Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Şahberrû / Şahbelot

Şahberrû / Şahbelot

KESTANE A SATÎVA L./  K.VESKA GAERTN

Danasîn : Şahbelot riwakek/nebat darane ji malmata narevanan e. Bejna wê bi tîrane heta30 mbilindibe û temenê wê xwe digehîne 500 salan.Darek navtek stûr û bi hêze. Belgên wê qasî20 cmmezin ji alîyê derva keskêtarî yê hundir keskê vekirîne û rexên wan rast û bi hinekî strîn û dûxik kurtin. Kulîlkên wê zer, keskezer an spî ne û dişibehin yên pişênînê/şengebîyê. Qaşilê fêqîya wê wek gûzek biçûn û bi stirîye, dema digehe ew qaşil jî wek yê gûzan vedibe û fêqêya nava wê ya qahweyî dikeve erdî. Nava wê fêqêya qaşil qahweyî  hinekî bi pûrt e. Di hûndirê wê de kakilek spî an jî zerane heye û ew kakil tê xwarin. Fêqî û balga wê jibo derman, dara wê jibo mobîlya tê karanîn. Di bingehî de dû cureyên xwe hene, yên çolî/kuvî û yên çandinî.

Welat û dîrok : Welatê şahbelotê Derdorên deryaspî û Marmara ye ji wir derbazî hinek welatên din bûye. Dîroka wê baş nayê zanîn lê gelek kevnar de jibo xwecihên wan welatên lê hêşîn dihat, xasma yên çîyayîn, xwurekî herî giringbûye û wan ji kakila wê arvan çêdikirin û tevli arvanên din wek dexlan dikirin nan dixwarin. Di sed salên 9-7 an berî zayînê bi dest çandinîya wê hatîye kirin, di sedsalên 19. de li hinek welatên din jî bidest çandinîya we bûye. Naha di hemû welatên Ewropa çandinîya wê têkirin û wek fêkî ticareta wê dibe.

Berhevkirin: Belgên wê di maha gulan-çirîyê tên berhevkirin li sîberê hişkirin û dinav qetremîzên cam de parastin û gor hewcedarîyê jibo çayê  tê hilanîn. Herwaha tere, ter jî ew kar tê kirin. Fêqîya wê dema şahberrû dikeve erdî tê berhevkirin,  jibo temen dirêjbûnê 20 seetan di ava sar de tê hiştin, paşê hişkirin û di nava xîz/quma zuha de parêstin. Yan jî di nav qeşayê de hilanîn anjî konservekirin û hwd.

Têdahîyên belgên şahbelotê: Cureyên tanînan, Cureyên flafonan, Rûn, Pektîn, Reçîne, Şekir, Glîkoz, Asîda mazîyan, Sîtosterol vîtamîn C, ß û hwd.

Têdahîyên fêqîya şahberrû yê : Karbonhîdrat, Proteîn, Rûnên sabît, Gûd/Kûkût, Potasyûm, Fosfor, Magnêzyûm,  Kalsîyûm,  Hesin, Nişaste,  Sifir/Paxir,  Vîtamîn A, B1, B2, B6, C, E, PP û hwd.

Bikêrhatîyên şahbelot ê : 1- Pîleya/dereca kolestrola xwînê datêxe 2- Tevgêra xwînê sererast dike û dibe alîkarê zû bixwevehatina/xweşbûna nexweşan 3- Hêzê dide beden û hêza zayendî/cinsî/seksî zêde dike 4- Westyana bedenî û ruhî hiltîne 5- Reh, jîy û kezîyan hêzdike û dostê kezebê ye 6- Tamarên xwîna reş û aşikê/mexde hêzdike 7- Pêşîya bawesîr û warêzan digire 8- Peçivîn/werimîn û westîyana mêlakê /kezeb/ cegê reş hiltîne 9-Li henber nexweşîyên sermagirtina pişik/mêlaka spî/cergê spî , êşa aşikê, nexweşîyên hêrsbûnê, sefra û kezebê tê xebitandin.

Bikêrhatîyên belgên/pel şahberrûyê : 1- Kefesa sing nerm dike, kuxukê dibire û belxemê tavêje 2- pêşîya xwînbûnên hudir digire 3- Agir û zixtê/tansîyon bilind datêxe 4- pêşîya edav/kurmîbûn û hinavçûyînê/virik/îshalê digire.

Gotinên bisporan di derbarê şahbelotê de : Prof. Dr. Îbrahîm Gokçek dibêje “ Di kilinîgên ûnîverîsîtan de lêkolîn û ceribandinên tedawîkirinan li ser ne hatîne kirin. Lewre wek fêqîyek şifadar ya pîleya didiwan tê hesibandin. Berê dinava gelde wek derman zehf dihat xebitandin, paşê jibo heyamekê hate jibîrkirin. Naha dîsan jibo dugîyanî/hemilbûnîyê, bronşît, astim, sermagirtinên pişk ê, arêşeyên aşikê,   sefra, kezeb û hêrsbûnan tê karanîn.

Zûlfîye Erdem û Muhfîye Akin dibêjin “ Qaşilê wê tê kelandin ava wê jibo agir daxistin, aramkirina hêrsbûnê tê xebitandin. Fêqîya wê muskileyan hêzdike, pêşîya warês û bawesîran digire, westîyan û peçivîn/werimînên mêlak/kezebê ji holê radike. Xwînê çêdike, aşikê/mexde hêzdike û bêxwînîyê ji holê radike.

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje”  Jiberku ji alîyê karbonhîdratê de gelek dewlemende

gelek xwedîkere. Jibo tevgera xwînê dibe alîkar û muskulatan hêzdike. Jiber pirbûna vîtamîn  B, jîy û rehan hêzdike û dostê kezebê ye û aşikê jî hêz dike. Rojê xwarina 100 gr şahbelotan, li henber edavgirtinan gelek başe. Jibo kesên bi beden û mejî di xebitin kanek enerjî ya herî başe. Hewceye bi xavitî zêde neyên xwarin. Yên kelandî pêşîya bawesîran digire, jibo hêzbûna rehên xwîna reş pirbaşe. Lê kesên zixt û şekira bilind û hişbûna tamaran heyî tivê zêde nexwun.

Bikaranîn: 1- Çaya belgên şahbelotê 2- Kelandin û qelandin 3- Paste û kek.

1-      Çaya belgan : Kevçîyek xwarinê pelên şahbelotê yên hişkirî bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser bilan 5 deqîqan di demê de bimîne û biparzinin û vexwun. Heke belgên tazebin jibo her qedehek avê kevçîyek xwarinê belgên hûrkirî bikin çaydankê bilan 5 deqîqan bikele û 5 deqîqan jî demê de bimîne û vexwun.

2-     Kelandin û qelandin : Kaşilê şahbelotan berê bi çimê kêrekê xîçekê heta digehe kakila wê bibirin û paşê hûn dixwazin avê de, hûn dixwazin li firnê de bi pêjin

3-     Mirov dikare ji şahbelotan şekirok, qeşaşîr, paste kade, kek û rêçalan çêke.     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi