Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Kerî jî fahmkirî ye lê van fahm nekiriye

Kerî jî fahmkirî ye lê van fahm nekiriye

Ev çend rojin di rojeva Tirkîyê de qetlîama Dêrsimê heye. Herkes dizane ku di wê demê de bi tenê yêk partî hebû ew jî CHP bû. Lê CHP yîyên îro jî xwe li erdê dixin û  vê qetlîamê qebûl nakin. Ev qebûlnekirina CHP yî yan ev pêkenok îna bîra min, dê keremkin û lê binêrin ka pêkenok û kirinên rêvebirên CHP li hev digirin an, na

Li bajarê Koln a Elmanya li cihê kar çênd karkerên ji Tirkîyê hatî, di dema navberdayîna xwarinê, bi hevre xwarinê dixwûn. Di wê demê de jî, qetlîama Êrmenîyan di rojevê de ye. Di nav karkeran de yêkî Êrmenîyê ku ji tirsan bûye misilman, Kurdek û yên din jî Tirkin.

Li nîk wan Tirkek extîyar ji yên Amasya yê û nû ji hecê hatî jî heye.

Yê Ermenî ji Hecî re dibê” Gelo ma nîk we jî Êrmenî hene?

Hecî dibê:

-Ez hecî me, min tobekirîye ez nikarim direwan bikim. Ez dê tişta bavê min ji me re gotî ji we ra bêjim.

Bavê min got:

-Gundê nêzîkî me, gundê Êrmenîyan bû. Li wî gundî dostek min yê Êrmenî hebû. Ez û dostê xwe  hefteyê de çendcaran duçûn seradana hev. Wî dostê min yê Êrmenî kerek hebû, kerek gellek bi aqil bû. Dostê min çucar ez peya nedişandim, kerê xwe dida min, ez pê dihatim mal. Paşê min ker berdida ew xwebixwe diçû gundê xwe.

Rojkê min dît va ker hatîye berderê me dizire. Ez derketim der, min dît ker pîkolê dike û vedigere. Min da pêy kerî em hinekî çûn, ker neçû gund berê xwe da newalekê, ez jî pêy wî çûm. Em çûn binê newalê çi bibînim tev de cesedên jin, mêr û zarokên serî jêkirî ne. Ker çû pişt serê cesedekê pêkolkir û zirîya,  min li wî cesedî nêhêrt cesedê dostê min bû.

Vêcar hûn çawa dibêjin qetlîam ne hatîye kirin!..... Kerî jî fahm kir ku qetlîam bûye . Hema yê Kurd dibêje” Kerî fahmkirîye lê van kerkurên keran, fahm nekirîye û fahm nakin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi