Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Pirsa ‘Biçuk’

Pirsa ‘Biçuk’

Ev çendek e ez û nivîs ji hev sar bûne. Tilîkên min û peyv nayên ba hev. Nizanim lomeya kîjan dilreşî li me xist û em çavîn bûn.

Ji bo şikandina vê bêqidoşiya ser xwe min xwe avêt ser torê pirsan. Ez li hevrazan qelibîm. Di kendalan de mame nîverê û westiyam.

Li min bû bargiranî hizrên min. Wan hizran tîhna xwe ji hestên min birî û ez di navbera neqebeke teng de asê bûm.

Em mîna darekê bi rehên xwe bi erda xwe ve girêdayî ne, ew rehên me, ew dilînên me ne ku ji makzakî havênê hebûna me tînin pê. Em ji wan xudan dibin. Ji wê reha kûr.

Gava Umbertu Eco dibêje, “Hilkişîna hevrazî ye roman; ger bêhna we ji bo wê hebe û hûn bizanin bêhn û hilma xwe di cih de bi kar bînin hûn ê gelek tehmê ji hilkişîna çiyê bigirin lê heke hûn nizanibin bêhna xwe di cih de hildin û berdin ew hevrazî dê hilmê li we biçikîne” berê me dide hevraziyeke çawa? Em xwe di nav pirseke çawa de dibînin.

Belkî jî dema nivîskara Amerîkanî Paula Fox dibêje, “Romana baş bi pirseke biçûk dest pê dike û bi pirseke mezin diqede” amaje bi hevrazê Ecoyî dide û me ji bintarên çiyê di hevrazan re hildikişîne lûtkeyan û hilma me bi hevrazên pirsê diceribîne.

Çawan ku rêya herî dûr jî bi gaveke biçûk dest pê dike her weha hizra herî mezin jî heman wext bi pirseke biçûçik dest pê dike. Ji pirsê dizê serê kaniyê. Ji pirsê tarîsana tirsê tê belavkirin lê ligel vê jî heye ku pirs me bi tirsên me re jî asê dike. Hemin ya ku tirsê dişkêne pirsîn e. Pirsîn ew qonaxa pirsê ye ku êdî pirs bi firê ketiye, û şax rehên xwe dakêşane. Êdî pirs di peyvê ketiye ew ji hev jenjen kiriye, ji pirtikên wê vêketiye û ew ayisandiye. Pirs êdî bûye têgîneke nû û peyv ji qonaxa gotinê hildaye anîye qonaxa têpirsîn, têgerîn û têgihîştinê ji jenên wê têgeh ava kiriye.

Êdî pirsa biçûk ku qûçê enîşkê yê qesra romanê ser ava dibû, ber bi pirsên mezintir ve hilkişiyaye, pirsin eli xwe nijintine û bûye dîwarek ku kulek û pencereyan, îsele û dergehan, serbend û binbendan li xwe digire, vêk aniye.        

Ez jî weha li çend pirsan aliqîme.

Lê pirsên min nayên ber hasila pirsînê; ko bûne. Sil bûne ji min. Peyvên min di binê hevrazê Eco de asê bûne, bêhn lê çikiyane. Rê nakudînin.

Pirsa mezin a Paula li wir, bi çavekî xeydan li min dinêre. Xwe li min nagire.

Pirsa biçûk li dest û pêyê min geriyaye. Min ranake ji şûna xwe.

Dişkêm di rê de. Diltezî me ji jiyanê.   

Û piştî çil û nizanim çend saliyê dikim ji nû ve zanîngehê bixwînim. Di rêya min de pirsên pir biçûk hene: gelo wext çi ye? Zû û dereng; ber û piştên kîjan nifirê ne. Bêguman pêjnek her li hewa dizîzike: qey dema xwendinê heye? Helbet, mirin jî di wexta wê de xweş e, ku ew wext her “zû” ye; du serên pirsa min a biçûçik hene; aya “qistasên derengî û zûtiyê çi ne?”

kiwexta xwe tên û xwe li wê pirsa biçûk asê dikin.

Dilê min saetek siwarkirî, dilê min barek li saeta wextê bar kirî: teq tûk; tûk teqq.. Zeman, zimanekî bê hestî.. Hest lê pengirî, hêvî tê de kitirî.

Hê li binê Hevrazê Çiyayê Umberto Eco pîkolê dikim, ber bi kîjan kendalî ve xwe hêl bikim nizanim.

Va ye deste romanên min ên par weşiyayî, qediyane, di refikan de nerizîn lê li ser çu destexanên biraderan jî nepijîn. Welew hinek ji wan dikin çapa 5ê jî bikin, hê li ser her çapa 1 heye.

Kitêbên min jî wekî umrê min in 5 caran dû hev çapa 1ê dikin. Bo reklamê qet bikêrnehatî me. Sifir.. Sifira min li ser sifreke sifrî dike zingezing û dixişike li binê hevrazê Eco.. Bêhna xwe çawa hilgirim, ji diyaframê an ji pişkê?

Ruhê min pif kiriye sûrê, Îsrafîl di nava min de ji mêj ve şîva miriyan bi para cîranan daye jî.

Ez li wir disekinim.

Li nav ciwanên zanîngehê, mîna kalemêrekî rêya xwe şaş kirî û di wê heyama xelet re derketî, li xwe û li halê xwe dikenim.

Ez gelek şaş dibim, li vî welatê me çima ciwan qet ciwan nîn in? Hê di vî umrî de ketine bin barê mitaleyên siberojê, hê di vî umrî de ber bayê jîyar û dinyaya pûç ketine, kê çima ew barê ewqasî giran li pişta wan kiriye? Bêyarî, ez ji wan ciwantir im! Kê ew xistine tatêlê?

Berra, min dosyeya xwe ya teze jî tevizandibû, niha li tenûrê, li ser xwelîmorê dipije mîna kartolekê.. hêdîka, bi hemdê xwe û bêpûke.

Li pirsa xwe ya biçûk vedigerim: Ez î reben, tenê li meydana nivîsê siwarekî beled im û mîna hespekî sêwak ê şîneboz azad.. bê xem.

-ya ji hemû xweştir jî bê-mi-nnn-et!              

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi