Xwudêyo tu min efubike
Osmanê Gewaşî, mir0vek gelek nîyet paqij e. Osman di daîrekî dewletê de notirvanî yê dike. Dema teqawit dibe, nîyet dike ku biçe Hec ê û wê nîyeta xwe ji jina xwe re jî dibêje.
Jina wî, xwe li erdê dixe û dibê :
Tivê tu min jî bibî.
Osman mecbur dimîne jina xwe jî bibe û ji bo hindê jî çend zevîyan jî difiroşe.
Xwesûya wî dibihîze ku zavayê wî û keça wî diçin Hecê, ev jî dozê li wan dike û dibêje :
-Hûn hêjta civan in, hûn diçin hecê ! ez kesek tinê me, kes li min xwedî dernakeve û pîyê xwe dirikêbê de dişidîne.
Osman jî diponije û ji xwe re dibêje:
-Xwesîya mirov dîya mirov tê hisêbê, xêr e ! ez ê wê jî bi xwe re bibim.
Dîya Osman dibihîze ku Osman xwesîya xwe jî bi xwe re dibe, dikeve inadê û ji kurê xwe re dibêje:
-Ez jî bitera têm, tu çawa xwesûya xwe dibî û min nabî !. Heke tu min jî gel xwe nebî, ez heqê dayînîyê û şîrê xwe li te helalnakim û roja qîyametê dê dewayê li te bikim.
Osman ji bêçareyî wê jî bi xwe re dibe.
Axir bi hevre diçin hecê ku gunehên xwe bidin efukirin. Israra jin, xwesû û dayîka wî, di serê Osman de dibe pirsgirêk. Osman xwebixwe dibêje :
-Bi xwudê ez ê guhdarîya wan bikim û zanîbim ka efukirina çi ji xwudê dixwazin.
Guhdarîya xwesûya xwe dike, xwesîya vî dibêje:
-Xwudêyo ! min ewqas rê da berxwe û ez hatim derazînka te, tu min efû bike. Di filan wextî de, dema mêrê min leşker bû, min çend xort girtin nava nivîna xwe.
Guhdarîya dîya xwe dike, ew jî dibêje:
-Xwudêyo ! tu min efubikî, min mêrê xwe dixapand û çendcaran bi şivanê me re razam.
Guhdarîya jina xwe dike , ew jî dibêje:
-Xwudêyo ! dema mêrê min şev bekçîtî /notirvanî dikir, min çendcaran dostikê xwe bir malê.
Li ser van gotinên dê, Jin û xwesûyê, Osman hêrsdibe û dibêje :
-Xwudêwo ! tu min efu bikî ku min, ev hersê qahbik anîne huzûra te.
Bi vê wesîlê Cejna qurbanê ya hemû Kurdan bi taybet ya erdhejzedeyên bajarê Wan ê pîrozdikim. Hîvîdarim
Dê ev Cejna qurbanê bibe sedemê aramîyê û hizûrekê bîne nav Kurdan.