Xalidê Hekarî

Xalidê Hekarî

Leymûn

Leymûn

Dara Leymûnê heta 6 m bejnê tavêje. Belgên wê keskên biriqok û wek devê rimanin. Ji meha adar heta meha çirîya pêşîn her kulîlkan vedike. Kulîlkên wê spî, peyazî (penbe) ne. Kulîlkek pênc parçe ye, bêhnek xweş û ferahker jê tê. Ji wê kulîlkê fêqîyek zer û hêkane, rûbiriqok, bêhnxweş û pir tirş  çêdibe. Ji wê fêqîyê re leymûn tê gotin.

Leymûn fêqîyek di xwe de sê tebîetan bi hevre dihewîne. Lewre pir bikêr e. Qaşil, spîka nava qaşil, goştê fêkî û kulîlk her yek jibo tiştên hevcihê tên bikaranîn.

Ji qaşilê wê rûnek tê çêkirin ew rûn jibo derman, esans, jibo tamxweşkirina pir cûreyên xwarin, alkol, paste, qeşaşîr û hwd tê bikaranîn. Ji spîka nava wê madeya pektîn tê derxistin, ji wê jî dermanê îshalbirînê (virikbirînê) û hwd çêdibin. Ji kulîlka wê esans, lewente û hwd,  ca jixwe ava wê jibo her tiştî tê bikaranîn.

Welat û dîrûk: Welatê wê Çîn û Hindistana bakur e. Hinek dibêjin “ Di sedsala 11 an de hinek jî dibên di ya 8 an de Ereban bi xwe re anîne Spanya û Sîcilya” û ji wir derbasî Firansa bûye. Firansiyan jî li deverên din belavkirine. Fêqîyek ji welatên germ û hêwî hez dike. Deverên ev qilîma û hewa lê hebe leymûn lê çêdibin. Lewra, li welatên Derya Spî pir tên çandin. Li Kurdistana başûr jî hêşîn tên. Pir kes di baxçe û hewşa mala xwe de li cem pirteqal, mandalînan leymûnan jî diçînin.

Peydabûna kolanya leymûnê: Di sala1690 î de li bajarê Koln a Almanya leymûn firoşek geroke bi navê Jahn Paul Feminist formûla lewenteya leymûnê çêdike. Wê formûlê dide Giovannî Marîa, ew jî dike lewente û li bajarê Kolnê îmalata wê çêdike. Ji ber ku navê bajarê koln “kolonya“ ye, wek ava Koln tê naskirin. Paşê Firansiz dest bi çêkirina wê dikin. Di bin navê  Eau de Cologna ( ava kolonya) belavî dinê dikin û ew nav li ser dimîne. Bi kurtî, navê “kolonya“  navê bajarê Kolna Almanya bixwe ye. 

Têdahî: Kalorî, proteîn, karbondîhîdrat, kolestrol, rûn, lîf, fosfor, kalsîyûm, sodyûm, şekir, hesin, esans, xwê, musîlaj, sitirîk vîtamîn , A, B1, B2, B3, B6,  C, potasyûm, magnêzyûm, asîta folik, pektîn.

Bikêrhatîyên leymûn ê :  1- Iştah vedike. 2- Givirandinê (hezmê ) hêsan dike. 3- Agir û zixta (tansîyon) bilind dadixe. 4- Xwînê paqij dike. 5- Têhnî (tîbûn) bûnê dişkêne. 6- Li henber hişkbûna rehan (damar) û bawîbûnê bikêr e. 7- Çerm xweşik dike. 8-Diranan spî dike, goştê diranan bihêz dike, edavên qirik û alûgûhîşkan ji holê radike. 9- Êşbir e û arêşeyên ji sermagirtinê tên baş dike. 10- Mîkrobên rêyên xwevalakirinê dikuje. 11- Pirzikan dikewîne, dibe aîkarê xistina kevir û xîzên nava gurçik û masanê. 12- Tûk (gilîne-nasir) û qûnêran qenc (xweş) dike.             

Gotinên pisporan di derbarê leymûn ê de : Prof Dr. Ahmet Marankî dibêje:” Leymûn depoya vîtamîn C ya xweristê ye. Herweha ji alîyê vîtamîn A,B1 û B2 de jî pir dewlemend e. Bandorek gelek baş û erênî jibo nexweşîyên zekem, kuxik û enfeksîyonên grîban heye. Xwînê zelal dike û pêşîya bêxwînîyê digire. Ji bilindbûna zixtê (tansîyon) re nîv lîmonê bigivêşin  nav qedehek ava şîrgerm û vexwin wê tansîyona we daxe asta normal. 

Mîkrobkujek bihêz e, mîkrobên xisardar di nav aşik (mexde), rûvik û rêyên avrêjê de dikûje.Xelihîna aşikê dibire, pêşîya vereşandinê digire. Kevir, xîzên nava gurçik û mesanê dirêjîne. Jibo arêşeyên alûgûhîşkan (alok)  leymûnek tê givaştin û tê xerxere kirin.

Nexweşîya Îskorît ku sedema wê  kêmbûna vîtamîn C ye, jibo wê dermanê herî bikêrhatî  Leymûn e.

Jibo mêlakê (kezeb-cergê reş)  fêqîyek herî bikêr e.

Heke mêş, kelmêş, moz , zirkêtk an jî haşeretên din bi we vedin (gez bikin) ava leymûn û sîrkê tev bikin, li cihê vedayî xin û vemalin hûnê pê rehet bibin.

Heke hûn ava leymûnê li cihê derketina diranên zarowan xin û vemalin wê diran zû derkeve.

Heke hûn dixwazin jar (zeîf) binin, spêdan û êvaran leymonekê bigivêşin nav qedehek ava şîrgerm û vexwin. Hem hûnê pê jar bibin, hem jî wê dohnên ser mêlaka we bihele.

Piranîya şifaya leymûnê di qaşilê wê deye. Ji 1500- 3000 kg lîmonê 1 kg rûn jê derdikeve. Ew rûn jibo gelek derdan şifayê belav dike. 

Karanîn:  1-Sîrka (tirşîn-sihik) 2- Leyûmûnete 3- Şerbeta leymûnê  Mucîza Leymûn û şîr û  hwd.

Mucîza leymûn û sîr : Jibo arêşeyê tevahîya beden xasma ji yên bawîbûn dil ûsermayê peydadibin. 2 lître ava leymûnên nû givaştî  bikin qawanozek çam 40-45 diranên sîran biqutin û berdin nav. Devê wê baş bigirin. Dora qawanozê bi qezetan baş bipêçin ku ronahîyê negire û 25 rojan wûsan bisekinînin. Paşê herroj spêdê û êvarî niv qedehê çayê jê vexwûn. (heta diqete)

Tirşîna leymûnê: 1 kg leymûn, 3 lître av, 200 gr xwê, kevçîyek çayê tovê xerdal. Leymûnan spî bikin û bi spîka wê ve bikin nav qetremîzekî, xwê û xerdalê berdin nav û tevlihev bikin. Derê wê bigirin û li cihek tarî bila mehekê bimîne. Paşê biparzinin, bikin şûşan û devê wê bigirin, li gor hewcedarîyê bi kar bînin 

Leymûnete:  7 lib leymûn, 5 qedeh ava kelandî, 1 qedeh şekir.  Qaşilê leymûnên xwe rende binkin. Paşê leymûnên xwe bigivêşin û bikin nav sûrehîyek an jî firaxek cam, ava kelî û şekir berdin ser heta şekir bihele. Tîy vedin (tevlihev bikin)  (yên dixwazin dikarin çend pelên pûngê û kevçîyek çayê zencefîl jî tev bikin) û têxin sarincokê bila 2 seetan bimîne û paş biparzinin.

Şerbeta leymûnê:  Nîv leymûnê bigivêşin nav qedehek avê, 2 kevçîyên xwarinê hingiv berdin nav û tîy vedin heta hingiv û ava leymûnê tevlihev dibe. Paşê ava şîrgerm berdin ser, cardin tev bidin û spêdê bi zikê birsî vexwin. Hem hûnê pê xort bimînin, hem jî bibin xwedî tendirustîyek baş û ji pir nexweşîyan bifilitin.

Çaya leymûnê:  Leymûnan bikin dîlim, bikin çaydankê û bikelînin (anjî ava kelandî berdin ser). Paşê bi şekir an jî hingiv tamxweş bikin. Hefteyekê li ser hev rojê du qedehan germegerm  vexwin. Jibo bêhezmî û xelihîna aşikê pir bikêr e.

Qaşilê leymûnan nehavêjin, jibo nermbûn û bêhnjêbirina destan, li destê xwe xin. Wê hem destên we pê nerm bibin, hem jî bêhna masî, sîr û pîvazan ji destê we biçin.

Herwaha hûn dikarin wan qaşilan bêxin nav makîna firaxşûştinê, wê firaqên we pê bi biriqin. ûn dikarin dohn, rûn û gemarên ji ser kuçkan jî bi wan qaşilan paqij bikin. Wê hem kuçkê we pê paqij be, hem jî bêhnek ferahker bikeve midbexa we. Herweha hûn dikarin bi sîrka leymûnê jî  karên paqijîyê pêk bînin. Bê goman mirov dikare marîfetên leymûnê  pir dirêj bike. Lê evqas bes in.hûndikari

Mucîza leymûn û sîr : Jibo arêşeyê tevahîya beden xasma ji yên bawîbûn dil ûsermayê peydadibin. 2 lître ava leymûnên nû givaştî  bikin qawanozek çam 40-45 diranên sîran biqutin û berdin nav. Devê wê baş bigirin. Dora qawanozê bi qezetan baş bipêçin ku ronahîyê negire û 25 rojan wûsan bisekinînin. Paşê herroj spêdê û êvarî niv qedehê çayê jê vexwûn. ( heta diqete) 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Xalidê Hekarî Arşivi