Silêman Feqiyanî

Namzetê Wan'e Beşir Atalay

26 Ekim 2015 Pazartesi 10:43

Tê zanîn ku hilbijartina 7 hezîranê, Tirkiyeyê de rêxistinên civak ên demokratîk, sosyalîst û şoreşgeran, bi taybet kurdan, AKP serubin kir û AKP nebû hikomet. Bi vê kevtina AKP’ê re pêşîyê R.T.Erdogan û paşê jî tev berpirsgerên AKP’ê kevtin hêrsa herî dijwar û rabûn ganê xwe leqan. Hêmî jî, bi taybet R.T.Erdogan di hêrs û rikê de qirqiçîn û ev serkevtina demokrasîyê qebûl nekirin û îradeya gelan danîne bin pê xwe.

Çimkî êşa hindirê wan de êşek pir giran bû. Lewre aliyekê R.T.Erdogan ne geheşt armanca xwe an ku nebû serokdewlet. Alîyê dî de heke AKP ji hikometê bikeve dê pir suçên wan aşkera bibe, dizi û talanên wan derkeve ortê. Ev jî têra windabûna wan dikir.

Ji bilî vê, di van navbenda 13 salan de ji bo berdewamiya hikomdariya xwe çendî qanunên dijî mafêmirovan derêxisti, dê hemû rabin, êşa dilê wan a herî girîng dê demokrasî bikeve welat. Hat dîtin ku ewan demokrasî tenê bo xwe divîya, gor wan demokrasî divê gor gotin, hiş, raman û armanca wan be.

Gor zîhniyeta xwe, heke dê suçên wan derkevin ortê, bila demokrasî bikeve bin pê de hebû. Sîstema welat aloze kirin û nehêlan bi şirîkîya 2 partîyan re hikomet bibê avakirin. Di wan hiziran û ramanan de welat êxistin nava hilbijartinek dî. Gor wan di vê hilbijartina 7 hezîranê de ew nebûn hikomet dê hilbijartina nû de bibin hikomet. Rasti jî bi van hiziran de hilbijartinek nû re qirar dan. Di nava hêrs û rika xwe de gemore bibûn, vê sedemê de wekî me goti tu koalîsyon jî qebûl nekirin.
Di vê bûyera hilbijartina 7 hezîranê de kurd û hêzên kurdan ji xwe re bi mînaka neyar û dijmin dîtin. Çimkî hêzên kurdan di bin sîvanê patrîya xwe a DTP’ê de kevtibûn hilbijartinê û ewan ev bûyere ji kevtina xwe re sedem didîtin. Serokomar R.T.Erdogan bi devê xwe çareseriya pirsgirêka kurdan sekinand û bû sedema şerê qirêj.

Gor dilê R.T.Erdogan, wekî salên 1992-93 û 94’ê çawa ser kurdan qetlîam hati kirin û kurd girêdayî xwe, dê vê carê jî wan qetlîama zêde bikin û dê kurd teslîm wan bibe. Van hizirên xwe de, dê kurd hilbijartina yek cotmhê de dengê xwe bidin wan û dê kurd carek dî bibin neyarê xwe.
Van gomanan de înan vê hilbijartina yek cotmehê de Beşîr Atalay di lîsteya parlementeriya bajarê Wanê de, di rêza yekemîn kirin namzet.

Mirov di mîne şaş. Gelên Wanê ji bo parlementeriya bajarê xwe, namzetên bi xwe re tifaq nebe nakin partelemter, qey ewan nezanî. Dê çawa Beşîr Atalay bikin parlementer. Wanîyan dawiyê de dîtîye ên bêbext, neyar û xwefioşan pir alozi di serê wan de înaye, di vê sedemê de ji wan vêzarin. Ji wê çendê mixalîfên AKP’ê, bi taybet Wanî pifdikin masti û paşê dixwin.
Herê gelo…

Beşîr Atalay, ew Beşîr Atalay nîn e ku ewê pêşîya hilbijartina 7 hezîranê de di çarseriya pirsgirêka kurdan de xwedî berpirs? Paşê bûyî neyar.

Ev Beşîr Atalay nîn e ku ewê vê hikometa AKP’ê de bûyî wezîrê hindir û pir dî wezîrîyê de peywirdarî hildayî? Bi gotina peyvên hindirê wan vala re “em dê pirsgirêka kurdan çareser bikîn” goti û kurd xapandi.

