Şîpa çîrokên wenda

Çîrokên waran hene, destanên dûvdirêj ku rîs bi rîs li ruhê wê civakê dageryayî.. berê jê re digotin Hekarya; warê Aryenên dawîn, warê ku toxmê meriv xas lê maye û bi nefîlîman re an jî bi marmarînan re nebûye melez.. dengê nalînên Sînemê, gaziya Nêrîbêlî, jana Mominê jê diçe..

Aryenên dawîn, demeke dirêj li dijî dirwend û dêwan di qontarên çiyayên bilind de li ber xwe dan û paşê destê “reptîlîanan” gihîşte wan jî û çîrokên wan ji hev bizdandin.

Xasma.. di kortikên nepêşçav ên van çel û çiyayan de, van merivên ji toxmê Aryenên dawîn, ji xwe re rê û rêgeh ji stranan çêkiribûn. şikêre asteng diborandin û mînanî Nêrîbelî, “şevê li rêyan bi roj li çiyan” bûn. Rê û çiya bihost bi bihost li ber wan pan dibûn. Wan stranên xwe bi zagên çiyan ve diristin û di derbend û gêdûkan de digihandin hev. Çiya li ber çiya difikirîn û agirê şivanan jî ji wan re dibûn çira. 

Momin di paxila guldexwînan de şîn dibûn. Sînem, li rêyên dûr bi xencerên jengarî birînên xwe xwê dikirin; hindî xwê pê dikir jehr tê be, mîratê kew nedigirt, nedikewîya jana buxtanê.

Nêrîbel ligel se û bizinên kerîyên xwe dîwan digirt. Jehr tê be “ava şoran, giyayê zûran” jê re mîna quzilqurtê bû, heta negihîşta “Gepera Bêzîvê” heram bû jê re jiyana li germistana xopan.

Ew nêriyê çiya û bala bû. divê ji Şingara xopan ber toz û xepara hêştirên şêxên Ereban rizgar bûbûya û li zom û zozanên Gûzereşê, li Gepera Bêzîvê li pêşpêşî Girê Berxan biçêrîya, çimkî tehma çi gîya temet tama mêxle û sêbelga kêrî û milkên van zozanan xweştir nebû, ji bilî ava ber keviyên belek ên pal û pesarên Gare û Geraşîn çu avê tîhniya wî nedişikand.         

Warekî heke çîrokên xwe yên xwemalî pêk anîbin, stran li ser her bihosta erda xwe rêstibin, ew war êdî ava ye.

Hekarya, dêza dawîn bû ji aryenên dawîn re. Ew jî di wan stranan de man. Qismek jê li ber axînên Mominê ketin û li ser devê xencera du sê birayên xeşîm kete axê. Qismek jê bûn sêsed û sîyûşeş beyt û li ser singa Sînemê bûn stêrk û li esmanê cawîdan man hilawîstî. Sînem stêr e esmanan wê li hindava dinyayê… Hindek jî bihost bihost di kortên kendalan de, bi roj li çiyan, bi şev di rêyan de bi Nêrîbel re kêrî bi kêrî li ronahîya rojê gerîyan.

Mixabin melezên ji marmarîn û nefîlîman her der vegirt. Her bihosta vê erdê talan kir. Şîpên çîrokan berze kirin, aşîpên stranan wêran kirin. Qet tu dengek nehiştin.  

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum