Omer Dilsoz

Ji Sêkuçkê wê de, GEVER

13 Mayıs 2014 Salı 11:45

Dawiyê vê hefteyê; ango şemî û yekşemê ez li Geverê bûm. Bo di Sêkuçka Zagrosan de, bêhn bikim bayê azadiyê, têr hêv bikim dîmenên neqşîn û belekiyên Cêlo û Çarçela, kulîzerkên ku deşta Geverê bi kesk û zer xemilandibû û Nihêla ku ha ha ye, bimiçiqe, êkgere, bi carekê de, di birka hişê min de, dibûn şepe û ez bi xwe re dibirim.

A serbarê hemûyan, ew şevbihêrka li taxa Sergiran a mala Xalê Osman bû. Ma hê jî civatên wisa têr kurmancî, têr kenî, têr xweşî mane? Min ji mêj ve ji bîr kiribûn. Niha, li ser min ferz e ku ji bo bikaribim neqşên romana xwe ya kurdî-resen bihonim, wan civatan ji nû ve binasim û careke dî xwe vejînim…

Derengiya êvariya roja înê, em li nav Sûka Geverê peya bûn. Ewliya û Necîp Çapraz ligel çend biradostan hatibûn pêşwaziya me. Hê ji vê derê ve xuya bû ku du rojên bêhempa li benda me ne.

Ji me re gotin, hûn dixwazin li otelan bimînin an malan, hêj gotina wan ser lêvê, me ji mêj de ‘mal’ gotibû jî. Ji ber ku hemû malên Geverê me mala xwe dizanî: Ji pêşwazîkirinê pê de, çirûska ser çavên Geveriyan a weke tava li pişt Çarçela hiltê, geş û tijî jiyan bû.

Ev cara yekê bû ku Konferansek weha “Kurdistanî” li Geverê bi rê ve diçû. Navê wê giran bû; Di Sêkuçka Birîndar de…”

Konferans bi panelên têrtijî mişt bû. Hema bêje, hemû dengên di wê Sêkuçkê de, me bihîstin; ji deşta Zaxo heta devê gola Urmiyê, hemû lawje û heyranokên vê devera asê, rijd, xweragir ber guhên me kire vizînî û peşkên wê, ji Qamişloka Rojava heta Ameda xweragir, ji Dersîma birîndar heta Qersê, Kurdistanek birîndar di wê sêkuçka lanetî de, zinarê bindestiyê dida ber gurzê Ristemê Zal…

Mamoste Ihsan Colemêrgî di her der û kêlîka konferansê de, her fersend, her sohbeta ji pê ve, çi ser xwarinê, çi navbera çayvexwarinê, çi jî wek panelîst, ronahiyek dida ser nalîna di bin kêleberên tarîx û mêjoyan di vê sêkuçkê de binax e û hawara xwe dikire beşdaran da ku bi xwe ve bên û hişyar bibin. Çi ko, duhîya me neynika îro bû, îro ye û sibê ye. 

Her weha berî em biçin Geverê, li Wanê me panelek di pêşkêşiya MKMa Wanê de pêk anî. Beşdarî pir geş bû û hêvî pir zêde kirin.

Êdî, xwendin û xwendeyên vî zimanî ne. Êdî kurdî jî heye û her ku diçe bi qedr û qîmet dikeve.  Ev hem barê me girantir dike hem jî hêza me xurttir…

Roja Zimanê Kurdî li hemû kurdan pîroz be.

Bu yazı toplam 6385 defa okunmuştur