Ev Beşîr Atalay nîn e ku ewê piştî hilbijartina parlementeriyê a 7 hezîranê, ji bo destpêkirina vî şerê qirêj de bûyî alîgir? Vê demê rexgirê şeri ye û dê vê hilbijartinê de dengi ji Wanîya bixwaze. Van rojan de bi aliyê hikometa wi re dem bi dem kurdan, sîyasetçîyên Wanê di kujin û têkin pişt qiflan û ew jî temaşe dike.

Di vê dawiyê de, ev Beşîr Atalay nebû ku alîkarê serokwezîri bû û di qadroya Erdogan de cih girti û bûyî alîgirê windabûna hinde ciwan, zarok û jinan?

Ew roja R.T.Erdogan çareseriya pirsgirêka kurdan danî refka cemedxaneyan û bûyî sedema vî şerê qirêj, ev Beşîr Atalay ne bû mayî, bêdeng?

Nê ev Beşîr Atalaye bû, di hikometê de xwedî berpirsî û wekî serokomari ew jî agahdarê vê peymana Seraya Dolmebaçê. Tev ev pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan di destê Beşîr Atalay de bû û bi serokatiya wi re evê pêvajoyê berdewam dikir. Roja serokomari ev pêvajoye înkar kiri, ma evi Beşîr Atalay serokê heyeta Seraya Dolmebahçê nebû? Dema R.T.Erdogan peymana Seraya Dolmebahçê, bi taybet pêvajo înkar kiri û nê ew û heyeta wi kevtin bin pê. Ew bi çi rû re mabûn bêdeng.
Ji bilî vê.

Ev Beşîr Atalay nîn e ku pir caran hebûna kurdan înkar kiri û heqaret li kurdan kiri. Niha ev mirova bi çir û li Wanê bûye namzetê parlementeriyê û dengi ji Wanîya dixwaze. Dê bi çi rû de derkeve kolanên Wanê û dê bi çir ê re li qadên Wanê mitînga bike?
Dê çi ji gelên Wanê re bibêje? Dê kîjan derdê Waniyan derman bike? Ev navbenda 13 salan de, ew bi xwe di hikometa AKP’ê de nebû? Ewi di van 13 salan de ji Wanîyan re çi kir?

Di hikometa wan de erdhejek giran di serê gelê Wanê de borî. Di vê navê de dema erdheja Wanê çêbûyî ew wezîrê hindir bû û ewi zor danî ser gelê Wanê. Di vê berdewamiyê, de ewi û hikometa wi di wê erdheja Wanê de, ji Wanîyan re çi kir? Kîjan pirsgirêka Wanîyan çareser kir? Di wê erdheja Wanê de carek dî bi Wanîyan re kevtin rikê û tev Wanî bûne deyndarê TOKÎ’yê. Ewi bi taybet AKP’ê, tu pirsgirêkên gelê Wanê ên a heta îro çareser nekirîye ku dê ji îroj paşde çawa çareser bikin? Ewê pirsgirêka kurdan çareser nekiri, dê çi daxwaziyên gelên Wanê bi taybet ên Tirkiyeyê biîne cih.

Roja erdheja Wanê de em Wanî di wê serma û seqema payîzê de li kolanên wanê helak bûyî me ji bîr nekirîye. Roja carek dî di erdheja Wanê de ew harîkariya ji Wanîyan re hati ewan li kû xerç/serf kirin, Wanî dizanin. Çawa ew alîkari talan kirin wê jî Wanî dizanin. Wanîyan ew roj ji bîr nekirîye. Çimkî ew roj bi mînaka birîna reş kevtiye hindirê Wanîyan û psîkolojîya Wanîyan tevlihev bû ye. Ser hinde îza û kêmasiyên xwe de, dê Wanî bi çi rû dengê xwe bidin wan.
Tev Wanîya bi çavên xwe dîtin serokwezîrê AKP’ê di mitînga Wanê de, tev gelên Tirkiyeyê bi taybet Wanî tehdît kir. Ma ne got “heke hûn dengê xwe nedin AKP’ê û AKP nebe hikomet dê wekî dawiyê torosên spî derkevin kolanan.” Ma kurd nizanin torosên spî dawiyê de çi înaye serê wan. Hat dîtin ku kurdan bi vê bûyerê re tirsîn in.

Dibe ku dawiyê de Wanî di tirsîyan, belê niha na tirsin. Lewre ewan kirasê tirsê çirandi ye. Êdî tu tiştê wan nemaye ku berze bikin. Wanî dê vê hilbijartina yek cotmehê de Beşîr Atalay bi siwariya wê torosa spî re rêwîyê Enqerê bikin. Ew roj nêzîk e.

 

Bu yazı toplam 3813 defa okunmuştur