Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

XELETIYÊN SERDESTAN DIBE SERKEVTINA BINDESTAN

XELETIYÊN SERDESTAN DIBE SERKEVTINA BINDESTAN

DîrokaTirkiyeyê de hemû dema pir sîyasetvanên tirkan di doza xwe de, xwe berdayîne nava xeletiyên pir girîng. Doza van sîyasetvanên Tirkiyeyê de, ewan di jîna wan de xeleti gor xwe tiştik pîrozwer dizanîn. Di vê sedemê de êdî tev xeletiyên xwe bi aşkera dikirin. Ewan we dizanî û bi van xeletiyên xwe re jî ji bo serkevtina welati dibûne asteng. A herî girîng jî dema ev sîyasetvane diketin hikometê bi tevahî şaş û çavtarî dibûn. Çimkî tev xeletiyên xwe wekî tiştik pîrozwer û serkevtina welat dizanîn.

Tê zanîn ku mirovê çavtarî û bêhiş jî xwe bi xeletiyan re xemilîne. Wekî tev sîyasetvanê tirki ên di hikometa AKP’ê de cih girti jî bi rih û can ê pêş çavan. Roja hikometa AKP’ê ava bû û heta îroj hindik sîyasetvanên vê hikometê heke tiştik ji bo faydeya Tirkiyeyê kiribe, 10 jî ji bo zirera Tirkiyeyê kirîne. Di wê sedemê de hebûn û jîyana wan, bi xeletiyan re xemilîye û ji bo pêşveçûna Tirkiyeyê û serfiraziya gelên Tirkiyeyê bûne asteng.

Ewan xwe bi mînaka hikomdara hizirkirîye û rasti rexne û xwerexneyan der û pencereyên xwe girtîne. Bi vê bizava xwe re di xeletiyên xwe de berdewam kirîne.
Navbenda gelên Tirkiyeyê de, cidahi derêxistîne. Gel ên Tirkiyeyê bûnê rikdarên hev. Rasti jî, ên alîgirên wan nebin, bi zilm û zordariyê re tepeser kirîne.
Demokrasî hilgirtîne bin pê xwe. Tev qanunên dijî demokrasîyê ji bo berdewamiya hikomdariya xwe de derêxistîne. Rasti gelên welat zaptirep an ku kuştin, lêxistin, windakirin, hilgirtine binçavan, qedexeya hiş û hizirên wan zêde kirîne.

Di welatê Tirkiyeyê de êşa herî giran çareseriya pirsgirêka kurdan bû. Navbenda çend salan de henekiyên xwe bi vê çareseriya pirsgirêkê re kirin û gelên Tirkiyeyê bi taybet kurd xapandin. Dawiyê jî dîtin ku dê hikomdariya wan bikeve, pirsgirêka kurdan carek dî înkar kirin û çareseriya pirsgirêka kurdan danîn dolaba cemedxanê.
Rojnamevanên welat, bi rasti lêbûna wan re zincîr êxistin aqil û hizirên wan, çapemenî bi taybet çapemenîya netewî girêdayî xwe kirin. Evê çapemenîyê tev xeleti û dizîyên wan înkar kirin.
Rojnamevanên çapemenîya azad jî kevtin girtigehan û di vê dozê de jîyana xwe winda kirin. Mînak rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul jî wekî tev rojnamevanên azad di nava peywira xwe de dixebitîn û rasti dinivîsin, belê hatin girtin. Aşkerina direw û xapandina wan, ew êxistin nava xeletiyan.

Aliyê dî de em temaşeyî vê xeletiya wan a balefira ûrsi bikîn. A rasti, gor rojeva cîhanê û çapemenîya Tirkiyeyê, evê balefirê tu êrij neînabû axa Tirkiyeyê. Nêzî 10-15 deqîqeyan li ber sinorê Tirkiyeyê de borî ye. Dinyayê de ji bo vê sedemê heta îroj li çu welata bi vê mînakê balefir neêxistîne.

Aliyê dî de jî ev tê hizira mirovi û mirov divê vê pirsê ji xwe bike.
Herê gelo ew fûzeya ji balefira tirki derketi heta çend sanîya dê bigehe balefira ûrsi? Bawernakim ku ev fûzeye navbenda 10-15 sanîyan de bigehe balefira ûrisi, çimkî bawerim ku navbenda her du balefiran de niha navbirek dirêj hebûye. Wê demê kifş e ku pîlotên tirki hêj balefira ûrisi nav erdê Sûrîyeyê de fuze rêkirîne ku dema balefira ûrisi nav erdê tirki de lêkevti ye. An jî piştî balefira ûrisi hati hindavi erdê tirki ewan ew fûze rêkiriye û piştî balefira ûris hindav axa Sûrîyeyê lêkevti ye. Gor van hizirane we dîyare tirki balefir ji sedema hati nav axa xwe lênedaye. Tiştik dî di bin vê lêxistina balefira ûrisi heye.

Kifşe e ku rika tirki lêdana balefirê re hebû û bi zanayî ê lêdayî.

Ev hizirene jî pir di kevin nava aqilê mirovi. Hindik sîyasetvanên AKP’ê wekî me pir caran goti rikdarê kurdan in. Kantonên Sûrîyeyê jî di vî şerê xwedîderketina hebûn û windabûna xwe de bi qehremaniya xwe re berevaniya xwe kirin. Tev cîhanê rasti vê qehremaniya wan pişkokên xwe girtin. Ev jî zixtê/tansiyona hindik sîyasetvanên AKP’ê rakir û bi wê rikê re şerê Sûrîyeyê de sîyasetek qirêjû daxebatê. Ji bo sedemên sanahi û bêbingeh êrij kurd û gelên dî ê Sûrîyeyê kir. Ji bo bin sîvanê harîkariya Tirkmenên Sûrîyeyê, ji El Nusra û El Qaîde re harîkarî kir. (Gor gotina El Nusra girêdayî El Qaîdê ye.) Ecêba hikometa AKP’ê di sîyaseta xwe a aliyê Sûrîyeyê de sedem rik û neyariya xwe a rasti kurdan de pir xeleti kirin û niha jî neşê xwe ji van xeletiyên xwe tafî bike. Ev xeletiyên wan jî ji kurdên Sûrîyeyê re bû pêxwarin û dê kurdên Sûrîyeyê bigehin armanca xwe.
Alîyê dî de rasti DAIŞ’ê tev dewletên cîhanê bi taybet ûris û Emrîka bûn tifaq. Tirkiyeyê jî ma tenê. Çimkî bi aliyê wan re tev daxwaziyên tirki nahên cih. Lewre daxwaziya wan a herî girîng îmhaya kurdên Sûrîyeyê bû. Qehremani û pêşveçûna kurdên Sûrîyeyê ew berda nava xeletiyên girîng. Ev jî bû sedema vê xeletiya wan a êxistina balefira ûrisi. Kifş bû bingeha xeletiya tirki de a herî girîng ev bû. Têkiliyên Dewletên Rojavayê û ûrisi bi sekine. Ûrisi têkilî vê tifaqiya wan a rasti DAIŞ’ê neke. Heke ev tifaqiya navbenda van tev dewletan de bibê cih, Tirkiye dê bi mînaka mirovê rûs bimîne kolanê.

Hikometên Tirkiyeyê rasti gelên welat û mafê mirova di dîroka xwe de her dem xeleti kirîye; dikin me got. Pir ji wan xeletiyên hikometên tirki ên balkêş di dîroka Tirkiyeyê de hebûn, belê a herî balkêş kuştinxwaziya rasti Parêzer Tahir Elçî re hate kirin. Çimkî kuştina nemir Parêzer Tahir Elçî bi aşkera pêş çavên cîhanê hate kirin.

Mirov tu fêhmnake ku serokwezîrê AKP’ê kuştina nemir Tahîr Elçî de PKK’ê nîşanda. Lê ya rast wekî weşandina zindî, kuştina nemir Tahîr Elçî kevte pêş çav. Gor tev van weşandinên zindî ên pêş çav bi yek fîşeka nêçîrvani re hatiye kuştin. Herê gelo di wê hêcan û hingamê de ew kîjan nêçîrvane ku armanca mirovi bike. Heke di nava wê lezubezê de tu nêçirvan ferzendê nebînin ku armancê bikin wê demê di aliyê nêçîrvanek dijî wê bûyerê de Tahîr Elçî kuştiye, di tê hizira mirovi.
Bi mînaka kuştina Tahîr Elçî re hat dîtin ku dîrok çendê pêşve diçe, ew çendî înkar bikin carek dî ev xeletiyên wan dê bi demê de bibê aşkerakirin. Bi tev xîreta wan a ku veşêrin, kuştinxwazîya nemir Hirank Dînk neşiyan veşêrin. A nemir Tahir Elçî jî neşên veşêrin.

Çareserî nîn e. Ew neşên çapemenîya azad jî bêdeng bikin. Bi sedan rojnamegerên azadîxwez ên hati girtin û kuştin, bi hezaran re jî ên bên cihê wan, rojnameger hene. Ew çend rojnamegerên azadîxwez bikujin û bigirin carek dî ew bi hezaran re zêde dibin. Azadî, aştî, biratî û xîmê mafêmirovan bikeve welat jî carek dî aştîxwez xilas nabin.

Heke pêşîya çapemanîyê negirtiban. Çapemenî tenê gor hizirên xwe negirtiban. Çapemenî danîban xizmeta demokrasî û mafê mirovan de, îroj hinde rojnamevan û sîyasetvanên mixalîfê wan di girtigehan de nebûn. Heke bi van xeletiyên xwe re xwe nexemlandiban. Welat dê xwedî demokrasîyê derkevtiban û demokrasî tenî ne ji xwe re, ji tev gelan re xwestiban vê demê mafê mirovan nekevte bin pê.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10