Silêman Feqiyanî

Hêlûna hêrs û rikê bêbexti ye

04 Ocak 2016 Pazartesi 09:23

Tê zanîn ku xîmê bêbextiyê ji bingeha hêrs û rikê tê. Di vê wateyê de rik jî têjika hêrsê ye. Bi gotinek dî hêvênê rikê hêrs e. Mirovê rikdar be ji wi re bêbexti pir sanahî ye û her we ye. Lewre bêbexti ne tê kirîn, ne tê firotin, ne tê dîyarîkirin û ne jî di tê deyn kirin. Dema mirovek kevte telka (tuzaka) rikê pêxwarina wi a herî girîng bêbexti ye. Parîyê bêbexetiyê ji nava bêwijdanîyê bê îza, gor ê bêbextiyê dike bi şad û keyfxweşi, gor ê bêbexti li wi/wan hati kirin jî wekî peyva/hevoka jahra mari belavdibe nava mirovahiyê. Di vê sedemê de, ji mirovan re bêbexti (iftira) herî sanahi ye û me got her we ye.

Mirov ku ca bêbextîyê bike, tu îzayê nekêşe. Tenê xwedî hêrsê be û dilka wi de rikê hêlûna xwe çêkiri be, wijdana wi/wan nelerize bes e. Lewre bêbextiya gor dilê mirovê ku hêlûna xwe di nava wijdana ê bêbextiyê bike de çêkiri be. Ev hêlûna bêbextiyê a nava wijdanê de jî, bi mînaka peyvan re di nava lêvên ê bêbextiyê dike de derkeve û aşkera dibe. Bivê, bi hilkulîna hêrs û rikê re dê bêbextiyê bike, nevê jî dê hêrs û rika hindirê xwe de tepeser bike û xwe ji bêbextiyê bişêve. Dema xencelîska hêvênê hêrsê, rikê di nava dilka mirovekê de şîn bû û kevte nava wijdanê, wê demê bêbexti di mehî û xîmê bêbextiyê di tê avakirin. Çendî di hêrsê de qirqiçe, hind jî rik di dilka wi/wê de mezin dibe, gor mezinbûna rikê bêbexti jî zêde dibe û pêtir belav dibe.

Başe kî bi sanahi bêbextîyê dike? 

Rasti jî me goti bû. Ewên kevti telka hêrsê, jîyana xwe bi rikê re xemlîn in. Nava rikê de bi zayîna bêbextiyê re, xwe mirov hizir dikin.

Aha ewin ewên xwedî hêrs, xwedî rik, bêwijdan. Ewin ewên bê Xwedê, bê ol û bê nasname bêbextiyê dikin. Ewin ewên ji mafê mirovan dûr û nenas. Ewin ewên di dilka wan de rik, neyari, xwîndari, kirêti, nehs, zilm, zordari û tirsa Xwedê çu ne. Bi kurtasi ewin ewên neyarê xwe, neyarê malbata xwe, neyarê mirovên xwe, neyarên heval û tevahi mirovahiyê, bêbextiyê bi sanahi dikin. Ewên bêbextiyê dikin mirov dişê bi pir dî peyvan re xemilîne, belê ji bo vê nivîsînê ewên me goti rûyê wan aşkera dike.

Bi bêbextîyê re jî, mirov xusaretê an ku zirarê dide xwe û di de ê bêbextiyê li wi/wê dike. Ê bêbextiyê bike pêşî zirarê dide xwe, dibêjîn. Çimkî heke ew bêbextiya wi aşkera bibe dê aliyê tev mirovan re rûreş û şemizar be. Tabî heke ewi ew rû hebe. Çimkî ê bêbextiyê bike ew rû çu nîn e. Aliyê dî de jî heke piştî bêbextiyê, germahiyek bikeve dilê wi/wê û dilka wi/wê rasti ew mirovê û mirovahiya bêbexti lê hati kirin lerize, wê demê dê ezaba wijdanê bikêşe. Ev hizirene bi tevahî nava xîmê peyva ‘hekeyê’ de, dikevin aqilê mirovi. Lewre me got ê bêbextiyê bike ne wijdan, ne şerma mirovahiyê û ne jî rûyê mirovan heye.

Bi vê dîtinê re heke mînakekê bidin. Di dawiyê de an ku salên 90’dê de pir leşker, polîs, jîtem û xwînmêjên dî ên tirki bêbexti li kurdan kirin û bi wan bêbextiyên xwe re bûne sedema windabûna jîyana kurdan. Van dawiyê de jî piştî rasti wan bêbextiyên xwe re rû bir û mayî pêşeman bûn û xwe dane tafîkirin. Belê carek dî di wijdana mirovahiyê de bêbextin.
Ma hindik nabêjin “bexti keleha mêran û mirovahiyê ye,” ez jî dibêjim bêbextî rûreşiya mirov û mirovahiyê ye.

Heke dilê mirovi hemberê yekê an jî hindika de reş be, rikên qrêj, dîtin û gomanên herî zikreşî, çavsoriti, çavpênerabûn bi wi/wan re hebe û sahmê ji wi/wan bike, bêbextîyê pê re dike. Di vê wateyê de dilka mirovê bêbext naleriz e û ew ji Xwedê jî natirs e.

An jî bi qoweta xwe ve rasti wan qels be û bimîne bêtaqet. Bi çîraçepan, bi xapandinê an ko lêbandinê re neşêt ê. Ji wi/wan re kirêti, şemizari û rêkên rûreşîyê re, xwe wekî mû ser rûni diêxe. Bi mînaka serokê AKP’ê û Serokomarê tirki. Ma ew nabêjin em çi bêjîn gotinên me rast in, tu kes neşê gotinên me re bêje direw e û bigihure. An ku “hûn ewên gor me hizirnakin, an dê me hildin pişta xwe, an jî dê gor me hizirbikin” dibêjin.

