Silêman Feqiyanî

Wargeh - Şer û heştpê (TOKÎ)

09 Şubat 2016 Salı 09:40

Dîroka kurdistanê de pir rojan tave li esimana dîyarnedikir. Bi şev û roj welat dima nava tarîtîyê de. Ev ewrên dagirkeran dema dikevtin navbenda tavê û welat de ji ewiran xwîn dibarî ser Kurdistaniyan. Dawiya vê barîna xwînê dagirkeran çu roj nebû ku kurdekê nekuje an jî winda neke. Çu roj nebû ku kurd di barîna xwînê re koçk û werên xwe nehêlayî û koçber nebûyî. Çu roj nebûn ku evan dagirkeran kurd neêxisti nava zilm, zordari û îşkenceyê. Di vê zilm, zordari û îşkenceyan de kurdan bi mînaka nîvmirov we jîyana xwe berdewamdikir.

Welatên an jî mirovên dagirker be, ne tirsa Xwedê di dilê wan de heye, ne jî xwedîderkevtina mafê mirovan re xwe xemlandine. Nik dilê wan ha jîyana mirovekê, ha hebûna an jî jîyana pêşûyekê wek hevin. Rasti jîyana pêşûyê jî nik dilka mirovan a xwedî wijdan girîng e, lewre ew jî bi rih e û zindîye. Belê pir caran ji bo pêşûya zirar bide mirovan, mirov pêşîyan dikuje. Belê gelê bindest û welatê wi kevti bin pêlava dagirkeran jîyana wi hindî a pêşûyê jî xwedî qiymet nîn e.

Wekî dawiyê pir caran qewimî, vê dawiyê jî carek dî Kurdistana Tirkiyeyê di bin pêlava wan de belengaz e. Vê carê jî carek dî li navçe û bajaran de derkevtina kolana qedexe ye. Vê carê jî bi nêçîrvana re, bi panzer û tankan re, bi hezaran leşker û polîsan re daketîne kolanan. Carek dî rika xwe a neyar û dijmin, dibarînin ser kurdan. Zarok jî be, ciwan jî be, pîre(jin)mêr jî be tiştê li kolana bizivî dikujin.

Ew carek dî gor bîrubaweriya (zîhniyeta) xwe heke bi sedan re kurdan bikujin xwe mizefer dibînin, belê heke kurd 4-5 ji wan bikuje ji wan re qetlîyame. Bila bê zanîni ku, tu car ez alîgirê kuştina mirovan, bi kurtasi kuştin tiştê zindî nakim belê bîrubaweiya wan ê pêş çav.
Di vê xwezaya me kurdan de, ji me re dilsotin çu nîn e. Dilşewitîn çu nîn e. Xwedî derkevtina mafê mirovan di bini de çu nîn e. Tev zilm û zordariyê ser me pîrozwer dibînin. Pêle li bendê sekinin, xortiyê li vî gelê vê xwezayê dikin war û avahiyên xwe bihêlin û koçber bibin.
Çimkî dawiyê jî bi van planên xwe re bi hezaran wargeh valakiribûn û bi milyonan malbat koçber kiribûn. Ew kurdên ji welatê xwe, ji axa xwe qipî (bizdî) û çûyî bajarên tirkan nik dilê wan wekî neyaran dihatin dîtin. Nava ewên koçber bûyî de ji 3 pişkan 2 pişk asîmîle bûn, paşê neve wan de şiyan bijîn.

Niha jî herêm bi mînaka hepisxaneyek xwezayî ye. Çar aliyên wê bi zilm û zordari re girtine, nahêlin yek insan ji cih bizive. Tev zilm û zordariya ser geli dikin jî înkar dikin û nahêlin tu alîgirên mafê mirovan jî bikevin hindir. Peni tev zordariyê ser geli dikin û paşê jî bi çapemeniya alîgirê xwe re înkar dikin.

Evî şerê qirêj ê vê dawiyê, roja dest pê kiri û heta îroj kî dîtîye çapemeniya netewî a alîgirê vî şerî, di aliyê kuştina ciwanên kurd û tirka de berevani kiri. Ji bo kuştina ciwanên kurd û tirk dilsotina xwe înayî ziman û ji bo rawestina vî şeri tiştik weşandi an jî di nûçeyên xwe de goti.
Dawiyê de kurd wekî me goti bi xorti koçber kirin. War û avahiyên wan wêran kirin, hindik bi mînaka kavlan mane cih de, hindik jî kavlên wan jî neman. Tev navê wan warên hati valakirin ji rojevê derêxistin. Cihê warên valakiri, kirin çol û çolistan û hindik dane axayên alîgirê xwe hindik jî kirin parwanê hikometê.

Wekî pirr navçe û bajarên rojhilata başûrê tirki navçeya Amedê, Sur jî bi aliyê dagirkeran re hatiye zevtkirin. Li Surê jî derkevtina kolana qedexe ye û bi dem û deqîqeyan de navçeyê diden ber gijiloka bombe û tifenga. Bi dehan re panzer û tank, bi sedan re polîs û leşker û her ali de jî nêçîrvan lê cihkirîne. Wekî tev navçe û bajarên dî avahiyên dîrokî û avahiyên gelê Surê bi berdewamiya bombebarana wan bûne wêran, bûne kavil.
Vê demê de teknolojî dikleve rojevê.

Niha jî di van gomanan de nin ku bajar û navçeyên kurdan vala bikin û wêran bikin. Belê cidahiyek dikeve berê wan. Dawiyê war û avahiyên kurdan wêran kirin û navbenda alîgîrên xwe de par kirin, niha neşên wê bikin. Çimkî di zîhniyeta wan de, nava hişên wan de çi dibore ê pêşçavan û bi pêşveçîna teknolojîyê re di dem de aşkera dibe. Her we vî zemani de teknolojî bûye alîgirê mezluman, ê bindestan.
Di van rojên borî de serokwezîri hişên xwe ên tarî aşkera kir. Gor gotina wi Navçeya Surê paqij an ku hildan destê xwe. Dê bêji Navçeya Surê herêmek dijmin e û nû de êxistin nava axa Tirkiyeyê.
Belê li Cizîrê bi dehan re mirovên birîndar û ên jîyana xwe winda kiri ê jêrzemîn de an ku vahiş de. Birîndarên li wir bi deh rojan re ji bo komkujîyê an ku ji bo jîyana xwe winda bikin hêlayne wir. Nahêlim tu kes xwe nêzî wan bike.

Alîyê dî de jî got “em dê bajarê Colemêrgê û ê Şirnexê valabikîn aliyek dî.” Dê bêji welatiyên wan bajaran xolam û koleyên wine. Tu îradeya wan çu nîn e. Serokwezîr îredaya wan e, dê îradeya wan biguhire. Qedirê gelên van bajaran nik wi hinde bê wateye û şerm nake û dibêje ev welatiye welatiyê min in.

Di vî şerê vê dawiyê de wekî me goti navçe û bajarên rojhilata tirki de avahiyên wê û avahiyên dîrokî kirîne wêran. Kevir li ser keviri nehêlan. Piştî tev welatiyê van bajar û navçeyan bi xorti koçber kir dê heştpêyê (ahtapotê) xwe li van wargehan cih bike. Tê zanîn ev heştpêyê (TOKÎ) wan di erdheja Wanê de gelê Wanê şeland. Pivyêne di van wargehan de aliyekê bi harîkariya TOKÎ’yê re gor dilê xwe avahiyan avabike, aliyê dî de jî wekî erdheja Wanê welatî bişelîn in.
Di nava mêjîyê wan ê tarî de wekî erdheja Wanê di vê herêmê de jî rûvi ê gêrê dikin. Welat de bi diziyên xwe re binav û deng in. Ên hati aşkera kirin ew aşkera bûn. Ên nehati aşkera kirin jî bi dizîyên nû re dewlemend dibin.

Ev TOKÎ jî ji wan re fersende ye. Lewre avahiyên bi 40-45 hizaran bibên çêkiri, bi mînaka Wanê dê 80-120 hezaran firojin welatî. Ji bo vê çendê jî îtiraza geli pere nake, çimkî gez û meqez ê destê wan de.

Alîyê dî de wekî erdheja Wanê dê navbenda gel û şarederiyê de fitne û fesadiyê bikin û şarederiyê pêş çavên geli bikin êzdahiyê Gola Wanê. Çimkî di erdheja Wanê de nehêlan Şarederiya Wanê tu şol bike û ji bo harîkariya Şarederiya Wanê asteng derêxistin. Heke Şarederiya Wanê jî bi wan re bixebitîba wê demê ewan neşiyan dizîyan bikin.

Li bendê ne ku di van bajar û navçeyan de jî kirinên xwe ên neyar û rik danin ortê. Ê pêş çav ku tehdariya wan a ser geli aşkera ye. Dê xebatên şarederiyan jî asteng bikin. Bi vê armanca xwe re aligirîya gelê herêmê, a rasti şarederiyê û HDP’ê hildin destê xwe. Aliyekê şarederiyê, aliyê dî de jî HDP’ê pêş çavên geli sar bike. Aliyê dî dê dizîyên xwe de berdewam bikin.

Divê kurd û tirk di vê çendê de hişyarbin. Ev hikomete, vê TOKÎ’yê ji qesti tênaket van bajar û navçeyan. Wekî gur dikeve nava kerê pezi û terabera dike, ew jî kurdên herêmê terabera bikin. Wêrankirina avahiyên vê herêmê di binê hinbanka wan de hebû. Ewan ev avahi û avahiyên dîrokê herifandin an jî wêran kirin ku ca wekî erdheja Wanê polîtîqaya xwe a neyar bînin cih. Lê hişyarbin ku ew negehin armanca xwe.

 

Bu yazı toplam 3492 defa okunmuştur