Silêman Feqiyanî

Sobe û Pifkirin

25 Nisan 2014 Cuma 11:17

Dawiyê de nava kurdan de ji niha pêtir tenûr vêdixistin û nan dipatin. Hingê radyo, televîzyon û tiştik dî çu nebû û şevdirêjên zivistanan welatiyan bi çîrok, laje, serhati, metelok, axiftinên henekî û hwd. re şevên xwe diborandin. Dema malbatek taxi, bajari, navçeyê û gundi wê rojê nan pijyandin, tev ên nêzî wê malbatê şevê di çûn mezela tenûrê. Li wê mezela germ komdibûn dinya avadikirin û xerab dikirin. Caran jî xweza di tekirin nava hêk ê û hêk ji lêxistin keviri û di ma keviri ve.

Paşê tiştik dibêjinê sobe ji bo avahiyê xwe û xwe germkirinê kevte cihê tenûrê. Evî sobe di jîyana kurdan de cihek pir girîng gêrt. Di tev malên kurdan de sobeyê tenîke hebû û paşê jî dem bi dem sobeyê tenîke cihê xwe danî cihê sobeyên torbuyan û hwd.

Belê, baş tê bîra min caran tiji nava sobeyê tenîke dar têkirinê û vêxistin. Bi vêketina darên nava sobê tenîke re rexên sobe ji kelatiyê sor dibû. Wê demê mezinên ji me mezintir “tu zimanê xwe bigehîne ew rexê sobe ê sor, wê demê dê hîn tirki bibi” digotin me.

Rasti jî ev bû. Wî zemani tu kesê ji me tirkî nedizanî û me hemûyan hêvî dikir ku hîn bûn zimanê tirkî. Di wê sedemê de jî mezinan nîvi henekî û ji nîvi jî em çendî bi jîyanê û têkiliyan re fahma ne, dinêrîn me.

Nava kurdan de hebûna ji hemûyê pêtir girîng kurd şevreşeyên zivistanê mezelê de çar rexên sobe kom dibûn û bi axiftinê re şevên xwe diqetandin, me got. Ah di wan şevan de dema ji gundi, bajari û navçeyê çend kurd di malekê de komdibûn ber sobe wê demê erdheja wê herêmê dest diavêtê. 

Dê niha hûn jî bibêjin “ev çi hevokên bê wate û bê havil in tu dinivîsi?” Biborîn in.

Wekî zivistana dema komdibûn ber sobeyan û bi vê wateyê re axiftin. Ez jî dê axiftinên wan ê ber sobe hindikan ji we re binivîsim.

Ez bi mînakek sanahî re dîwanxaneyên sobe ji we re dest biavêjimê. Rojekê çend mirovek di şevek zivistanê de di avahiyekê de ber sobe rûniştîn e. Axiftina dest avêtiyê û di wê germahiya malê de cîhan hatiye herifti û avakirin.

Di nava wan axiftinan de êkê “herê gelo hunerwerî ji wi mirovi re, ê teyareya xwedîyê wê giranihiya xwe re hewa ve di de meşandin” got.

Êk dî jî “hey xweli serê te. Ma ew jî huneriye. Huneri ji wi re yê bi tonan re gemî ser behrê rawestandi û gemî nekevti bine behre” got.

Yêk dî ji nişkê re “hey xwelî sere hewe. Ma ew jî hunerî ye. A rast huneri ji wi re ê hind kurîşk êxisti enîşka boriya sobe, a rast ev hunermendîye” got.

Zivistanan axiftinên ber sobe ên wekî “ez dê biharê wan du zeviyên xwe ên pişt bihan û du zevîyên xwe ên ber bine gire pişt gundi bikêlim û dexili lê biçînim.” Axiftina xwe wahe berdewm dike. “Piştî wan çar zevîyên xwe ên ez bi dexli re biçînim dê ew çar pênç zeviyên xwe ên çar rexê avahiyê xwe hemûyan dê bikêlim. Êk ê dê bikim parêz, êk ê dê bikim genimok, êk ê dê bikim kartol/pitat, êk ê dê herêkêla wê bikim û birinci lê biçînim û a dî jî dê nehkan (nokan) lê biçînim” dibêje.

Gundîyek dî ê ber wi sobe û sihbeta wan rûnişti “min jî nêzî duset gîsk û kavir hene. Ez dê çend mih û bizina jî bi wan re firoşim û ji xwe re çend mêloskên mêşa hingivi bikirim. Lewre min gundê navçiya dît ku mêşa hingivi pir kar dide mirovi. Di vê sedemê de ez dê ji vê salê paş de mêşvaniyê bikim” dibêje.

Ev axiftinên bi vê wateyê navbenda wan de pir dirêj dibin belê dema bihar tê ne ew behs û ne ew xeber. Yêk ji wan ên ev axiftine kiri, rojên zivistanê ber sobeyê germ çi axiftiye nahê bîrê. Gotin bi cih be tenê li ber sobê germ ê şevên zivistanê ên germ, pifdikinê (viran berdin) û bi van pifkirin an ku virên xwe re dibin sedema erdheja herêmê.

Tenê kêmasiyek wan heye, ew jî nik zarokên xwe van viran berdin. Ji zarokê xwe re nebiban mînakên xirab dê baş ba.

Vê hilbijartina 30 adarê a şarederiya taxê Îpekyoluyê partîya BDP’ê bûroyek a hilbijartinê nêzî mala min vekiribû. An ku sûkek vala li ser rê hebû û ewan ew sûke xemlandibûn û kiribûn bûroya hilbijartina şarederiya taxi. Nava wê sûkê de hindik kursî danabûnê û sobeyek tirbo jî li nava sîkê cihkiribûn. Sobe her sibê heta direngî şeve di vêxistin û şûşeyên çayê jî tiji dihatin û vala diçûn.
Çendî ew bûro vekiri ez jî hemû rojan diçûm wir û çend saetan li wir rûniştim. Di wê sûkê de an ku di wê bûroya hilbijartinê tiştikê bala min kêşa. Wekî jor min bi kombûna kurdan a şevdirêjên zivistanê ber sobeyê wan çi dihat axiftin li ber wî sobeyê bûroya hilbijartinê jî dihat axiftin.
Ez di bihim ku hindik ji hewe ê “bêbextiyê neke” dibêjin min. Bibexşîn in ez dê hindik axiftinên wan bînim ziman. Tenê vê bêjim navên ez nivîsim ne rast in.

“Wele şevêdî ez çûm mala Elî û mala Welî û ez bi wan re kevtim nîqaşê. Kuro ew malmîrat eslê xwe înkar dikin û hêj niha jî alîgirê AKP’ê ne. Min got ez dê niha mala wan di, sere wan de binim xar”
Êk dî “Şarederên navçeyên me di tev taxên navçeya me, ev taxên navçeyên dî, û bajarê mezin sedî sed dê şarederiyên wê hildîn.” (Navê taxan ne hewceye.)

EK dî “Ez çûm navçeya me, min temaşe kir ku tev gelê navçeyê zivirîye aliye me.”
“Kuro tu çi dibêji? Ez dişêm sûnd bixwim, em dê tev navçeyên bajar de partîya wan gêzî bikîn. Di bajarê me de AKP mehîye mehî.”

Û “Filan mirov naxebite, filan mirov bi malbat re ne alîgirê me ye, partîya wan şevêdî li mala Unis bû” dihate gotin. An ku em dê gêzi bikîn, em dê, em dê û em dêyan re li ber sobe bi hev re diaxiftin.
Rasti jî sobe hebû, komir pir bû. Sobe vêketi bû bûro germ bû. Axiftin pir bûn û dawiya hilbijartinê jî di tevahiya Wan’ê de bi zorî xwe ji destê AKP’ê xilaskirin. Gotin bi cih be partî hindik mabû ku tevahiya Wan’ê de dê berze bike. Tenê Şarederiya Bajêrê Mezin ê Wan’ê bi bêmineti qazançkir, ku ew jî navê Parêzer Bekir Kaya bû sedem.

Omera nekene, ma nabêjin zimane û banê devi, tu çawa badî dê bi wê wateyê zivire.

Bu yazı toplam 5943 defa okunmuştur