Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Gulkelem

Gulkelem

BARSSICA OLERACEA

Danasîn
: Gulkelem riwekeka ji malbata keleman e. Ji ber ku wek serikek ji gul, an jî kulîlkan pêkhatîye û dişibe kelemek wek kulîlkan; lê navê “gulkelem“ hatiye danîn. Dikakek dusalane ye: Belgên wê wek yê keleman in. Belgên hûndur kesk, lê yên derva rengê xwelîyê ne. Navika (dikak –fêkî ) wê dinava belgên wê de pêçayî ye û dişibe serikek ji gulan. Kulîlkên wê zerespî ne. Di nava kulîlkan de bizrê wê heye. Herçend rengê wê spî be jî, lê van salên dawîn rengên kesk, binevşî û zer jî, jê hatîne peyda kirin. Xasma li Îngilîstanê ev rengên nû peydakirî  ji welatên din zêdetir in .Gulkelem dikakek zivistanî ye û zehf bisûd e.

Bi Almanî navê gulkelemê “Blûmenkohl “ û bi Tirkî jî “Karnibihar“ e.

sgeq.jpgWelat û dîrok : Hinek dibên welatê wê “Asîya biçûk” e . Hinek jî dibên “ rojavayê Behraspî”ye . Dîroka wê baş nayê zanîn an jî ez di lêgerînan de lê rast nehatim. Di sedsala 6. de eskerên Artêşa Xaçparêzan bi xwe re anîne Ewropa û li Ewropayê çandinîya wê kirine û li wir jî, li welatên din belav bûye.

Berhevkirin :  Ji ber ku dikakek zivistanî ye, payîzê ji qurmê wê ve tê jêkirin. Di nav belgên wê de heya midetekê têparastin . An jî  bi awayê tirşî, kelekê lê anîn û di sarkeran de tê parastin û konserweya wê tê amade kirin û tê hilanîn.

Têdahî : Potasyûm, Kalsiyûm, Sodyûm, Îdol 3,  Fosfor, Proteîn, Karbonhîdrat, Kolestrol,  Hesin, Lîf, Hormonên zayendî (cinsî )  vîtamîn A, B1, B2 , B3, C, K, E.

Bikêrhatinên gulkelem ê : 1- Arîşeyên dil ji holê radike 2- Xebitîna mejî û damaran çêtir dike 3- Xebitîna rûvîkan sererast û tekûz dike 4- Pêşîya kul û birînên aşikê digire (heke hebin dixwîne) 5- Jibo nexweşîyên xalikê (fatereşk) bikêrhatî ye 6- Ji bo  rêyên avrêjê û edavên (kurmîbûn) kronîk, dermanekî herî berbiçav e. 7- Li hember pençeşêrên rûvîkên stûr û aşikê bandorekî baş nîşan dide 8- Pêşîya bêxwînîyê digire 9- Zixtê (tansiyon) dadixe.

Gotinên bisporan di derbarê gulkelemê de : Prof. Dr. Îbrahîm Saracoxlû û Ahmet Marankî dibêjin:” Di gulkelemê de zehf vîtamîn û mîneralên bikêrhatî yên wek  A, B, C,  K, E  Kalsiyûm, Potasyûm, Hesin  û hwd. hene. xursendek (xidayek) bikêrhatîye. Heke 5 deqîqan li ser agir bê kelandin û wek selete, an jî pêxwarin bê bikaranîn, di faydeyên wê zêdetir bin. Divê ava wê neyê rijandin û ji bo şorban bê bikaranîn. Heke zêde bê kelandin piranîya têdahîyên xwe winda dike. Heke wek “kûr“ bê bikaranîn dê adav ( kurmîbûn ) û arîşeyên rûvîk û rêyên avrêjê re faydeyek baş jê bête standin. Herwaha dê pêşîya bîrov û kulên aşikê (me’de ) jî bigire.

Bikaranîn : 1- Kûra  gulkelemê 2- Xwarin (selete, şorbe û hwd.)

1- Kûra gulkelemê : 250-300 gr gulkelemê bikin nav beroşekê, 750 ml ava kelandî berdin ser û 5-6 deqîqan li ser agirê kêm bikelînin. Nîvê wê avê spêdê, nîvê din jî li hingorî (êvarî) vexwin. (berî an jî piştî xwarinê ferq naket) 7 rojan bidomînin 3 rojan navbeynê bidinê. Dîsan 7 rojan vexwin û navberê bidinê. Ew Kûr ji derveyê navberdanan 21 rojan divê bê pêkanîn.

2- Xwarin :  Ji gulkelemê gelek xwarinên bigoşt û bêgoşt, meqerne, borek, şorbe, û selete tên çêkirin. 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi