîtên organîk, xwêyên mîneral, hesin, sifir (paxir) potasyum, vîtamîn A- B2- C.

Dindik Bizir:  % 14- 18 madeyên zeliqok ( şîrêz) % 16-20 rûn (dohn) tanen, madeyên rengdar,  emygadalîn, emulsîn û pir protein.!

Bi kêrhatîyên bihokê : 1- Jibo piştêş û sistbûna biştê 2- Tirşbûna mexde (aşik) 3- Goştê diranan bi hêz dike 4- Kuxuk, astim 5- Bawesûr 6- Dil  7- Kezeb 8-Pişik  9-Qirik 10- Çav 11- Rûvik 12-Arêşeyên dev 13- Di ketina kincan de herîkîna xwîna zêde dibire 14-  Herikîna ava spî ya jinan 15 - Zikçûyînê dibire. ( ku zêde bêt xwarin qebizê çêdike) 16- Îştahê vedike 17- Xwîna ji rûvîkan tê dibire 18-  Xwînê paqij dike 19- Bedenê bi hêz dike, pêşdeçûna wê sîqal (eyar) dike 20- Teqanên dest, ling, rû û tevahîya bedenê ji holê radike 21-Qirmîçonkên rû, stuh û destan rast dike 22- Ji egzama û bawesîrê re başe û hwd.

Gotinên bisporan di derbarê bihê de: Prof. Dr. Turan Karadenîz û prof. Dr. Faruk Yorulmaz  dibêjin: Ji ber madeyên di hundirê bîyokê de, bandorek hêja li hember nexweşîyên dil, kezeb, pişik, mexde, gurçik, qirik, çav, arêşeyên ji dev, qirik, alûgûhîşk (alok),  ketina kincan, ava spî ya ji jinan tê, nîşan dide.

Rêçala wê, sistema givirandinê tekûz dike û şehwetê bilind dike. Şirûba wê jibo virika zarowan pir bi kêr e..

Xweşava wê, bêbizavîyên ji kalbûnê tên kişt (zinde) dike. Kexîtî û westîyanê ji holê radike. Jibo warîzan baş e, di xew de şêlavên ji dev tên dibire. Brînên dev, qirik, mêlak (kezeb), pişik û ji pir nexweşîyên din re bikêrhatî ye.  

Heke hûn bîyokê bikin nav kîskên naylon (an jî bê naylon) dikarin di sarincokê de heta sê mehan biparêzin. Dema hûn bîhokan dixwin, dindikên wan navêjin, hişk bikin û hilînin.

Karanîn: 1-Patin 2-Xavexav xwarin 3- çayê 4 -Ava wê vexwarin 5- Konposto 6- Rêçal  7- Melhem.

Patin: Ji nexweşîyên sistbûna pişt, piştêş, tirşbûna mexde, êşên qirik û gelek nexweşîyên din re bandorek baş dide. Bihokê di xwelîya êgir de an jî di firnê de bipêjin û bixwin. Wê hem tama wê xweştir be, hem jî nermtir û bêhnxweştir be.

Xavexav xwarin: Jibo piranîya nexweşîyên me li jor got, xasma jibo bihêzkirina goştê diranan pir başe. Lê mirov neşêt zêde bixwet. Ji ber ku hem hişk e, hem jî gewrîgir e û herweha qebizê jî çêdike. Lê hûn dikarin ava wê bigivêşin, an jî di mîkserê de bihêrin û wusan jî bixwin. An jî ava wê vexwin. Jibo kewîna nexweşîyên  me li jor got wê bibe alîkar.

Xweşav ( konposto): Bîhokan baş bişon û tûzî bikin, bi qaşil û dindik wê bikin xweşav. Jibo hemi nexweşîyên me li jor got û gelek nexweşîyên din re pir başe. Divê di mehên zivistanê de xweşava bîhokan qet ji malê kêm nebe.

Çaya dindikan: Jibo her qedehek avê kevçîyek bizirê bîhokan bikin nav firaxekê, bila 10 deqan bikele, paşê bi devgirtî 4-5 seetan bila di dema xwe de bimîne. Rojê  3-4 iskanên çayê bi hingiv tamxweş bikin û vexwin. Heke hûn dindikan biherişînin, bila sê kel bênê û 10 deqan di demê de bimîne. Hûn dikarin tovê sêvan û bîyokan bi hevre jî çêkin.

Çaya pelên bîhokê: Jibo nexweşîyên bêxewî, nerazan, pir esebî bûnê; her qedehek avê du kevçikên şîranî belgên (ter an jî hişk) bîhokê bikin nav çaydankê yan jî beroşekê û ava kelandî berdin ser. Sê kel din jî bidinê û ji ser êgir rakin. Bila devgirtî 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4  qedehên çayê jê vexwin.

Çaya kulîlkên bîhokê: Jibo kelecan û lêdana dil, zêdekirina şîrê dayîkê; her qedehek avê du kevçîyên şîranî, kulîlkên (ter an jî hişk) bîhokê bikin firaxekê. Ava kelandî berdin ser, bila kelek bêtê û paşê ji ser êgir rakin bila 5- 8 deqan devgirtî di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin.

Macûn: Hûn dikarin dindik, pel û kulîlkên bîhokê biherişînin, tevli hingiv bikin û  li xurînî kevçîyek xwarinê jê bixwin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi