Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Şêwazên vegêranê û rêbazên bipêşxistina ramanê

Şêwazên vegêranê û rêbazên bipêşxistina ramanê

Roman û çîrok li dora qewam û rûdanan ava dibin û her du di nav deqên wêjeyî de têne hesabê.  Ji ber vê yekê herdu jî xwedan teknîkên mînanî hev ên vegêranê ne. Bi kurtayî ev rêbaz alî me dike ka dê di romanê de, di çîrokê de û di paragrafê/bendê de şêwazên vegêranê, ka dê mijar bi çi awayî bê vegêran, bi uslûb û şêwazeke çawa ji xwendevanan re bê ragihandin. Niha em ê behsa biyavê teknîkên vegêranê bikin. Em ê teknîkên vegêrana di romanê de, di çîrokê de û di bendê de vebêjin…    

Mirov dixwaze hestên xwe, ramanên xwe, hizir û xeyalên xwe ji kesên din re bibêje û bi wan re parve bike. Di vegêrana meriv de jî mebesteke mirov a diyar heye. Mirov nivîsîna xwe an jî vegêrana xwe li gorî vê mebestê araste dike û li gorî wê jî teşeyekê didê. Di romanê de, di çîrokê de û di bendê de, bi teknîkên vegêran re vegêr/bêjer dikeve navbera xwendevan û berhemê. Bi saya bêjer, xwendevan dibîne û hîn dibe. Şêwazên vegêranê di her warî de awayek ji awayê pêşkêşkirin an jî derbirînê ye. Em ê niha behsa teknîkên vegêranê di romanê de, di çîrokê de û di paragrafê de bikin… 

ŞÊWAZÊN VEGÊRANÊ/VEGOTINÊ

Nivîskar di nivîsînên xwe de ji bo rûdanekê neqil bikin, ramanê li hişê xwîneran biçînin û heyberên bercestekirî di zêhn û bîra xwendevanan de zindî bikin gelek rêbazan bi kar tînin, ev şêwazên ha çi di bendê de bin çi di çîrokê de bin ji vana re şêwazên vegotinê tê gotin.   

Li gorî stîl û şêwaza vegotinê ku nivîskar di teksta xwe de hewl daye bi kar bîne em der barê teknîkên vegêranê de hizran dikin. Şêwazên vegotinê nîşanî xwendeyan dide ka hevok “bi çi awayî, çawa” hatiye vegêran. Di paragrafê de 4 celebên teknîkên vegotinê/vebêjiyê hene. 

TEKNÎKÊN VEGOTINÊ ÇI Û ÇI NE?

AŞKERE KIRIN: Di teknîka aşkerekirinê de armanc ew e ku xwendevan bi meseleyê serwext bibe û bibe xwedî agahî. Di vê rêbaza vegêranê de aşkerekirin gelekî giring e, raman awayê vegotina paragrafê diyar dike. Ji bo ramanên der barê mijarê de bêne aşkerekirin dikevin nav hûrgilîyan û bi nimûneyan mijar zelaltir dibe.   

NÎQAŞ KIRIN: Vegotina ser binameyê lec û gengeşê jî hinekî dişibe şêwaza aşkerekirinê. Tenê ferqeke wê heye ku di vê vegêranê de nivîskar ramana xwe dide der. Der barê mijarê de ramana xwe di tekstê de diparêze. Di vî warî de, hevokên pirse yên mîna; nexwe, ez dibêm qey, berevajiyê, mixabin ji bo gengeşê bi vegêranê re têne bikaranîn.   

ŞAYESANDIN/XEMILANDIN:  Bi vê şêwazê tu kesî, cihî, objeyekî bi taybetiyên xwe yên cihê cihê didî der. Bi şayesandinê peyv wisa tên raçandin heçku rismê wî tiştî birengînin. Di şêwaza xemilandinê de çavdêrî gelekî giring e û peyvên raberkirinê têne bikaranîn. Li vê derê mabest ew e ku dîmenan di hişê xwendevanan de zindî bikin.

VEHÊNAN:  Ji bo vegotina qewimînan tê bikaranîn. Bi taybetî li ser wexteke destnîşankirî kesan di çarçoveyeke diyar de hildide dest. Di şêwaza vehênanê de rûdan li gorî rêza qewimînê têne arastekirinê û bi hev ve têne girêdan. Teknîka vehênanê ji ber girêdayî qewamê ye, tê de qalibên wekî; xwe rakêşa, bezî, vegerî ku peyvên bi bizav in têne bikaranîn.

ŞÊWAZÊN VEGOTINÊ DI ROMANÊ DA

Di romanan û çîrokan de teknîkên vegêranê bi vî rengî tên danîn;

  • Teknîka Vegotinê
  • Axaftina ji zik de
  • Dahûrandina ji zik de
  • Teknîka Nîşandanê
  • Dîyalog/Xweşbêjî
  • Robûna Hişmendî
  • Teknîka Taswîr/Xemilandinê
  • Teknîka Kurtebirî
  • Teknîka Lêvegerînê
  • Teknîna montajê/Pahtinê

TEKNÎKA VEGÊRANÊ: Di teknîka vebêjiyê de xwendevan, rûdan û rewşê qasî ku ji devê vebêjer tê vegêran dizane. Di vê teknîkê de vebêj di navbera rûdan û xwendevanan de rêber e. Rê nîşan dide. Rewş û qewama ku tê xwestin di berhemê de bête vegêran bi vê teknîka bi navê şêwaza vegotinê li ser milê vebêj e. Ew çi çiqas bibêje, ew e. 

TEKNÎKA NÎŞANDANÊ: Çi heye çi tune ye di berhemê de hema rasterast tê pêşkêşkirin. Xwendevan hişê xwe dide ser rûdanan û vebêj/gotinox bi duristayî xwe ji nava xwendevan û berhemê havî/averê dike. 

TEKNÎKA AXAFTINA JI ZIK DE:  Hest û ramanên karekterên di nav qewamê de ne yekser ji aliyê karekteran ve tê ragihandin. Hest û ramanên karekteran bi rêya axaftina ji zik de ji aliyê xwendevanan ve bi zelalî tên dîtin. Bi vê teknîkê vegotin ji devî tê kirin. Vebêj xwe dide keviyê û bi vî awayî karekter xwe bi xwe axaftina xwe dike. 

TEKNÎKA DAHÛRANDINA JI ZIK DE: Bi vê şêwaza dahûrandina ji zik de hest û ramanên karekteran ji xwendevanan re tê vegêran. Hest û raman bi devê kesê sêyê yanî ji aliyê vebêj ve tên vegotin. Li ser binameyê bîr û boçûnê tevn tê danîn û cihana hundirîn a karekteran jî bi vî awayî ji xwendevanan re tê darîçavkirin. Nivîskar gelek caran vê teknîkê bi kar tînin û piranî bi vê teknîkê şayesandinên ruhî yên karekteran tên raberkirin.  

ROBÛNA HIŞMENDÎ:  Ev teknîka vegêranê hema bêje cureyek pestgotinê ye. Tu gotina xwe hey û hey dibêjî û vedipêjî. Hinek caran di navbera babetên ser behsê de tu têkilî tune ye. Cihana hundirîn a karekter bi tevayî ji xwendeyan re tê neqilkirin. Hest û ramanên li ber hişê meriv bi awayekî bêserober û bi lez û bez pêşkêşî xwendeyan tê kirin. Heye ku hest û raman bi misêwa tim û daîm bên guhorîn. Bi vê teknîkê gelek caran rê û rêçikên gramer û rêziman tên pêpeskirin çimkî di vê teknîkê de çênabe raman bêne sansûrkirin.  

TEKNÎKA DÎYALOGÊ: Di berhemên edebî de axaftina bi hev re a kesên mijara berhemê li xwe digire. Di vê teknîkê de têkilîdayîna navbera karekteran cî digire. Bi vî awayî şer û pevçinînan karekterên roman û çîrokan bi awayekî zelal ji aliyê xwendevanan ve tê dîtin.  

TEKNÎKA KURTEBIRÎ:  Teknîka kurtebirî di romanan û çîrokan de gelek tê bikaranîn. Di vê teknîkê de mijar berbelav nabe, babet nayêne dubarekirin, dubare kêm in û çîrok bi awayekî birêkûpêk bi pêş dikeve.

TEKNÎKA TESWÎRKIRINÊ (ŞAYESANDIN): Rûdanên ku bi teswîrkirinê têne vegotin bingeheke qewî saxlem ji bo tekstê çêdikin. Karekterên babeta van kawdanan in ligel şûngehên xwe tên şayesandin û bi vî rengî wêneyek di hişê xwendevanan de tê resmandin. Ne tenê rû û dilqê karekteran tê şayesandin her weha derûniya wan jî tê şayesandin. Her weha ev teknîk bi romatîzmê re bi pêş ketiye.

TEKNÎKA LÊVEGERÎNÊ: Di çîrok û romanan de her çendî wek ku rûdan di dema niha de bê vegotin xuya bike jî bi şêwaza lêvegerînê zemên dibezînî û diçî dema borî. Ji bo agahiyên der barê rûdan, kes û şûnewaran de bi berfirehtir bêne ragihandin ev teknîk tê bikaranîn. Bi vî awayî tîşkê dide ser rastiyê.   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi