Silêman Feqiyanî

Ziman û mirov

22 Şubat 2016 Pazartesi 10:12

Mirov navbenda mêr û jinê de, xîmê xwe ê jîyanê danê.
Gor hindikan bi xweşi, gor hindikan bi nexweşi ev bûyere diqewime.
Belê dawiya vê bûyera mirovan de, jîyanek nû dest di avêtê.
Kî bibêje bila bêje.
Vê xwezaya dinyayê de,
Navbenda mirovan,
An jî navbenda candariyê de.
Jîyanek nû dest di avêtê.
Xîmê mirovahiyê,
Û
Xîmê mafê mirovahiyê,
Di vê bûyerê de dest di avêtê.
Bi vê berçavkê de.
Mirov dema ji dayika xwe bû rûs e.
Miflis e.
Bê libês e.
An ku.
Uryan e.
Gor hindikan di serayan de.
Gor hindikan di nexweşxanêyên herî girîng de.
Gor hindfikan di binê gûniyekê de.
Gor hindikan bêrê, palînê, nav parêzi, zomê,
Gor hindikan jî kolanê, çol û çolistanê,
Hwd.
Di tev jîyana navda di jîn de, zarokê xwe diîne dinyayê.
Tev dinayê de,
Ev bûyere wek hev e.
Jîyana wan,
Têkiliyên wan,
Rabûn û rûniştinên wan,
Tev bizavên wan wek hev in.
Candariya mexlûqatê cîhanê di aliyekê de,
A herî girîng têkiliyên mirovan cihek cida digire.
Ew jî yek bi yek axiftin û ji hev re fêhmkirin e.
Dawiya axiftinê,
An jî fêhmkirina bi hev re dê çawa be.
Pêşîyê bi dûkelê,
Paşê,
Bi îşareta an jî bi nîşandayê,
Bi qasida,
Bi pirr dî têkiliyên, xwe de ji hev re fêhm kirin.
Ev jî,
Pêşîyê bi wênayen,
Bi îşaretan,
Û
A dawiyê bi nivîsîna ji hev re fêhmkirin.
Mirovahi bi van şert û mercan de kevte cîhanê.
Belê,
A di navbenda mirovan de bûyî sedema fêhmkirinê,
A têkiliyên mirovan de bûyî sedema qenci û xirabîyê re,
Di gotin ziman.
Zimanê dayikê.
Nasnameya mirov û mirovahiyê bi wi zimani re kifş bû.
Herê, bi vê têkiliyê re mirovahi bû xwedî nasname,
Û
Bi van têkildaran re jî digotin mirov.
Tev van têkili û bi hev re axiftinê de,
Di xwezaya dinyayê de welat,
Ser wan welatan de jî gel kevtin herêman.
Wekî;
Îngilîstanê, gel ê Îngilîzî,
Tirkiyeyê, gel ê tirki,
Erebîstanê, gel ê ereb
Û
Kurdistanê, gel ê kurd de.
Sînorê welatan kevte rojevê,
Ser wan welatan jî gelan jîyana xwe domkir.
Tev cîhanê de welat bi navê zimanê dayika xwe re bi navbûn.
Ev bûyere jî di cîhanê wekî makeqanûn înandin ziman.
Ziman ji mirovahiyê re mafek netewî ye, gotin.
Û
Tev gelên cîhanê dê bizimanê xwe re bijîn, gotin.
Ziman ji tev gelan re wekî şîrê maka wi ye, gotin.
Ziman mirov e û mirov jî ziman e, gotin.
Bi sed caran, bi hezar caran mixabin,
Tev cîhanê de ne Kurdistan.
Ne jî zimanê kurdan,
Nehat nasîn,
Zimanê kurdan hat înkar kirin û asîmîle kirin.
Pêşîyê tev dewletên cînarê Kurdistanê,
Paşê jî tev dewletên cîhanmê,
Ne kurd û ne jî Kurdistan nasîn.
A herî girîng zimanê kurdan qethî nenasîn.
Heta îroj,
Di sedsala 21’ê de em kurd jî xwedî zimanê xwe dernekevtîn.
Tev dewletên cînara zimanê me kurdan asîmîle kirin,
Û
Mixabin em kurd jî kevtîn nava otoasîmilasyonê.
Ji bo îmhaya zimanê xwe, me jî harîkariya wan kir.
Kurdno, nazdarno, delalno xwe ji hişên neyari bişêve,
Xwedî zimanê xwe derkeve,
Xwedî xwe derkeve,
Ku
Ca tu, welatê te, zimanê te azad bibe.
Di van hizir û hişan de,
21’ê sibatê roja zimanê dayikê yê cîhanê,
Di vê wesîlê de, roja zimanê dayikê yê kurdan pîroz dikim.

Bu yazı toplam 32741 defa okunmuştur