Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Sping

Sping

Sping riwakek/nebat ji malbata beybûnan e. Di tibê de wek gîya û derman di rêza duyem û sêyem de cih digire. Herwiha di latînî de pir cûreyên wê hene. Lewre me li ser nivîsê herdû cûreyên lê tên nivîsîn.

Kêm lêkolîn li ser spingê hatine kirin. Lewre jî li gor destkeftîyên xwe ezê bidim nasîn.

Sping gîyayek biharî ye. Piştî berf dihele û baran dibare, di nav zevîyan de, li nav mêrgan û bedenan xwe bixwe ji erdê dipijiqe (şîn tê) . Belgên wê zirav bi qasî  5-6 cm dirêj dibin.Temenê xwarina wê bi qasî mehekê ye. Di mehên tîrmeh û tebaxan de kulîlkên zer vedike. Bejna kulîlkên wê 5- 15 cm bilind dibe. Şîrek ji qurm û pelê wê tê, ji wî şîrî benîştek tê çêkirin.

Welat û dîrok:  Welatê wê nayê zanîn, lê li hemû welatên berf lê dibare hêşîn dibe. Dîroka wê jî, ji ber ku gîyayek pêşîn yê xwarinê ye û di hemû deveran de şîn tê, digehe demên destpêka mirovatîyê.

Têdahî:  Şîrê gîyayî,  jahrkuj (antî gîft-pan jahr), hesin,  pir cûreyên proteînan, antîoksîdan û vîtamînên cûrbecûr.

sping2.jpgBi kêrhatîyênSpingê: Şîr zêde dike, hêrsbûnê dadixe, jîyan nerm dike.  Jibo nexweşîya sat ê pir bi fayde ye. Agir dadixe, jahrkuj e, iştah vedike, kêmasîya vîtamîn û asin dadigire, şekir dadixe, hezmê hêsan dike, sîstema givirandinê tekûz dike, têrker e û hwd.

Gotinên bisporan di derbarê spingê de :Profesor Dr. Erdem Saracoglû di derbarê spingê de dibêje: Piştî  zivistana dijwar dawî tê, zerzewat û fêqî kêm dibin. Piştî helîyana befrê û barîna baranê, destpêkirina nexweşîyên buharan û lewazîyên bedena mirovan, sping digehe hewarê. Dema sping 5-6 pel vedan, heke bête berhevkirin pir bi fayde ye. Xwarina wê jî  pir meqbûl e. Lê dema pelên wê mezin dibin û kulîlkên wê vedibin, hemû fayde û nirxên xwe winda dike.

Sping ji ber ku hesin têde pir e, jibo kêmasîyên vîtamînên beden û pêşîgirtina nexweşîyan xurekek bê qisûr û mikemel e.

Heke sping bi xavî bê xwarin an jî seleta wê bê çêkirin, iştah vedike. Sîstema givirandinê tekûz dike, hezmê hêsan dike.

Heke xwarina wê bê çêkirin û bê patin, jibo aşik (mexde) û rûvikan faydedarek bê hempa ye. Dervayî xwedîkerîyê, ji xebitîna hemû lebatan re dibe alîkar. Ji belg û reha wê şîrek jê tê, ew şîr derman e. Herwiha ji wî şîrî benîştek tê çêkirin.  Li ser bêzên tifê, zihabûna dev û hêsankirina sîstama givirandinê bandorek gelek baş nîşan dide.

Profesor Dr Ahmet Marankî dibêje: Di pel, kulîlk û reha spingê de bandora jahrkujîyê heye. Heke ava pelê wê ya rasteqîn li ser cihê marpêvede (gez bike) bê danîn,  (têhesûn) jahrê dikuje û winda dike. Ava spingê jibo nexweşîyên agirîn, ( nexwşîyên ku agir bilind dikin) tê bikaranîn.

Bi karanîna spingê : 1- Benîştê spingê 2- Milxa spingê 3- Şovaya/tirşik spingê 4-Seleta spingê 5- Şirûba spingê.

1- Benîştê spingê: Ji şîrê rehên spingê wek yê kerengan benîştek tê çêkirin. Ew benîşt pêşîya zuhabûna dev digire û li ser tûşbên/bêzên tifê badorek baş heye û  hezmê jî hêsadike.

2- Milxa/miqla spingê : Ji spingê wek alo, siyele/spanax, û gîyayêndin yên biharê mixlek tê çêkirin.

3- Ji spingê wek keleman şova/tirşik, birûş/ şorbe jî tê çêkirin.

4- Seleta spingê : Seleta spingê jî bi tenê an jî wek hemû zerzewatan bi tevlihev tê çêkirin.

5-Şerbeta ava spingê jibo nexweşî û agirdaxistinê: Piştî paqijkirin û şûştinê, spingê bikin nav  sîrkutek mermer an jî hewanek mermerî (an jî cohnî), baş biherişînin (biqutin) heta ava wê dertê paşê  bikin tûrekî bila ava wê dawere. An jî bigivêşîn, ava wê jê derînin, wê avê hinek şekir tevlê bikin û bikelînin. Ku çend kelek hatinê, ji ser êgir hilînin. Şerbeta we temam e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Xalidê Hekarî Arşivi