Ji bêbextîyê re herî zêde mirov dişê binivîsî, belê em zivirîn bêbextîya diwelat de rewneq dide. A rasti tev Tirkiye û cîhan dizane ku, ev bêbextiya welat de sedî 90 di aliyê serokên AKP’ê û Serokomarê Tirkiyeyê re, rasti kurdan di tê kirin an jî gotin. Çimkî di welat û cîhanê de tu kes bi mînaka wan rasti kurdan xwedî hêrs û rikdar nîn in.

Tev merxeba welatî dema rûniştin ser doşekê û pişta xwe li balgîvê ber dîwari şipikandin û temaşeyî nûçeyên televizyona kir, di cih de xemgin dibin. Dilê wi/wan disoje. Piştîyê wi/wan ê wê rojê ser pişta wi/wan bi zêdehi giran dibe. Dema dilê mirovi şikest poşmanê xwe dibe ku hatiye cîhanê. Sedem ku nûçeyên televizyonên netewî bi bêbextiyê re, bi kul û kuvaniyan re, bi kuştin û rondikên dayikan re xemilîne.

Di tevahî nûçeya de dizi, hîzi, kuştin, lêdan, xapandin, xwîn û xwîndari heye û bi taybet rasti kurd û welatperwerên welat de, bêbexti bi hevîrê hêrsê û hêvênê rikê re heye. Ew jî têr nake bêbextî ji wan re wekî huner e. Rûyê wan nahê guherîn, wijdana wan nalerize, şerm nakin û ji Xwedê jî natirsin.

Rojnameyên netewî vê bêbextîyê jî hind sanahî dikin ku tu hewceyî lêgeran û lêkolana qewmînê nakin. Rasti heke qewmînê re lêgerîn û lêkolînê bikin nabe bêbextî, çimkî dê bibe nûçe. Wekî me goti ma nevê berê ji wê qewmînê re lêkolîna bikin û paşê jî dîtinên xwe bînin ziman ku ca nebe bêbexti. Bêlê gor vê çapemeniyê serokên Partîya Spî û serokomar, çi bêjin ew wê didin weşandin. Rasti jî hêvênê hêrs, rik û bêbextiya serokên Partîya Spî çapemeniya welat a netewî ye.
Belê endem û serokên Partiya Spî û serokomar, hêj zarok nehati dinê, ewi zaroki binav dikin. Hêj hilma germahiyê ji qewmînê nû, dirabe ew qewmînê wergêrin ser pişta welatperweran, bi taybet ser pişta serok û peywirdarên HDP’ê. Çapemeniya netewî jî bi mînaka kilmîşi maye pistahê Partîya Spî û serokomar re, bêbextiyên wan nexşîn in û xemlîn in.

Ev zilme têrî hewe nekir, hûn kevtin bêbextiyan. Bi van bêbextiyên xwe re hewe HDP û alîgirên vê partîyê bi hilkulîna şeri re sucdar kirin. Hewe piştîyê ser pişta xwe wergêra ser pişta welatperwer û hilbijêr û serokên HDP’ê. Pêvajoya çareseriyê hûn danin refka cemedxana û dibêjin HDP’ê şer derêxist. Hûn kî dixapîn in?

Aha di bêjin vê bêbextî. 

Ew jî bêbextîya ne bêbiqiloç (bişax), a biqiloç (bişax) e. Ev bêbextiya hewe, bêbextîya aşkera ye û ev ji tev bêbextiyan pêtir giran û kirêt e.

Armanca hewe 400 partelementer bûn, belê hûn nebûn hikomet. Di vê rik û hêrsa xwe de hewe qanûn binpêkirin, hûn carek dî a dilê xwe dikin. Ma ewa hûn niha dikin ne xurtiya ser gelan û qanûn û makeqanûyê ye. Rasti jî tu niha serok i û tu qanûn û makeqanûna nanasi.

Hey Xwedê ji te razînebûyo. Tu hinda daxwazi û xwestina sîstema serokatiyê dikî. Seba vê xwestik û daxwziya xwe te nêzî 400 ciwan di vî şerê qirêj de telaftin, te bira bi destê bira da kuştin. Di vê demê de çi kêmasiya te û a serokan heye. Rasti jî te sîstem guhartiye, lewre tu di bêji min sîstem guhartiye. Vê demê tu serokê yêkemîn i. Te çi bivê tu wê dikî. Bi kurtasi te çi bivê dê wê bikî û dikî jî. Çi kêmasi di serokatiya te de heye. Ne qanunê nasi, ne jî mafê mirov. Ne berjewandîya welat dinasi û nejî dawiya welat û welatiyan dê çi lê bê wê nabîni. Te welat, sîstema welat, hêzên welat ên mînaka polîs û leşkeriyê, saziyên welat hildaye destê xwe. Ne Xwedê nasi ne jî qanûnan nas e. Êdî te çi divê? Bi vê rik û hêrsa xwe re tiştik maye ku te hilnedayî destê xwe.

Nê êdî belg ji çiqê darê bikeve tu bêbextiya xwe re sedema kevtina wê belgê sûcdarekê di dem de peydadikî. Bi van bêbexti û hêrsa te a serokatiyê re tu kes nizane dê dawiya welat çi lê bê. Ma êdî ne bes e? Ew çi dilk e singê te de, ku wijdana te nalerizîn e? Dem maye welat û welatî dê di verezdê de pekin. Êdî bes e. Ev bangê tev gelan e, êdî bes e.

Bu yazı toplam 3505 defa okunmuştur