Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Asinê bê esas ne dibe çakuç ne jî das

Asinê bê esas ne dibe çakuç ne jî das

Gelo nasîn zanîn e?

Îro, em ê xwe berdin dû vê pirsê. Vê pirsa bi esas!

Heke hûn jî hazir bin, kerem kin em çend gotinan berdin binê parzûnga xwe û pêkve di bêjinga hişê xwe de bipolînin.

Bi fîkefîka pirsa “ka li wê derê çi bû -çi qewimî, gelo çi cerîya?” pêyên me ji erdê radike û me dide dû bayê dengedenga “êê!” û pirsa –ka li pişt vê ’êê!’ dê çi were, -çi heye çi nîne?- Mîna birûskekê li mereqa dilê me dikeve, me gêr dike binê dola pirsê û dixe pey bayê çîrokê.

Çîrok, me wisa bi dû xwe ve kaş dike ku em gelek caran xwe tê de ji bîr ve dikin û dibêjin qey em parçeyek ji wê ne.

Gelo li pişt wê pirsa “êê!” çi û çi heye? Çend bar xem? Çend piştî kovan? Çend bermil keser? Çend texe hêvî? Çend gurz xweşî? Û pirsên herî meraqçêker ku mîna miqnatêsekê dilê mirov bi per û bask dikin û dikêşine xwe. Gelo…li wê derê… çi û çi… qewimî?

Heyat, ji aliyekî ve jî hêçan e. Hêçanên ji serpêhatiyan peydabûyî.

Belkî jî pirsa li pişt wê “êê!”ya kurmê şîrî, xweziya bi muqayesekirinê ye serpêhatiya xwe ligel wê çîroka wan. Wê çîroka li betenê ku –heye ku ya her kesekî ji nav me be û heye ku şax û çiqekê wê awayek ji awayan li serboriyên me dialiqe- vê pirsê, kurm xistiye mejiyê me û kewara meraqa me hilhejandiye û mêş arandîne.

Piştî vê girîzgehê, min divê bême ser merema nivîsa xwe.

Wekî ji me hemûyan ve pir ron(î) û eyan e ku çîroka li pişt “êê!”ya hilawêstî ya serincrakêş heke çîrokeke bê esas be, wê “êê!”yê diqulibîne ser hev û birr dibe. Kurmê meraqa dilan per û baskên xwe digire û ser kurîya xwe rûdine.

Heke te çîrokeke bi esas nebe; a giringtir jî heke ew malzemeya wê çîroka berkeftî di destê te de bi ekspertane neyê honandin û bi mahirî xebat tê neyê kirin, ne yê jê çakuç çêbe ne jî das.

Îja em kabên xwe bavêjin û meseleyê safîtir bikin.

Wek tê zanîn, pêşketinên di teknolojiyên hilberîn, hatûçûn û ragihandinê de dinya kiriye mîna gundekî biçûk. Êdî dûr nêzik bûne, tu dikarî demûdest xwe bigihînî her devera dinyayê û bi rêya teknolojiya pêşketî, wergeranên hişê çêkirî yê berdest û desthel xwe bigihînî her zanînê.

Zanîn, êdî ji bin desthilata hin alî û kesan derketiye û qasî serê tilîkên her kesî nêzî wî bûye. Em dişên demûdest hemû dûrahiyan bînin sê gav wêtira xwe. Yanî bînin ber serê kepîyê xwe.

Îja ligel hêsankariyeke gelek zêde, ev pêşketina lezûbez û ne-kontrolkirî, belkî çêtir e mirov bibêje, nehezimandî û serwextnekirî, heman wext kêşeyên xwe hebin.

Ev kêşe, zanîneke bê esasî der barê her tiştî de belav dibe. Gelek hertiştzanên pir kêm serwext mîna kuliyan mişe dibin û dinyaya me ya fikrî dagir dikin. Em êdî dibînin ku hema bêje “her kes” der barê “her tiştî” de xwedan gotin e, çend “peyv” avêtine binê kewarê û bi wan şûrê xwe dihejîne. Lê di esasê de, ev xavik in, ne serwext in û nizanin ku ew tiştê ku ji wan wetrê ew dizanin, ew nizanin; ew zanîna wan serveyî ye û pê serwext nîn in. Tenê “nas” dikin.

Naskirin, di lîteratûra me de ji bo kivşekirina bi çav û dîdarî têt gotin; xasma pêzanîn û serwextî ew tişt e ku tiştê naskirî êdî di zîhna te de dibe xwedan wate, cî jê re çêdibe û êdî ew ji nasînê biwêdetir, xudan bîr û maneyine berfirehtir e.

Lewra, berî nasînê divê bêt zanînê. Em belkî gelek kesî û tiştan dinasin lê ka em çiqas bi wan dizanin?

Tiştê naskirî di esasê xwe de bi zanînê dibe xwedan esasek û hîmê wê di zîhna te de ava dibe. Zanîn, ew asin e ku hem dibe çakuç hem jî das.

Her serdema nû, bi pêşketina xwe re dînamîkên xwe jî çêdike. Bi pêşketina di warê teknolojiyê de, li nav taxa me ya kurdî, birra qelemşorên me jî di ber vî bayî dikevin û li gorî pêşketinê ew jî geşedanan di xwe de çêdikin û li ser wî esasî ‘şîn’ dibin.

Îja li vir, hewceyî bi zanîna têr tijî heye. Asinê bi esas lazim e ku destê hosta û asinkarên me yên wêjeyê. Me pêngaveke nû, bişzaveke nû divê bo raperîna wêjeyî ya ser esasê fikir û ramana xwemalî, ku karibe destê peyva me bigihîne destê peyva cîhanê û mil bi mil em govenda edebiyata têr estetîk bigerînin û gotina xwe li banê gerdûnê lêkin!

Bi kurt û kurmancî: Ji xwe hez bikin, her tişt ji wir dest pê dike. Ne mihûm e ka hûn çi dikin, li kê derê dijîn, di çi şert û zirûfan de ne; ya mihûm ka hûn çend bi dil û ruhê xwe di jiyana xwe de, li gel xwe “qenc” in. Bibin qencê xwe, bawer bikin, dinya dê bibe gênca we.

Ji bîr nekin, qencî gêncî(ne) ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi