Silêman Feqiyanî

NİVÎSÎNA DIRENGÎ

23 Ağustos 2009 Pazar 22:32

Roja heşt tebaxê peywirdarên (görevlî) Colemêrgê ji bona berhevîya jinên rexgirê aştîyê ên Tirkiyeyê kon û xîvetên nobedarîya aştîyê, li zozanên berçelan vedabûn

Di nava têkildarên jinên aştîyê de hevsera min jî hebû ji wê çendê ez jî sibê zû bibûm rêwîngê Colemêrgê.

Di vê rêwînîya min a Colemêrgê de tiştekê herî girêng bala min kêşa. Li Wanê heta Colemêrgê tû xal ên leşkeran an jî polîsa nasname ên me ji me nexwastin û nenêrîn ser û kincên me. Em di otobosê de bê kul û xem meşîyan bo rexê Colemêrgê.

Em rêwîyên otobosê, rasti zor lê bûn û zordarîyê de nehatîn. Bi vê rihetîyê re çûna me hemûya dilê me şad kir. Di vê rêwîyîya min a navbeyna Wan û Colemêrgê de bawer bikin min di jîyana xwe de bi yêkemîn care xwe wekî mirovek azad hizir dikir.  Min dilê xwe de “eve ne welatê min e, ez hînbûyî tişte wahe nînim” digot.

Mirovek heske di jîyana xwe de hemû roja rasti qotan û zordarîyê bê û rojek tû qotanê nexwe, wê rojê xwe wekî mirova hizirdike.

 Di vê rêwîtîyê de tû jehra neyarê dil zilm neket dilê me, em neketîn nava tû tirsê û ji wê çendê me rêwîya hemûya xwe azad hizirkir.

Di vê rêkê de ji bona tiştek wahe neqewimti re navbeyna rêwîya de axaftin çêbû û kifş bû ku ew jî mabûn ecêbê de.

Ew hind sal bû navbeyna Wan û Colemêrgê de ji xwestina nasname a, temaşekirina valêz û ser û laşê me berdewam bû, bes wê rojê em rasti wê îşkenceyê nehatin û em pir keyfxweş bûn.

Bi wê kefxweşîya hatina xwe a Colemêrgê re tivê ez xwe bernedim nava lewçetî a, çimkî zivirîna min a Wanê jê heye. Dema ez zivirîm mala xwe ecêp dê wekî hatina xwe bi serfirazî zivirim? Hêj kifş nîne.

Tivê ez xw bernedim nava vê gewî (şımarık) ê. Bawerim ku ev roje, wekî jîyana rêwîyên bi min re di jîyana minde dê bibî rojek yêkemîn.  

Bi van xeyalên bi gul û beybûna re xemlandire, dawîya vê rêwîtîyê ez geheştim nava Colemêrg ê.

Rasti ez sibê zû ji bona civîna jinan a zozanê berçela çûm, bes mixabin dema ez geheşti Colemêrgê min xwe nava şîn û tazîyê, nava kul û xema de dît.

Di rûyê Colemêrgîye de rexekê kul û xem, şîn û xemgînî, dilmayî û dilsotin, rexêdî jî bi rêtin a xwîna bêwate re kîn û heyfre cih veguhast.

Min li Colemêrgê bihîst ku dê cenazeyê HPG yî Serkan Taş dê bêt bajêri. Çend Colemêrgî rexekê çavrê cenazeyê şoreşger Serkan Taş bûn, rexê dî jî çavrê jinên rexgirê aştîyê ku li berçelan nobedarîya aştîyê bikin bûn.

Bawer bikin ji bona mirina mirovê dilkul û dilsoti ev wêna a heşt tebaxê Colemêrgî di navde tû dil nebûn ku nesojin. Çimkî mirovê di wê demê de hati goristanê pêl/pengir ên dara kewzanê ketibû dil û hinavên wan û dil û hinavên wan disot.      

Jinên qasidê aştîyê û gel ê Colemêrgê şehîdê Kurda li goristanê binax kirin û jin jî jibona nobedarîya zozana berçela ketin rê.  

Wê şevê dema giheşti kon û xîvetên berçela bawerim ku ji sir û seqem û serma ê, ji kêmasî û bê eleqe ê heta saet çar a sibê reqisîn. Qasidên aştîyê bi hûner û şahîyên hunermendê bi wanre hatire bikêf û şahî re qedandin.

Di dîroka herêmê de tê zanîn ku Colemêrgî mêhvanperwerin, bes mixabin ji bo vê civîna aştîyê bi rexê mêhvanperwerîyê de pir kêmasîyên Colemêrgîya hate çav.

Di rojeva Tirkiyeyê de civîna aştîyê a jinan bi wê xîreta girîng de cihê xwe gêrt belê mixabin wekî me goti tertîpa Colemêrgîye de kêmasi ji pêş çava peni nebûn.

Ji bona kêmasîyên Colemêrgîya, ewan tû puan wenegêrtin û bawerim ji bona tertîpekdî de ev kêmasîyene dê ji wan re bibin hişyarî û dê xwe ji kêmasîya bijêrin.  

***

Hind dengbêj/hunermend henin bi girêdayî pêşveçûn û serkeftina gelê xwe re ya ji desti bê paşve nahêle. Hind dengbêj/hunermend jî henin ji bo firotina xwe û gelê xwe û windabûna nasname a xwe û welatê xwe tiştê ji desti bê dike.

Bi vê dîtin û gotinê re hunermend Aram Tîgran çendî binyat Kurd nebe jî ji bo serkeftin û pêşveçûna kurda xwe nava têkoşînek herî girîng de dît û diroka Kurda de cihekî tekûz de xwe cih kir.

Rexekê bi awazê laje û stranên xwe re, rexêdî jî bi bîr û bawerîya xwe a têkoşîna pirsgirika Kurda de di nava baxçeyên gul û kulîlkên nava dilka Kurda de bi nazdarî dirûnê.

Ev jîyana Aram Tîgran di dîroka Kurda re rûperek gerî girîng xemlandî ye û ew sembola muzîk û şoreşgerê Kurdan e. Ew ji Kurda re nazdar e, ronahîya çav û dilka Kurdan e, bîr û bawerîya kurdan e.

Ji wê çendê hindi dinya ava be, ewi jîyana xwe winda kiribe jî ew tû car û tû zemana di nava hiş û gomanên Kurda dernakeve, ew di dilê Kurda de sembol e.

Serê gel ê Kurd û Ermenî û malbata wi sax be.

Bu yazı toplam 6639 defa okunmuştur
ben anlıyorum
 // berdan rızgar
bekir ıssız aç internetten kürtçe alfabeyi öğren mamoste çok güzel yazmış anlaması zor değil

destede sax be mamoste...
28 Ağustos 2009 Cuma 13:53
doktor bu ne?
 // bekir ıssız
anlamıyoruz...
25 Ağustos 2009 Salı 17:42