Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Polik (Polke Şoqilê xatunî)

Polik (Polke Şoqilê xatunî)

PÎSUM SATÎVUM

Danasîn : Polik dikakek ji malbata baqilan e. Ji alîyê kalorî û proteîn ve zêde dewlemend e.

Lewma zêdetir ji bo xurekê mirovan û alifê heywanan  çandinîya wê tê kirin. Di bingehî da du cureyên wê hene.Yên kûvî (Çolî) û yên çandinîyê. Yên çandinîyê jî di bingehê de du texlît in.Ya hem nava wê hem jî tûvilê (qaşil) wê tê xwarin û ya kû tenê berika (tov) wê tê xwarin.

Polik, rehên xwe biqasî mîtroyekê di kûrahîya axê de berdidin . Bejna hinekan bitîrane heta du mîtroyan bilind dibe. Belgên wê keskên xwelîyane û rexên wê xet-xet in. Kulîllên wê bi gelemperî spî ne; lê yên binefşî û sorbibevşî jî hene. Dikaka wê dişibe lobîyan (fasulî ); wek lobîyan di nava wê de jî berik hene. Lê berikên wê keskên wek morîkan in. Ji re “polik” polke- şoqilê xatûnî têgotin. Bi Tirkî navê wê “ bezelye” û bi  Almanî jî “Erbsen” e.

Welat û dîrok : Welatê wê Kurdistan, Îran, beşek ji yê Anatolîyê ye. Di lêkolînên Arkeolojîk de tesbît bûye ku li Kurdistanê berî 8000 salan, li Îranê 7000 salan,  li cemYewnanan jî 6000 salan berî niho çandinîya wê hatiye kirin.  Ji wan deweran belavî welatên din bûye. Niha li piranîya cîhanê çandinîya wê tê kirin; taybet li welatên hûnik..

Berhevkirin : Polik dikakek bihare û payîze ye. Bi gelemperî  biharan,  di mehên nîsan û gûlanê de Fêkîyên (dikak ) xwe dide. Dema fêkîya wê gihîşt, hewceye di nava 2-3 rojan de bê berhevkirin. Berikên wê bên derxistin û konserwekirin. An jî di nava tûrikên  naylon yên cemedxanan de bê parastin

Têdahî :  Proteîn, Kalsîyûm, Fosfor, Nişasta,  Karbonhîdrat, Sodyûm,  Potasyûm, Magnêzyûm, Asîta fonîk, Vîtamîn A, B1, B2, B3, B6, C , E.

Bikêrhatinên polik ê : 1- Li hember bêxwînîyê û penceşêra xwînê  gelek bifayde ye 2- Rêkûpêk xebitîna rûvîkan pêktîne 3- Şîrê dayikê zêde dike 4-  Enerjî dide bedenê û bedenê bihêz dike. 5- Jîyan mezin û nûjen dike 6- Xebitîna  Mêlakê (kezeb-cergêreş ) birêkûpêk dike 7- Rûvîkan dixebitîne û qebizbûnê ji holê radike. 8- Ji bo kesên arîşeyên sîstema rehûrîşîyan ( sînir- ern-kerb- hêrs  ) heyî re tê tawsiye kirin.  

Gotinên pisporan li derbarê polikan de :  Profesor Îbrahîm Saracoxlû , Ahmet Marankî û gelekên din dibêjin “Polik ji alîyê Lîf û nişaste ve zehf dewlemend in.. Polik ji dervayî Vîtamîn A,C, E û cûrayên B di nava xwe de  Hesin, Fosfor û potansîyom ê jî dihewîne û gelek xwedîker e. Polikên hişk ji alîyê  Protein û nişasta ve ji yên taze dewlemendtir in.. Polik enerjîyê didin bedenê û bedenê bihêz dike. Xwînê çêdike û xebitîna mêlaê birêkûpêk dike.  

Bikaranîn : Ji polikan gelek cureyên  şorbe, şova (tirşik ) yên bigoşt û bêgoşt û selete tên çêkirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi