Silêman Feqiyanî

Mirovê çavtarî dibe Hikomdar

09 Kasım 2015 Pazartesi 10:53

Tev dinyayê de hatiye dîtin ku binyatê faşîzmê de û dagirkeriyan bi xwîna faşîzmê re jîyana xwe dom dike û di zîhniyate xwe de çapemenî di îradeya xe de girtiye. Çimkî armanca vê îradeyê de divê tev çapemeniya welat di destê wan de be û bi daxwaziya wan re bixebitin û wekî wan hizir bikin. Reng û rûyê çapemeniyê, hizir û hişên çapemeniyê, exlaq û têkiliyên çapemeniyê û aqil û mejîyê çapemeniyê wekî a wan be û çapemenî mixalifê wan nebe. Di vê sedemê de dema  faşîzm kevte herêmakê an welatekê, ji bo jîyana xwe, dagirkeriyê di êxe rojevê û wê demê qedexekirin, zilm, zordari, girtin, kuştin, windakirin û hwd. berdewam dibe û têkiliyên fşîzmê dikeve ser çapemeniyê. Ev tehdari û zordariya ser çapemeniyê di zîhniyeta faşîzmê û bi hebûna faşîzmê re dagirkeriyê cihek girîng digire. 

Rast tev welatên dinyayê de faşîzm û bi berdewamiya wê re dagirkerî, di xîmê demokrasîyê de aşkera an ku zelal nîn e. Di wan welatên demokrasîya mafêmirovan de cih girti, qedexekirin û tehdariya ser çapemeniyê zêde nîn e, veşarti ye. An ku a heyî jî aşkera nîn e. Çimkî ev hikometên di vê sîstema dewletên demokrasî lê heyî, ji dawiya xwe natirsin. Lewre demokrasî tenê ên di hokometê de cih girti re nîn e, demokrasî ji hemî welatiyan re heye. Çapemenî jî di wan welatên xwedî demokrasî de, ji bo hemî kesê heye û azad peywira xwe dike. 

Dewletên gor wan demokrasî heyî, belê demokrasîya wan nediyar de, qedexekirin û tehdariya ser çapemeniyê aşkere ye û tu sinorê wê çu nîn e.Welatekê de demokrasî heke hebe jî û di xizmeta hindikan de be, her we xwedîderketina mafê mirovan çu nabe û mafêmirovan dê bikeve bin pê. Bi gotinek dî heke di welatek de demokrasî hebe, belê hikometa wî welati wê demokrasiya welat ji xwe re bibîn e û di menfaetê xwe de rêde bibe, wê demê dê welat aloze bibe. 

Wê demê heke hikometa wî welati demokrasî ji xwe re qebul kiri be, ji gelê xwe re tenê demokrasîyê bi navê wê re bîne ziman, dawiya wê dîktatorî ye. Zîhniyeta dîktatoran de jî “Rebbê min ez hezdikim seltenet, seray, malê dinyayê her ji min re be, ji tu kesê re nebe” dibêjin. Gor wan, welatî tenê bila têrzik  bijîn û bi mînaka koleyan bo mim bixebitin ku ca ser serê wan hikomdariyê bikim, dibêjin. 

Serokatiya partîya hikomet hildayî destê xwe, bi mînaka dîktatoran gor vê zîhniyeta xwe de, bi alîgiriya çapemeniya alîgirê xwe re, welati û minfaetê welati ji bo minfaetê xwe dide xebatê. Ew çapemeniya vê neheqiya ew dike de aşkera bike, alîgirê wi nebe û gelê rasti vê zilma wi sekine jî di biêxe bin îşkenceyan. Ji xwe re hêzên dîktatorîyê girêdide rejîma xwe. Rasti gel û çapemeniya neheqiya wi qebûl neke jî, qanunên bi mînaka ganunên Hîtler derêxe. Ê nerazîbûna xwe bîne ziman tepeser dike û mafê mirovan danî bin pê. 

Lewre ew dîktatorên di hikometê de cih girti, bi zor û zordariyê, bi zilm û îşkenceyan, bi windakirin û kuştina rojnamevana û welatiyan re dijîn. Çendî mirov vê şîroveyê veke dê her dirêj bibe. Em di vê mijarê zivirîn mijara qedexekirina çapemeniyê. 

Welatê Tirkiyeyê de roja ava bû û heta îroj, di dîroka xwe a dagirkeriyê de nehêlaye çapemeniya hemberê xwe ser rake. Di Tirkiyeyê de tev hikometan ser çapemeniyê qedexe daye xebatê û rojnamevan û nivîskar rasti îşkenceyan û girtinê mane. Pir caran bi aşkera, pir caran jî neaşkera evê qedexeyê rûyê xwe ê sahm nîşa daye. 

Di dîroka dagirkeriya hikometên Tirkiyeyê de, her dem çapemenî a netewî û a dî bûye du alîgir. Aliyek çapemeniyê bûye alîgirê hikometan û alîyê dî jî bûye hevrikê hikometan. Çapemeniya bûyî alîgirê hikometan her dem kirêti û xeletiyên hikometan parêstîye, a dî jî rexne kirîye. Mînak, çendî hikometan mafêmirovan pêpes kirîye, mirovahi hildaye bin pê, keda geli şelandiye çapemeniya alîgir ji bo serkevtina wan bûye pişt û ew pîroz kirîye. Çapemeniya ew rexne kiri, ev neheqiya wan aşkera kiri, bi aliyê hikometan re zilm lê hatiye kirin.

Ev 60 sal e, a me bi çavê xwe dîti, di tev hikometên tirki de, a herî xwînrêj, rikdar, zordar û qedexeya ser çapemeniyê giran kiri ev hikometa AKP’ê ye. Ew jî qedexeya ser çapemeniyê bi mînaka hokmetên kevin nekiriye, bi aşkera û pêşçav nivîskar, rojnamevan tehdît kirîye. Lewre ev hikometa AKP’ê çapemeniya alîgirê xwe re xwedî derkevtiye û a hemberê an ku dijî xwe jî bi mînaka alîgirê terorîstan înaye ziman.

Navbenda van 13 salan de hikometa AKP’ê zordari û qedexeya mezin ser çapemeniya azad kirîye me got. Di van 13 salan de ê pêş çav ku zîhniyeta AKP’ê bi qanunên derbeya Evren re hikomdariya xwe domdike. Rasti, dijî qanunên Evren, bi qanunên xwe ên nû derêxisti re welatî zêde êxistiye bin zilm û zordariyê. Ma nabêjin “ê nû hati, mirovi hewceyî ê çûyî dike.” Tê dîtin ku Erdogan welatî hewceyî Evren, Gureş û Çîller kirîye. Zilma ên çûyî ji ya Erdogan siviktir bû.

Di hikometa AKP’ê de ev zêde zêde hat pêş çav ku mirovên dijî Erdogan û dijî hikometa wi pêtir di bin zext û zordariyê de dimînin. Ser çapemeniya azad, bi taybet ser çapemeniya kurdan a azad de zextên xwe zêdekirîye. Dîroka Tirkiyeyê de nehatiye dîtin ku çu hikomet sîteyên ser înternetê qedexe bikin. Belê sîteyên bajarên herêma kurdan, a mînaka Nûçeyên Geverê (Yüksekova Haber) hişên xwe ên tarî danî pêş çav. Sîteyên bi mînaka Nûçeyên Geverê ên di înternetê de cih girti û çapemeniya kurdan a bi mînaka rojname a bi mînaka şûjinê we kevtiye çavê zêhna tarî a hikometa AKP’ê û ew jî qedexe dike. 

Tenê zîhniyeta Erdogan û a hikometa wi a AKP’ê de ev heye. Ku ca tev suçên xwe, diziyên xwe, zîhniyeta xwe a dijî mafê mirovan, rika xwe, neyariya xwe a dijî gelan bi taybet dijminiya ser kurdan veşêre. Rasti vê zîhniyeta wi kurd û çapemeniya kurdan rasti vê rika wi û suçên wi aşkera dike. Rasti vê zîniyeta wi xwedî çapemeniya xwe derkevin û teslîm wi nabin. Ew dibe dîktatorî. Mirovê xwedîyê vê zihnîyetê, bi berdewamiya zilm û zordariyê, berdewamiya binpê kirina demokrasîyê re dibe hikomdar.

Ev divê nehê ji bîrkirin. Demokrasî bi tevahiya gelên wi welat re hebe dibe demokrasî. Heke demokrasî tenî ji qewmekê re, an jî ji hokemtekê, bi mirovekê re hebe, ew nabe demokrasî. 
Di welatekê de heke demokrasî dilka welatî (gel) be, çapemenî jî xwîna wê demokrasîyê ye. Her du bi hev re dijîn. Yek çu nebe, a dî jî çu na be. 

 

Bu yazı toplam 5018 defa okunmuştur