Reprodîksiyon - Hilçinîneka ji nû ve

Qedera mirov ji niqitkan pêk tê. Em û bi her tiştê xwe ve, pêkhateyek ji temambûna wan niqitkan in. Qasî niqitînekê ye şopa me ya li vê heyatê. Temendî şop û guvêşa ji derb û kerba niqitkan hatiye pê. Niqit hebûna me diniqitînin û ji verêja xwe “navek; nasnavek”, “cîyek; pênavek”, “hizrek; teşejiyanek” ji me re durist dibe.

Em ji sertapê ji lihevristina niqit niqit a xêz û gîrikên jiyana xwe têne medarê. Lewra, di vê maneyê de jiyana me belkî jî ji dabînkirina xewn û xeyalan, ji serenû ve hilçinîna tevn û rîsê xêzikên reşbelek ên şûnpê me durist dibe. Niqit her ku diniqitin ser hev û li meydana heyata me ya bêhawe li hev dipengirin, bêrmek ji serboriyan ji me re durist dibe. Bêrm, ji avên derakî, ji devê mesîlên dûvedirêj xwe têr dibe û xudan dibe.

Ava bêrmê ji derve ye û çu zeynok û serçaviyên wê yên “xwemalî” nîn in. Lewra serborên me ku tevayî ji xêz û niqitînan pêk tê, dişibin wê. Xasma em xwe bi “bîrê” ku ava wê ji hundir e û di demarên kaniyên binerdê xwe xweyî dike, helbet ferqa wê ji bêrmê ew e ku ava wê ji nava wê ye. Ev kartêkeriya serboran e ku niqit êdî di hişê me de dibin xwedan dews, êdî av vedikişe bin erdê.

Dengê we hat min; îja niha hûn dibêjin te go çi?

Hê jî çavên we dikişin ser sernavê û dixwazin pêwendiya wê û van gotinan, li cihekî bi hev ve girê din, ne wisa?

Nexwe doxîna xwe bişidînin û xwe ji bo firînê amade bikin :-)

reprodksion.jpg

Me çîrokek heye. Em tev pêkhateyê çîrok û serborên xwe ne. Qasî çîroka xwe “deng”, qasî “dengvedana dengê xwe jî “rengekî xwe” me heye; rengvedan û dengvedaneke xwe ji me çêdibe. Em bi niqitînên ji dengê xwe hatine pê, ber bi çizirînên ji xêz û tîrêjên rengê xwe hatine pê, hebûnekê li xwe vedigirin. Hebûna me bi ser “bikêrbûna me” ya di gastîna vê gorepanê de ye. Îlem her deng li guhekî, her reng li çavekî dialiqe; em ji aliqînên xwe durist dibin. Qasî bikêrhatina xwe ya ji xêz û xemla jiyana xwe duristbûyî, tên pêş.

Welhasil, ji sernavê gotarê jî kifş e, îro me niqitînên xêz û xêlan daye ber xwe.

Reprodîksiyon, tê maneya jinûve şîrovekirina bi xêzan a şiklekî. Wisa bifikirin, hûn bi serê pênûsa xwe mîna ku tevnekê dirêsin dav bi dav, niqit bi niqit resmekê ji nû ve çêdikin. Her derba hûn li rûberê wê kaxizê didin, şopekê lê hildiçinin. Ev hilçinîn ji nava we, dengvedana hest û ramanên we, rengvedana ruh û derûnê we dide dest.

Êdî ew resim ji wî resmê heyî derdikeve, bi ser destê we dibe berhemeke nû. Ev êdî jinûveravekirina we ye. Ev êdî hunera destkariya we ye. Êdî hûn û ew resimê ser kaxizê, neynika hevdu ne. Di her niqita ser rûkalê wê niqitî, her çizirîna ligel derba hingaftina serê qelema te tê de hilçinî, veçinî û êdî vehênaneke ji te ye. Êdî ew repro-dîksiyona bi destê te ye.

Welê bifikirin, hûn çûne ber xwendinê. Rastî derseke weha tên. Mamoste resmekê hema çawa lê hat, dide ber te. Tu wî hildidî, dibî kopiya wê çap dikî, hildigirî û tînî da ku ji nû ve reprodîkse bikî, ji nû ve bihilçinî.

Îja êdî gava piçekî xwe ji kaxizê dûr bikî û bi çavekî dûrayî ve li wêneyê xwe yê “reprokirî” dinêrî, derz û derbên li rûkalê kaxizê çav dikutin nav reşika çavên re û di bin simbêlan re tîqotîq li te dikenin.

Tu her hingaftina li her niqitekê dibî şahidê reng û şemla ruhiyeta xwe ya di bêrma jiyana te de pengirîye. Peşk bi ava wê dikevin, peqûşk bi ser avê xuya dibin. Mewc li dorê çêdibin û mîna gêrestûna li doranên Stûrnê xerçeng ji ruhê te diçizirinê; xerçengên ji êş û tengasiya nava te xwe didin der, xerçengên ji şahî û destkeftiyên te neqişîne; ya ji hemûyê giringtir jî tu pirûskên jêrhişa xwe ya dewisandî, li wir, diwênî û ew niqit niqit dizîçikin di reşika çavê te.

Ez şikê nabim êdî ku seranser reprodîksiyonek e jiyana me. Em ji niqitînên civaka xwe, ji çirîskînin bîr û baweriyên xwe hilçinîne nav kevaleke beyirî û rengjêçûyî, ji qewlê dayê ve renglêavêtî..

Vêca welê bifikirin, niha resmek para te ketiye. Heçî resmê gul û kulîlkekê, heçî resmê stêrk û stêrenasekê, heçî resmê delalî û xezalekê, heçî resmê dev û lêv, çav û birûyekê, heçî resmê çiya û cismekê..

Çi bi para te ket?

Ê min, resmê teyrekê. Na. Ne teyr.. Tenê navekî wî giyanewerî heye; tawis. Ew ji pirûskê tavê hilçinîye û ji ronahiyê çêbûye.

Vî tawisî ne refa xwe ye wek teyrên dîtir, ne jî demeke xwe heye. Ew tixûbşikên e, zemanbezîn û bi çu refan re nafire, belkî qet nafire tenê carina hin firan dide xwe.      

Hasilê qet tesadif nîn e ku ew resim bi para te ket. Ew reprodîksebûna jîyê te ye. Ji refan der, ji koman veder; lê bi rewş û arê nava xwe jî bê hevta, takî tenê ser darê vê dinê. Qasî tîroşkên tavê dil pîroz, qasî gepek nanî jî tibarek.

Çu tişt ne tesadif e, ne heyata li bendî me geriyaye, ne jî serbor û qewamên bûne nîr û di xerbenda stûyê meriv de dardakirî.

Mirov, paleyên hizrên xwe ye. Debra mirov, ji derz û derbên hildayî berhem tê.

Mirov, di neqşê her niqitîna ji niqitkên wî resmê heyatê pêk tê; tawiseke bê ref, teyîsîneke bê rengder e. Behî.. bêdeng û bi takî tenê.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.