Silêman Feqiyanî

Me xwe ji sifatê Kurdan guherî sıfatê Tirkan

13 Mayıs 2014 Salı 16:38

Heke hewe bavê heqiyê bivê dewleta tirki a dagirker pir zerar daye zimanê kurdî. Rasti ev hevoka min a jor re hûn şaş bûn û bawerim evê hevokê hûn berdan nava hirsên girîng. Lêwrê dibînim ku hûn yê dibêjin “kako tu nû vê dizani, evê tev kurd bisalan e dizanin” dibêjin. Hûn heq in.

Nava gel de dibêjin, bêhna fireh, mari ji kunê derêxe. Hûn jî bêhna xwe fireh bigirin û bi mînaka neyaran temaşeyî min nekin. Lewre ev bûyere di jîna me kurdan de û bi zêdehî di dibistanên şevin de serê me de borîye. Di jîna me de yek bi yek em reş bûn, ewan em boyaxê spîyî kirin. Em di xwîn û demaran re, dilk û mêlakan re hiş û ramanan re kurd bûn, em wekî wêneyêkê guherîn û kirin tirk. Em jî bûn harêkarê wan, me xwe ji sifatê kurdan guherî sifatê tirkan.

Lewre roja tirkan bi harîkariya kurdan û gelên dî ên Tirkiyeyê re azadiyia xwe îlan kiri , rojadî a paştir tirkê tehdîtkar înkara kurd û zimanê kurdan kir. Di vê berdewamiya înkara kurd û zimanê kurdan re axiftina kurdan a kurdî jî qedexe kirin.

Baş tê bîra min, dema ez zarok me bi kurdî diaxift cendirmeyan rahêla me û seba axiftina me a kurdî nerazîbûna xwe diînan ziman. A rasti jî dema me cenderme didît, tirsan de me dihilat.
Jo bo em zarokên kurdan asimile bibin dibistanên şevînî avakirin û tev zarokên kurdan ên bajar û gundan di van dibistanên şevin de êxistin ber asîmilasyonê. Ên di wan dibistanên şevinde xwendi, yêk jî ez bixwe bûm. Ji payîzê meha îlonê em dibirin wan dibistanên şevin û havînê meha hezîranê em rêdikirin malbatê. Ji meha îlonê heta meha hezîranê me di aliye mameosteyên tirk re bi lêdan û qotanê re perwerdehiya zimanê tirki didît.

Baş tê bîra min. Mamoste bi navê me ê tirkî re dema pir ji me re bang ji me dikir me bersifka mamoste nedida. Lewre ew navên mamoste bang lê me dikir di malbatê de Evdo, Misto, Qado an jî silho bû. Belê di polê de mamoste bi navê Abdurrahman, Mustafa, Kadîr, Selahattîn re bang li me dikir. Heke deh caran jî mamoste bang li wan zarokan ên navên wan hati guherîn kiriban ewan bersif nedanê û seba hinde jî di aliye mamosta re dihatin qotan. Rasti paşnavkê me ê mamoste digot tu ji me tu caran nebihîsti bû û nedizanî paşnak çi ye. Me ev jî zanî ku navên dê û bavên me dayî me ew jî hate guharîn û navên bîyanî kevtibû ser me.

Axiftina me, hizirên me, xwarin û vexwarina me, rabûn û rûniştina me û tev xeyal û ramanên me ên kurdî di wê navbendê de qedexe bû. Tev ev bizav û dîtinên me bi xorti zivirandin tirkî. Di vê perwerdehiya bêjîng kirina hebûna me re, hindik ji me dema havîna diçûn malbatên xwe bi tirkî bi malbatên xwe ên tirkî nizanin re diaxiftin.

Wekî îroj hindik kurd di nava hêzên Partîya Tevgera Welatperweran (MHP’ê) de têkoşîna welatperweriya tirki didin, cihek girîng girtine û zerara herî mezin jî ew didin kurd û zimanê kurdan.
Aha wê rojê jî hindik zarokên kurd di wan dibistanên şevinde bi perwerdehiya zimanê tirki re eslê xwe û hebûna xwe berzekirin, asîmileyê bûn. Bi mînaka mifriqi hemberî kurdan neçevîyan.
Gotin bi cih be, ji wan zarokên dibistanên şevin de perwerdehi didît sedî deh jî be, di wê asîmilasyonê de nehatin bişavtin û pêtir girêdayî zimanê xwe bûn. Ên mayî nava sedî nehwêdan de jî mixabin ji sedî pêncî înkara xwe nekirin, tenê “em kurdin belê diwelatê Tirkiyeyê de dijîn û wê sedemê de em tirrkin” gotin. Bi van hiziran re nava tirki de berzebûn. Ji sedî çilên mayî jî bi tevahi înkara xwe kirin, asîmile bûn û di nava tirki de heliyan û bûn tirkê direwîn.

Bi avabûna Komeleya Tirkiyeyê de ev ne mînakek e ku kurd hati asîmilekirin. Asîmileyek dî jî kurdên tirkî ji nezanîna zimanê tirki re di nava hêzên tirki de nedibûn karker û kedkar. Ji vê sedemê de nava hêzên dewletê de çu peywir nedidan çu kurdan. Roj bi rojê gundî koçberî bajar û navçeyan bûn. Çendî bajar û navçe mezin bûn welatiyê li wir hewceyî karekê bû. Lewre tev karê wi ê gundi ji dest wi derket. Welatiyê koçberî bajar û navçeyan bû di aliye tirki re neçar kirin ku hîn zimanê wan bibe û bikeve peywirekê. Kurdên kevti bajar û navçeyan de jî aliyekê ew bi xwe ji neçariya xwe asimile bûn aliye dî de jî zarokên xwe danîn ber perwerdehiya zimanê tirki. Dawiya vê şîroveyê re kurdên bajaran asîmilebûna wan û zarokên wan têra nekir ew bi xwe jî bûn harîkarê otoasîmileyê.

Aliyê din li gonda dibistan ava kirin û zarokên gunda ên nehati dibistanên şevin li gundan êxistin ber perwerdehiya zimanê tirkî. Gundîyê gundan jî bi aliye xortiya cendermeyan û hildana leşkeriyê re êxistin kapê asîmilasyonê. Di vê bizavê de gundiyê tirkî nezani dema cendermeyek didît qet nediaxift û disedema neaxiftina xwe re jî îşkence didît. Lewre gor wan ew mexsûs naaxivin, hevrikiyê bi wan re dikin û bi zanayî hîn tirkî nabin û di hêrsên xwe de cendermeyan gundî diqotan.
Bi vê xîretê re aliyekê kurd û zimanê kurdan înkar kirin, aliye dî de jî bi lez zarokên kurdan di dibistanan de êxistin perwerdehiyek zimanê gor kurdan bîyanî.

Temaşe bikin set sal ser têkiliya kurd û tirkan de borî û di van set salan de hindî navbenda salên 1970 û 1990’ê de kurd pir û zû asîmile nebûn. Di van bîst salan de dialiyê înkar û îmhaya kurdan de xîret kêşan û ser kurdan pir şidet, stemkari û zulim kirin. Heke tirki a van bîst salan de sed sal pêşîya niha de kiriban niha navek bi navê kurd û bi navê Kurdistanê çu nemabû.

Bi gotinek dî; asîmilasyona van bîst salan de tirki ser kurdan bi vê bandorê set salan pêşîyê kiriba niha em melez bûn. Em jî dê bi mînaka wan zarokên dibistanên şevîn dê mehîban.

A rasti me kurdan jî ji bo zimanê me asimile bibe, pir xîret kêşa. Dewleta dagirker ji bo me asîmile bike çend îza û xîret kêşaye û ji aborîya xwe ku ca me asîmile bike pir pere mezextin e. Ew tê zanîn. Belê tiştik dî heye. Me bixwe jî harîkariya wan dikir, înkara xwe û zimanê xwe kir. Me zimanê xwe di jîyana xwe de qedexe kir. Êdî jîyana xwe me zivirande jîyanek bîyanî. Me êdî dijîyana xwe de kurdî neaxift. Navê zarokên xwe me trikî binavkirin. Vê dawiyê kurdên navê zarokên xwe bi kurdî navkirin belê mixabin bi zarokên xwe re tirkî axiftin û zarokên wan yek peyva kurdî nezanîn. Me bi navê kurdî bang li wan dikir belê têkiliyên me bi bi wan re tirkî bû. Hizir, hiş, rabûn, rûniştin, aqil, mêji, mantiq û ramanên me de kurdî hebû, belê gor fîzîka xwe û têkiliyên xwe re bi xorti em tirkî dijîn.
Belê em kurd xwedî rik in. Perasiya me pir stûr e. Dema bûyerek kevte perasiya me an dê di vê sedemê de xwe bidin kuştin an jî dê wê bûyerê çareser bikîn. Dewleta tehdîtkar çendî xorti li me kir, em kuştin, tekirin hefs û zindana, çendî îşkenceyan de borîn, çendî pir ji me windakirin û hwd. me serê xwe neçevand û em rast sekişnîn. Dewle sere têkoşîna gelê kurd û serhildana gêrîla, ewên înkara me dikirin niha destê xwe ê aştiyê dirêjî me dikin. Rasti jî em jî nasekinîn û dê bi baweriya vê têkoşîna xwe re nava tirk û kurdan de aştiyê avabikîn û ala a Komala Demokratîk bilin bikîn.
Di aliyê xwedî derketina zimanê kurdî de jî têkoşîn bi bandorek girîng re pêşve diçe. Niha bi xîret û hilkulîna KURDÎ-DER (Komeleya Pêşxistin û lêkolînê ya Zişmanê Kurdî), TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî) û hêz û partiyên kurdan re, em dişên bibêjîn êdî zimanê kurdan dê xwedî xwe be. Dê rasti asîmilasyonê têkoşîna xwe de berdewam bike û rasti kirêtiyek wekî otoasîmilasyonê jî xwe bêjîng bike.

Di vê ronahiyê de divê ji îroj paşde kurd zimanê xwe, ez dê bêjim birêje, tu bibêje valabike ê dî jî bibêjî xalîbike nava pazinki, ku ca peyvên neyar an ku ên bîyanî nemînin nava pazinki û zimanê kurdan. Ku ca kurdîya kurdan zelal bimîne. Dema zimanê kurdan bi pazink kirinê re bi mînaka rondikên çavê zarokan zelal bû, wê deme dê hebûna kurdan jî di nava dewletên netewî de zelal bibe. Dawiya gotinê divê zimanê kurdan bi bê pazink kirin ku ca zelal bibe û navê kurd û Kurdistanê hebe.

Di vê navbendê de 15 gulanê roja zimanê kurdî ye û ez roja zimanê kurdan pîroz dikim û serkevtinê ji kurdê xwedî zimanê xwe derkeve re dixwzaim.

Bu yazı toplam 5616 defa okunmuştur