Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Bi rik aştixwazîn

Bi rik aştixwazîn

Wekî tev gelên dinyayê, gelên Tirkiyeyê, bi teybet gelê Kurdistanê jî girêdayî ax û zimanê xwe ye. Bi taybet kurd dibêjim çimkî dîroka Rojhilata Navîn de ên herî hati şelandin, ên herî hati înkarkirin û ên welatê wan di aliyê dagirkeran de herî zêde mayî bin zilm û zordariyê de kurd in. Di Rojhilata Navîn de welatiyên xwedî welat û zimanê xwe ên herî zirar dîti kurdin. Di Rojhilata Navîn de gelên herî mazlum jî carek dî kurd in. Heke mirov bi hilkulînek kûr navbenda gelên Rojhilata Navîn de bide hilkulîn, gor gelêndî de, pêtir bûyer û qetlîam di serê kurdan de borîye.

Di vê sedemê de xewn û xeyalên wan, serma û germahiya laşê wan, têrbûn û bêrsîbûna wan, tênîbûna wan, bi kurtasi jîyana wan bi hebûna welat û zimanê wan re berdewam e. Heke aliyê hindikan re ev jîyana wan a zindî bi bê înkar û talankirin wê demê demarek wan ên xwedîyê vê jîyanê di tê qipandin. Jiyana mirovan de demarek jîyanê heke tu ne be wê demê ew mirov jî najî.
Heke di aliyê hindikan re ji bo ninfaetê xwe, welat û zimanê hindikan danê rojeva xwe û welat û zimanê wan gelan înkar bike, wê demê ew gelên di tên şelandin û înkarkirin dê bi rik aştiyê bixwazin. Lewre aştî azadbûna gelan û welatn e.

Aha di vê xalê de dê bi rêberiya çepgir, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, xêzkar, hunermend û muxalîfan de, resti wê zilmê dê têkoşîna aştiyê bidin. Çendî ev alîgirên şeri û hêzên wan ên stemkar bibin sedema hilkulîna şeri, carek dî ew dê bi rik aştiyê bixwazin.

Di tev bajarên Tirkiyeyê û ên Kurdistanê de, roja 10.cotmeh.2015’ê de ji bo bangê aştiyê bilin bikin çepgir, demokrat, rewşenbîr, nivîskar, xêzkar, hunermend, muxalîf û hwd. Têkildar, li Enqereyê civîyan. Tu inyeta wan a xirab çu nebû. Tenê hêvîya wan ew bû ku ca ev şerê qirêj bisekine, di vê berdewamiyê de banga aştiyê li tev welat û cîhanê bang bidin. Tenê hêvîya wan ew bû ku siloganek bi mînaka ‘bi rik aştî ‘ bikin hewar.

Belê mixabin destek ji destê ta(neta)rî derkevt ortê û qetlîamek di dîroka Tirkiyeyê de yêkemîn kirin. Bi vê qetlîama van hêzên ta(neta)rî re nêzî ji 100’an jori welatîya jîyana xwe winda kir û nêzî 500’an jî birîndar bûn.

Bi vê bûyerê re navbenda hemû alîyan de (ên hikometê û ên mixalîfê hikometê) daxuyaneyan rahêla hev. Tev daxuyaneyên di aliyê hikometê re hati kirin, bûyer kirin stahê PKK’ê û HDP’ê. Herê gelo di dîroka dinyayê de hatiye dîtin ku bira bibe sedema windabûna jîyana birayê xwe. Ev jî tê vê wateyê ku ew bi xwe têkilî vê komkujîya bajarê Enqereyê ne û armanc rojevê guharin in. Hikometa AKP’ê paşê jî bi tev daxuyaniyên xwe de ‘ev teqina vê bombeya Enqerê bi a Pirsûsê re manendîye’ gotin.

Ev jî tê vê wateyê gor gotina hikometa AKP’ê çawa komkojîya Pirsûsê bi aliyê DAIŞ’ê re hatiye kirin, a Enqerê jî bi aliyê DAIŞ’ê re hatiye kirin. Heta eve jî hate gotin ku ev mirovên bombe ser laşê xwe teqandi wê roja bûyerê, şevekê li hicrokên xwe ên Enqerê de mayîne.

Wê demê mirov neşê vê pirsê ji wijdana raya giştî bike. Ew bi xwe di zanin û dibêjin ‘ev her du terorîstên bombe teqandi şevê di hicrokên xwe de mayîne,’ tê dîtin ew wan hicrokên wan jî dizanin ku li kû ne. Ew tev van hicrokên DAIŞ’ê dizanin. Ew dizanin ku li Enqerê, Izmîrê, Batmanê, Stenbol û tev dî bajarên Tirkiyeyê de çend hicrokên DAIŞ’ê hene û li kîderê ne. Di wan hicrokan de an jî çendî terorîstên DAIŞ’ê girêdayî wan hicrokan hene û kengî dakevin wan hicrokan û kengî jî di wan hicrokan de derkevin, ew dizanin.

Ev hinde sal e bi têkiliyên AKP’ê û DAIŞ’ê re û AKP harîkariya ji DAIŞ’ê dike, di tê gotin û nivîsîn. Mixalîf jî harîkariya vê hikometê, bi taybet a AKP’ê bi rik diînin ziman. Eve hinde sal e mixalîfên AKP’ê, harîkariya hikomete AKP’e a ji DAİŞ’ê re dide ê pêş çav me got. Ev daxuyaniyên mixalîfan di tev rojnameyan de jî di tê nivîsîn. Wekî jor jî hati gotin, ev hikomete tev bizavên milîtanên DAIŞ’ê ên Tirkiyeyê de dizanin û dibe ku harîkariya wan jî dikin.

Baş e, çi neyariya DAIŞ’ê bi HDP’ê û hêzên HDP’ê re heye? Rasti HDP’ê û hêzên HDP’ê de, navbenda neyariya terorîstên DAIŞ’ê a hikometa AKP’ê de çi ferq heye? Hindî DAIŞ e ew ji bo armanca xwe rasti kurdan xetimîne. A hikometa AKP’ê de jî kurdan hilbijartina 7 hezîranê de nehêla serokomar bibe serokdewlet.

Divê aliyê AKP’ê de ev pirse nemîne bêbersifk. Di be ku DAIŞ di xîmê xwe de wekî me goti hevrikê kurdan e. Navbenda DAIŞ û kurdan de têkoşînek micid heye. Kurd rasti armanca DAIŞ’ê ku pêşve biçe asteng in. DAIŞ di Rojhilata Navîne de dirbên herî giran ji destê kurdan xwariye û dixwun.
Êêê… Ev hikometa AKP’ê jî rikdar û neyarê kurdan e, we tê zanîn. Çimkî wekî me jori goti kurdan hilbijartina 7 hezîranê de rêka wan a serokdewletê xetimand. Di vê sedemê de hikometa AKP’ê jî pir zordari û rikdariyê ser kurdan dike. Dema navê êkitiya kurdan tê, ew şîrpençê digirin. Bi taybet serkevtina kurdên rojavayê ew pêtir dîn û har kirin.

Pêş çav e, têkiliya AKP’ê û DAIŞ’ê di vê armancê de digehe hev, an ku her du jî neyar û rikdarên kurdan in. Bi vê têkiliyên wan re hikometa AKP’ê ji hicrokên DAIŞ’ê ên Tirkiyeyê re harîkariyê dike, çimkî DAIŞ li Tirkiyeyê tenê êrijê dibe ser rewşenbîr, sosyalîstan û bi taybet kurdan.

Ma nevê mirov vê bibêje hewe. Ev 13 salan de nêzî 10 salan hûn bi cemiatê re biraubav bûn. Hewe bi hev re demokrasîya welat danî bin pêyan. Hewe bi hev re welat û welatî şelandin û hewe karker, kedkar, rêncber, bazirganê biçûk û hwd. hewceyî parîyê nani kir. Bi polîtîqa hewe a dijî welat û a hindirî welat re hûn kevtin qoletaniyê. Piştî 10 salan hûn û cemiat bûn neyarê hev û navbenda demek kurt de hewe tev rexgirên cemiatê bi yek pênûskê de dane girtin. Ew çawa çêdibe hûn vê navbenda kurt de alîgirên cemiatê derêxin ortê belê hûn neşên hicrokên DAIŞ’ê derêxin ortê? Ew çawa çêdibe welat de mirovek muxalîfê hewe be, hûn bi çîrokekê re wi dikin terorîst, belê terorîstên welat de bûyeran dikin hûn nabînin û nagirin? Heke têkiliyek navbenda hewe û DAIŞ’ê re çu nebe, ew çawa terorîstên DAIŞ’ê wahe azad di nava welat de kiryaran (bûyeran) dikin?

Wekî hûn dibêjin, tev cîhan jî di bêje ev kiryariye (bûyere) wekî a terorîtên DAIŞ’ê ne. A cîhan dibêje hûn jî dibêjin, belê hûn qed nabêjin ev terorîstên DAIŞ’ê çawa serbest di Tirkîyeyê de dijîn û digerin? Heke tu kes an jî hêz alîgirê van terorîstane nebe û wan neparêze dê çawa nava Tirkiyeyê de bonbeyan biteqîn in?

Aha tev bi van sedeman û ên wekî vane de welatiyê Tirkiyeyê bi awazê bilind ‘em bi rik aştîxwazin’ dibêjin û vê gotina xwe jî dê berdewam bikin. Tev aştîxwazên Tirkiyeyê vê têkiliya hewe a bi DAIŞ’ê re dê betal bikin û dê vî şerê qirêj jî bidin sekinandin. Lewre ev welatê Tirkiyeyê bi aştî û biratiyê re dê kulîlka veke. Xwişk û biratiya gelên Tirkiyeyê dê bi mînaka mifriqi di Tirkiyek azad de berdewam be.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10