Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Gulberoj

Gulberoj

Danasîn : Gulberoj  riwekeka gulane û ji malbata beybûnan tê hesibandin. Bejna wê 1- 3 m an bi tîrane li ser navtengekê bilind dibe. Li serê gupikê gulek mezin qasî firaqekê ku firehîya di navbera 10- 40 cm di guhêre çêdibe. Ew gul, roj bi kîjan alî ve bizivire ew jî bi wî alî ve dizivire. Lewre jê re gulberoj tê gotin. Belgên wê keskên tarî û rimane ne. Kulîlkên wê zer in, di nava kulîlkan de navikek heye ew navik ji dindikan dagirtîye û rengê dindikan gewr reş û spîne. Di nava dindikê de kakilek heye. Ew kakil di fabrîqan de tê dewisadin û rûnek jê tê derxistin û jê re dibêjin rûnê gulberojê, dindikên wê jî wek çerez tên xwarin. Ji gûlberojê çay, tentûr, dermanên xweristî û jibo xwarin û seletan,  masajan rûn tê çêkirin. Navê wê bi Almanî “Sonnenblûme” Bi Tirkî jî “ayçîçeğî û gunebakan “e.

Welat û dîrok : Welatê gulberojê Meksîka û Misîsîpî ye. 3500 salan berî dema me ji alîyê Înkayan ve ji bo derman û rûn dihat çandin. Di salên 1552 an de deryagerên Spanyolî bi xwe re anîne Spanya û li wir bi dest çandinîya wê kirine. ji wir jî derbasî welatên Ewropa ên din û paşê jî belavî deverên din yê cîhanê bûye. Li hemû deverên Kurdistanê tê çandin.

Berhevkirin : Kulîlkên wê yên tacane, dema vedibin tên berhevkirin; li sîberê tên hişk kirin û di firaqên cam de bidevgirtî tên parastin û li gor hewcedarîyê ji bo çayê tê xebitandin.

Dindikên wê : Gulberoj  di meha êlûn û çirîya pêşîn tên berhvkirin. Bi qutanê dindikên wê tên werandin (derxistin ), hişk kirin, ji bo çerez û rûn dişînin fabrîqan . Heke ji bo çerezên mal be, li malê tên qewirandin.

Têdahîyên rûn : Kalsîyûm, Magnêzyûm, Lod, Çînko, Lîf, Potasyûm, Proteîn, Anoî asît, Rûnên sabit, Cûreyên sterollan, Cureyên karotînan, Tanîn, Asîta sîllîsîk, Vîyamîn A, B1, B2, B6, D, E, F, K û hwd.

Têdahîyên kulîlkan : Cureyên tîterpenan, Cureyên alkolên tîterpen, Cureyên flavon gilîkozîtan û hwd.

Bikêrhatîyên rûn : 1- Hişkbûnên jî û rehan hiltîne 2- Xurên ku kurteşen sedem in, ji holê radike 3- Kolesterolê beryêk ve tîne (eyar –sîqal ) dike 4- Hisên zayendî zêde dike5- Westiyana beden û zêhnê ji holê radike 6- Pêşîya nexweşîyên dil, hêrsbûn û bêdesthilatdarî (bêmeferî ) yê digire 7-  Destavê diqulipîne û brînan dikewîne 8- Sîstema xweragirînê hêzdike 9- Xwînê çêdike 10- Dibe alîkarê zeximbûna bedenê 11- Heke dohnê wê yê sar hatî dewisandin, di devde 10- 15 deqîqan (heta spî dibe ) bê xelxele kirin, dê serêş, bêxewî, esabîyet, kuxuk, bekterî û molekûlên xusardar yên dev de ji holê rake û bedenê jî ji jehren bifilitîne.

Bikêrhatinên kulîlka gulberoj ê : 1- Agir dadixe 2- Belxemê davêje 3- Pêşîya edavan digire.

Esansa wê ji bo tedawîya  jana zirav (werem ) tê xebitandin.

Gotinên bisporan di derbarê gulberoj ê de : Prof. Dr. Îbrahîm  Gokçek dibêje : “Li ser navteng  (dar ) û rêhên gulberojê hinek lêkolin hatine kirin. Piştî teqiyana sentrala  Çernobîl li derdorên gol û avên wan deverên tesîr lêbûyî,  ji bo kêmkirina jahra ûranyûm û radîoaktîfan, gulberoj hatin çandin. Di encamê de derket holê radîoaktîfa wan avan ji 200 mikrograman daketîye 20 mîkrograman. Ew jî tê wê wateyê ku reh û navtenga gulberojê jehra avê û axê paqij dike.

Dr. F Krach idia dike, ku heke ji dohnê gulberojê rojê 2 kevçî, 3-5 caran,  4-6 hefteyan li peyhev di dev de bê xelxelekirin, dê bikêrî gelek nexweşîyan bêt.

Di klinîkên zanîngehan de li ser rûnê gulberojê lêkolîn ne hatine kirin. Lewre wek riwekeka şifadar ji pileya duyan tê hesibandin. Mixabin tedawîyên bi dohnê gulberojê tên kirin têr nakin. Lewre em dişên behsa yên di nav gel de hatine ceribandin û xebitandin bikin.

Lîpit û kolestrola xwînê dadixe, tevgêra xwînê zêdedike. Ji bo masajan tê bikaranîn û di xwarin û seletande  tê bikaranîn.

Lê piranîya pisporan dibêjin : “ Nirxa wê ya xwedîkirinê bilind e.Têde vîtamîn A,E, K ji grûba B madarek kêm jî D peydadibe. Ji bo xistina kolesterolê , hilanîna hişkbûnên ji û rehan dibe alîkar. Hêzê û enerjîyê dide bedenê û zêhnê. Hêza zayendî (cinsî ) zêde dike. Ji bo arîşeyên dil û jîyan bifayde ye. Ji ber ku di hindirê xwe de gelek cureyên vîtamîn, mîneral û proteînan dihewîne. Ji bo zû bixwevehatina  nexweşan, xasma ji bo zarokan  dibe alîkar. Ji ber ku hezma wê hêsan e, di xwarin û seleteyan de tê tercîh kirin.

Bikaranîn : 1- Çaya kulîlkên gulberojê 2- Masaja rûn 3- Xwarin û selete.

1- Çayê : 2 kevçîyên qahwê kulîlkên gulberojê yên hişkirî bikin nav qedeheka avê û ava kelandî berdin ser. Bila 5- 10 deqîqan  di dema xwede bimîne;  paşê biparzinin û vexwin. Heke kulîlk taze bin, bila 3 kel lê werin  û 5 deqîqan di dema xwe de bimîne.

2- Masaja rûn :  Ji bo her 200 ml rûnê gulberojê 10 libên îsotên sor û tûj hûr kin û bikin nav wî rûnî û derê wê bigirin. Bila li cihek ji tîrêjên tavê dûr  4-6 hefteyan bimîne ( lê car û baran bi şilqînin.) paşê bi parzinin û bikin nav şûşên tarî û hilînin, li gor hewcedarîyê bikar bînin. Hûn dişên berdela îsotan  du kulmên pûnga ter jî bikinê

3- Rûnê gulberoj ê : Hûn dikarin ronê gulberojê  bikin nav hemû cureyên xwarinan û seleteyan.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi