Ümit Yazıcıoğlu

Ümit Yazıcıoğlu

Termên Şêx Said û hevalên wî morga GATA de ne

Termên Şêx Said û hevalên wî morga GATA de ne

Di dîroka me ya nêz de, bi hezaran zehmetî û astengî ji bo lêkolîna li ser pirsgireka kurd hene. Yek ji van zehmetiyan ev e, ku qeyd û belgeyên resmî ji lêkolîneran re ne vekirî ne.

Vekolîna dosya û zabitnameyên mehkemeya Şark Îstîklalê bi tenê bi destûra taybetî ya serokatiya TBMM[Meclîsa Mezin a Mileta Tirk] mumkin dibe.

Lêkolîna belgeyên eskeriyeyê [serkana giştiya leşkerî] jî ji zanistek wek min re hema hema qet ne mumkin e. 

Bûyera merhûm  Şêx Said, bûyereke mezin e, ku îro hemû dunya li ser wê  difikirin.

Îro jî li ser bûyerê gengeşî hene, bê ew serhildana olî yan neteweyî bû.

Rastiyek heye, ku tevgera 1925, bi bandora dînî ve serhildaneke neteweyî ye.

Em vê tespîtê  ji gotina dawiya rehmetî fêm dikin. 

Dibêje, ku “Ne poşman im, ku ez xwe ji bo miletê xwe feda dikim.”

li paşerojê  neviyên me jiber me li hember dijmin fêdî  nekin, ev ji bo me bes e.” 

Loma ez jî wek ramangerê kurd, wek zanist û nivîskarek, bi salane lêkolîna arşîvê dikim, bê termê rehmetî li ku ye. 

Di vê derbarê  de îro ez dixwazim we agahdar bikim.

Çendek berê min di arşîva wezîrê derveyî Swîsre de lêkolîn dikir, derfeta min çêbû, ku ateşa ya leşkeriya balyoza Swîsre li sala 08 Tebax 1925 de ji Tirkiye telgrafek ji wezîrê derveyê Swîsre şandiye, min xwend(helbet ev telgraf noteke kin e û bi şîfre hatiye nivîsandin).

Destûra kişandina fotokopî tune bû, tenê min xwend û not wergirt.

Bi qasî ku min ji naveroka nîvîsarê fêm kir, ez dixwazim wê bi we re parve bikim. 

     „chzcyc 4

      tf 24 xxxxx 25 2100

    Serokên neqşiyên[Neqşebendî] kurdan Şêx said, Şêx Abdullah û Mele Mehmudê  Pîranî ku jiber serhildanê  li Diyarbekirê hatine darda kirin, du roj bi înfazan şûn ve bi şev termênên wan bi destê  leşkeran ji gorê tê derxistin û ji bo lêgerînê îro bi wesayita eskerî  re bi dizîka gihîşt morga fakulteya tipê  ya leşkerî.

     0721 nnnn col 5. 1925 8 12.00 1030 233 7306 52 1155

Ev rêzên li jorê  telgrafek li sala 08 Tebax 1925 de bi destê saloxgêrên Swîsreyî  ve  hatiye nivîsîn.

Divê em rêveberê  xwe re niha bipirsin, gelo ev telgrafa ku bi nimre ya şîfreyên xwe ve min da, rast e? 

Gelo termên Şêx Said û sê hevalên wî hê di morga Akademiya Tip a leşkeriya Gülhaneyê de ne? 

Ger hê termên wan li morga GATA de bin, gelo hûn çima cenazeyên me, ku 84 sal li ser derbas bûye, ji me kurdan re nadin? 

Ger term ne li morg de bin, li GATAyê meha Tebaxê ya sala 1925 de di derbarê  ve bûyerê de qeydek yan notek hene? 

Herwiha di arşîveke din de tê gotin, ku him di mehkemeya Şark Îstîklal û  him jî di sêpê de dîmenên wan hatine girtin. 

Aya fîlmeke wisa heye? 

Gelo ev fîlm ji hukumeta wê demê ve hatiye vekolandin? 

Gelo di arşîvên eskerî [serkana giştiya leşkerî] de fîlmeke wisa heye? 

Divê destûr bê dayîn, da ku em jî bikaribin lê bikolin.

Ger îfadeya Şêx Saîd bi fîlmê hatibe kişandin, jiber ku li ser bûyerê  demeke dirêj wek 84 salan derbas bûye, dibêjim ku em jî li wan fîlman bikolin. 

Werger ji tirkî: Ciwan Tengezar

TÊBINÎ: [wergêra tirkî bo kurdî ji bal Mamosta Ciwan Tengezar hatiye kirin. Ez sipasî wî dikim.]

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Ümit Yazıcıoğlu Arşivi