Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Segê mezın şırkê gurg e

Segê mezın şırkê gurg e

Gurgek, serê çendrojan carekî dikeve nav pezê axê û pezekê jê dibe. Şivan rastîyê dizane lê jiber ku dixaze seyê mezin berde ser dêhlika xwe û çend cewrikan jê werbigire, rastîyê vedişêre û ji axê re nabêje.

Axa bandike şivan û gefan lêdike û jê re dibê: Ezê pezên çûyî hemîyan, ji heqê şivanitîya te bibirim.

Şivan bê gav dimîne û ji axê re dibêje : Ez xulam seyê mezin şirîkê gurg e.

Axa: Tu bêbextîyan ji segê mezin re dikî, ew segê navdar û jêhatî çawa dibe şirîkê gurg ?.

Şivan : Heke tu bawernakî ! îşev roja hatina gurg e, were nav pêz û bi çavên xwe bibîne.

Axa şev diçe çolê nav bez, dibe nîvê şevê; segê mezin hêdîka ji cihê xwe radibe li dor pez çerxdibe/dizivire û ji alîyê çepê de di ewte.

Şivan ji axa re dibê: Te bihîst dengê ewtêna segê mezin ji alîyê çepê hat ! wî hişaret da gurg û gotê: Ji vî alî de were.

Lê gurg dê ji alîyê rastê bizûre. Segê mezin jî dê segên din bide pêy xwe û ji alîyê rastê de here û wan bixapîne, gurg jî dê ji alîyê çepê de bê pezekê bibe.

Piştî 20 deqîqan zûrîna gurg ji alîyê rastê tê . Segê mezin radibe segên din dide pêy xwe û diçe. Lê gurg ji alîyê çepê tê pezekê dibe. Axa dixwaze pêy gurg bikeve lê şivan nahêle û dibê : Bisekine, tu dê rastîyê subehî çêtir bibînî. Dotira rojê/ rojadin nêzîkî nîvro, segê mezin xwe hêdî-hêdî paş de dihêle.

Şivan ji axa re dibê: Binêr wî xwe paş de hişt, tu wî ji berçav nerevîne û wî bişopîne. Axa segê mezin dişoîne û segê mazin ji girekê berwêve dibe û diçe ser kelex. Axa jî diçe ser kelex û çi bibîne gurg, bahra xwe pez xwarîye û bahra segê mezin jê re hiştîye û segê mezin ketîye ser para xwe û dixwe.

Axa guleyekê bera segê mezin dide û wî dikuje û şûnda vedigere û tê cem şivan û jêre dibê : Kuro madem te dizanî ew şirîkê gurg e, te çima nedikuşt?.

Şivan : Nê, ne te û ne kesekî din ji min bawernedikir!. Û min dixwest doleke wî, ji dêhlika xwe re bigirim.

Axa :Nê, ew şirîkê gurg, nankor û dolherame! ma tu nizanî yên pêy wî bikevin jî dê her wek wî bin....

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi