Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Li ser navê Culemêrgê: Colemêrg an Culemêrg?

Li ser navê Culemêrgê: Colemêrg an Culemêrg?

Cile-mêrg an Cole-mêrg, Cole-merg an Cûle-mêrg, Cule-mêrg an jî Gule-mêrg?

Niha hûn dibêjin, ahe bi Xwedê te kir qirîs? Tê zanîn, qirîs xwarina herî qedîm a Culemêrgiyan e û ji gelek têkelokan çêdibe; mêwîj û kakil, goştê parsû û kutilkên gir û rihik, simaq û dan…

Lê mesela me ne qirîs e, mesela welatê qirîsê ye. Yanî bingeha navê Culemêrgê: gelo rastiya wî navî çi ye? Em hez dikin hinekî li dû vê pirsê bikevin.

De hilon, bidin gel min!

Berayîkê divêt em aşkere bikin ku navê wê devera ku di nivîsên tarîxî de jê re “Naîrya” tê gotin, li ser zardevî kurmancîaxêvan, welatê Hekarya ye. Culemêrg tenê navê navenda bajarî ye. Derûbera wê, ji Şaxê heta Şengalê, ji Urmiyê heta ava Hêzil Hekarya ye.

Li ser kok û reha navê Culemêrgê çend dîtin û bîr û boçûnên cuda hene. Em ê bidin dû wan. Mebesta vê nivîsê ne ku ez biryarekê bidim û ji we re bibêjim “îlem koka vî navî ji vê derê hatiye” nexêr, ez ê bîr û boçûnên heyî, bi we re parve bikim.

Di belgeyên Usmanî de, li çend cihekan navê “Çölemerîk” derbas bûye, ku li ser vê binemayê, hinek kurdên me jî gava nivîsîne, navê nêzikî vî navî “Cole-mêrg, an jî Colemerg” tercîh kirine.

Ev ên ku li dû vî navî diçin, îdiaya wan ew e ku ev nav, ji encama qiran û erdheja 7ê Gulana 1930î ku di encamê de 2514 kes miribûn û du taxên Culemêrgê serobin bûbûn. Niha jî li Culemêrgê du taxên bi navê Qirana Jor û Qirana Jêr heye. Çimkî di wê zelzele û erdhejê de qira bajêr hatiye û yên li dû vî navî diçin, dibêjin, hingê jê re gotine, çol û merg; yanî bajêr bûye çol û merg û mirinê lê daniye.

Ev kes dibêjin, bi demê re herfa “ç” wek “c” ketiye ser zimanê xelkê.

Kesên ku xwe didin dû îdiaya navê Cole-mêrg jî nêrîneke nêzî vê ji xwe re esas digirin û ew dibêjin, êdî “cole cole” yanî “col ji bo hejmara hezarî tê gotin” bi taybetî ji bo col û celebên pezî tê bikaranîn, îja li gorî vê îdiayê cole cole insan qir bûne û ketine ser mêrgan…

Hinekan jî gotiye, nexêr, heçî Culemêrg e, warekî zozan e, çiyayên wê têr çêre û têrxwer e, hingî col û celebên pezî ser mêrgên wê mexel bûne û bûye pawan û pawaza koçeran, jê re “cole-mêrg” hatiye gotin.

Ligel vê, tiştê ecêb, xelkê Culemêrgê, bi herdu baskên xwe ve, Ertoşî û Pinyanişî û hemû pêkhateyên dîtir, çu kes navê vî bajarî bi awayê “colemêrg” yanî bi “o”ya gilover nabêje. Telafizeke weha tune ye ser zarê xelkê wê.

Piranî xelkê xwecihî û derûbera wê, vî navî wek “Culemêrg, an jî Cilemêrg” bilêv dike. Gelo, ma dibe ku ev tenê ji fonetaksê be? Dibe ku tenê pirsgirêk fonolojîk be û xwedanê îdiayên jorî di îdiaya xwe de heq bin? Helbet ev pirs cihê gengeşê ye û a çê ye ku mirov bide dû!

Qismek pir hindik jî îdia dikin ku ev nav ji peyva “Cule” û “mêrgê” dariştiye û xwedanê vî warî yê ewil, kesekî bi nijad “cihû”, yanî “cule” bûye û nav jî ji mêrga culan dariştî be.

Divêt em bînin bîra xwe ku li Culemêrgê çendîn navên bi “mêrgê” pêk hatine hê jî berceste ne, mîna “Mêrga Bûtan”, “Mêrge Mîran/Kanî Mîran”, “Kanî Kewkan, Mêrge Kewan” û hwd.

Ji van û gelek navên dîtir jî aşkere ye ku yek ji pêkhateyên vî navî bi îhtimaleke gelek xurt “mêrg” e ne ku merg ango mirin… De ka çima navê mirinê deynin ser warekî ava û heman wext paytexta mîrgehê? Ev îhtimal dûrî aqil e û piranî ji bo warên kambax, navên “xirabreşk”, “xopan”, “kilês”, “dêris”, “wêran” têne danîn û exlab jî ev war malberdayî û terikandî ne.

Ji bo em hinekî xwe bidin ser şopa vî navî, baştir e ku em hinekî din bi nav hin taybetmendiyên zimanê xwe ve biçin.

Tê zanîn, di kurdîya me de hin gotin, hin biwêj û qalibebiwêj li gorî rêgezekê û li ser binemayê mantiqê têne pêş. Hema wisanê gotin û nav çênabin. Gava du gotinan xwe da ber milê hev, divê li gorî sinsileya mantiqekê li hev hatibin.

Bo nimûne, gotina “col û celeb”, “deşt û zozan”, “kanî û robar”, “av û derav”, “gul û mêrg”, “geş û xweş” ahengdarên hev in û bi hêsanî li dû hev tên.

Pir zehmet e ku gotina “col û mêrg” bêne dû rêzekê. Ev gotinên rêzikî nîn in. Jixwe xelkên vê deverê qet û qet bi vî lewnî nabêjin.

Ev “cule-mêrg” û “cile-mêrg” ku exlab xelkê vê herêmê wisa dibêje, du gotinên lêk guncawe ne û rêzikî ne. Mimkûn e ev gotin, sereçaviya vî navî bin.

Xwedanê îdiayekê dibêjin, ev nav di esasê xwe de, ji “gul” û “mêrgê” dariştiye. Tê zanîn, li devera Culemêrgê li nav Eşîra Pinyaniş, herfa “g” wek “c”, herfa “k” wek “ç” bi awayekî nîv-wukalî berdest in û gelek caran te dî ji gulê re gotin, “cul”, ji “turkî” re gotin “turçî” û hwd.

Îdiayeke din jî heye, ku xwe dispêre nêrîna “cile-mêrgê” û dibêje, heçî “cil e” di maneya “rû”, “rûber” de gelekî berceste ye û tê zanîn ku ev war, warekî “cile mêrg e”, yanî cilê wê, kirasê wê yê suriştî sertapê bi mêrg û çîmenan xemilîye.

Erê, niha dîsa welatê Hekarya cilê mêrgên hezar reng li xwe pêçaye.

Çûme cihkêt serhedan, Culemêrg di geliyê kûr da
Berçelan kefte bîra min di nav kevrokên hûr da
Sînem stêrk e li esmanan, di nav pêro û perwîn da
Bayekî li biskên sor da, alandî di xizêma hûr da
Min divêt Sînemê ramûsim, felekê çerxek lêda

Li Culemêrgê, gul û asmînan li mêrgên wê serî hilandin, cilê kesk kêşa ser bejna Sermedar û Simbî.
Heyran dê rabe ho yaman ho yaman
Da biçîne zozanan tu yemana Xwedê
Keprokan çeken ho yemam ho yeman
Ji şaxêt beranan tu yemana Xwedê

(…)

Bi hezkirin.


Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi