Silêman Feqiyanî

Fîş - Fîşkirin

10 Şubat 2010 Çarşamba 23:10

Vê dawiyê di rojnameya de ser peyva fîşkirinê (fişleme) nivîsîn kevtin pêş çav a. Gore bihîstin û nivîsîna, binyatê peyva vê fîşkirinê ji qanûna EMASYA yê tê.

An ku ewên rexê vê EMASYA yê re welatî fişkiri, di vî aliyê de jî destnedayî ne. Qanûna EMASYA yê rexê leşkerî re ku ca welatiya fîşbike re avabû ye, bêjîn dê çêtir be.

Rasti ev peyva fîşkirinê (fişlemeyê) bi Kurdî tê çi wateyê ez jî nizanim.

Heke ez bêjim fîşkirin bi Kurdî tê wateya “patekirinê” bawer nakim, çimkî peyva patekirinê bi Tirkî tê wateya “yama” yê.

Heke fîşkirin bi wateya dûrşimê (dûrşûmê) be, ew jî nabe çimkî ew ji hêwana re tê gotin. Her malbatek ku hêwanên wan tevlihev nebin, her kesek hêwanê xwe binase, guhê hêwana gor xwe kelêşin an jî jê dibirin.

Heke peyva Fîşkirinê bête wateya paşnav an jî zêdenav i, bawer nakim nahê wê wateyê jî.

Heke fîşkirin bê wateya dax ê, nizanim belko peyva daxkirinê nêzû fîşkirinê be.

Xwedîyê hêwana asinek nerm serê wi wekî tîpa serê navi an jî tîpa serê paşnavi çêdike. Wê tîpê agiri de disoje û lêdixe guhê hêwani. Cihê wê tîpa agiri soti û lêxisti guhê hêwan wekî tîpek nîşanê ser guhi sekinî. Em ferzbikin ku dax-daxkirin bête wateya fîş-fîşkirin ê.

Peyva daxkirinê navbeyna Kurda de tê wateyek kirêt jî.

Min bihîsti bû ku dema zarokek şûmi (henekî) an jî kirêtiyek kiriba dê a wi/wê “destê min ji te bigire ez dê guhê te dax bikim” digotê.

An jî zaroki hêj tu şûmi an jî kirêti nekiri dê a wi/wê “tu bi gotina min nebi, tu wi şolê kirêt an jî wi/wê şûmiyê bikî ez dê guhê te daxkim” dibêjîtê.

 Heke ev peyva fîşkirinê bê wateya daxkirinê, wê demê Kurda û Tirk tên daxkirin û ew jî ji Kurd û Tirkan re kirêtî ye.  

 Di aliyê dî de jî, ferhengok a Kurdî de peyva bi Tirkî fiş, bi Kurdî jî fîş e. Yek jî ji bo fîşa elektrîkê hatiye nivîsîn.

 Belê ev pratîk a dewletê di hindirê EMASYA yê de derketiye. Û giranahî jî herêma Kurd lê jîn dikinde bi zêde hatiye kirin.

Me hemûya di herêma Kurda de eşîrat çawa hatine fîşkirin bihîsti ye. Di kirêtîya JÎTEM’ê ya Navçeya Navşarê (Şemdinli İlçesî) de lîsteyên ser wan derketi de dît. Me dît ku kîjan eşîrat baş in, kîjan hindik baş in û kîjan jî xirab in. Ev eşîratene gor hiş û hizirên xwe fîşkiri bûn.

Her we di wan lîsteyan de navê mirovê dê zû bê kuştin û paşê bê kuştin jî hebû. Ew jî bi vi ali de fîşkiri bûn. Her we cure bi cure Kurd hatine fîşkirin.

Hindî ku bîra min tê ev fîşkirine wekî hemû herêmên Kurda di herêma Colemêrgê de jî hebû.

Pêtir navbeyna sala 1970 û 1980’ê de di herêma Colemêrgê ev karê fîşkirinê bizêdehî hate kirin. Heçî peywirdarîyê li Colemêrgê dixebitî ev fîşkirine wekî şolê pîrozwer tînan cih. Kî zêde mirova fîşbike ji wire zêde xelat didenê.

Di vê gotinê de heke ez bêjim piştî mirova dar û kevir, ba û bager û tev hêwanên Colemêrgê hatin fîşkirin bawerim belko direw ne be.

Mînakek ji xwe re bêjim. Domahîka hindik hilkulîna min re, min zanî ku ez endamê rêxistinek a Îranê me. Ez niha jî nizanim ku navê wê rêxistinê çi ye. Tinê min zanî ku armanca wê rêxistinê hikumetek şeriati ava bike. Kurd di bêjin “hirç û xutbe, rûvi û gêre.”  Ên min nayisin di zanin min çi got.

Di vê bingehê de, ji van peywirdarîyan de yek mirovekê wekî endamê rêxistina şerîati re fîşdike. Peywirdarîyek dî wi mirovi wekî endamê partiya komînîst difîşdike. Peywirdarîyek dî jî wi mirovi wekî endamê siyaseta Kurda re fîşdike.

Sedan nehwêd û pênca Kurd bi bêbexti hatin fîşkirin.  

An ku mirovek bi rexê cida cida peywerdarîya re wekî endamê sê-çar rêxistinê neyarên yek, tên fîşkirin.

Her we bi hezaran Kurd seba vê fîşkirinê kevtin xusaretê û jîyana wan tevlihev bû.

Ez di mînim şaş carê kîjan dê hîsabê vê fîşkirinê bide û dê kîjan ewên xedirlêbûyî xwedî derkeve?

***

Parlementerên MHPê û ên AKPê di meclîsê de mist û pênan rahêlan hev. Dijûnên ji devê tu mirova newerin ji devê van parlementera weryan.

Di vî şerê mist û pêna re hindikan berçavkên wan şikestin, hindikan çavê wan û rûyê wan reşuşîn bû. Bi kurtasi kirêtîyên herî girîng înane serê hev.

Di vî şerê wan ê meclîsê de hindik parlementerên jin jî bûne berevanê wan.

Mixabin bi berevaniya jinan re ewan dest ji şeri bernedan.

A em dizanîn û a me bihîsti dema jin bûne berevan, giranahiya şeri çawabe carekdî divê şer raweste.

Ma na bêjin jin jîyan e. Di vê dîtinê de, jin sembola aştiyêye jî. Em dizanîn ev dîtin û gotin nahê nîqaşkirin.

Di van hiziran de ewan parlementeran şerm ji xwe nekirin û di berevaniya jina de pêtir bihevre êriş kirin.   

Mixabin di zêhna van parlementerên du partiya de tu qedr û qiymeta jina çunîne. Ev xwedî zêhna tarî ne ku hêj niha jî fahmnakin ku jin sembola aştiyê ne. Herê, dibêjim set mixabin ji wan zilama re û ew zilamene dibêjin en zilam in.

Ez zêhnên wahe tarî şermizar dikim.

Bu yazı toplam 6100 defa okunmuştur
qqq
 // www
bende hocanın yazılarını takip ediyorum ve sürekli güncel konuları ele aldığına şahidim.çok da başarılı buluyorum....
15 Şubat 2010 Pazartesi 13:59
slm
 // yursever
mamoste yazınızı bir kez türkçe yayınlarmısınız tşk.....
13 Şubat 2010 Cumartesi 12:27
saygılarımla
 // wan_cölemerig
hocam çok birikimli olduğunuz belli ama sırf yazı yazmak için de yazılmaz bence biraz daha güncel ve bilgilendirici yazıları paylaşsanız daha yararlı olursunuz diye düşünüyorum....
13 Şubat 2010 Cumartesi 12:26