Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Jiyana bi dilê xwe...

Jiyana bi dilê xwe...

Van rojên herî xweş ên biharê, vê meha Nîsana “bûka salê” ez, li ser ji kerba hemû xwepêkenînên jiyanê, li dor hin pirsan tên û diçim.

Pirsa min ew eü gelo kîjan mirov jiyanê bi dilê xwe dijî? An jî gelo ma bi rastî qet kesek heye ku jiyanê sedî sed “bi dilê xwe” bijî?

Jiyan kengî bi dilê mirovî dibe?

Malûm e, jiyana bajaran, di nav asin û betonên sar û sekitî de, pirtir di nav mij û dûxana stresê de ‘pûç’ dibe; hema her, lezûbez û keftûlefteke bêdawîn, ne karê dinyayê diqede ne jî stresa ‘karên nîvçemayîn’, tu dibê qey, gava em gihîştin her tiştî û me her tişt bire serî, dê wê “jiyana xwe bi dilê xwe” bijîn!...

Her tişt, di navbera “çav û birûyan de” wekî hilmekê difûre û diçe, li pey tenê dimîne, çend bîrhatinên reşûbelek... ku carina mirov hez nake, hinan bi bîr bîne jî.

Gelo bi rastî jî, kîjan mirov di jiyanê de bi dilê xwe dijî?

Kesê ku ligel her tiştî, dibêje; ez ji xwe hez dikim û di nav kar û qerebalixa jiyana kar û rojane ya toz û dûman de dikare ji xwe re hin kêlîkan çêke û ligel her tiştî bikaribe enerjiyeke pozîtîf bide derdora xwe, an jî, ew kesê, xwe berde nav pêlên kariyer û bikeve pey dûvê bilindbûn û qelewbûnê?

Gelo, gundiyekî li çiya û berdolan bi serê xwe, di nav suriştê de bi dilê xwe ye, an ew bajariyê ku di nav dûxana kar de pê nagihêje serê xwe jî bixurîne?

Gelo, nebe qey ne yek ji wan jî...

Gelo, ma şertên kêfxweşî û bewtewariyê hene?

Bextewarî bi ser şertan e an ‘hunerek’ e? Û tenê kesên ku vê hunerê bizanibin dikarin wisa bijîn?!

Malûm e, jiyana me gişan, bi tevna şertan hatiye vegirtin; bi her tiştê xwe ve, em, bi ser hinek şertan, di nav jiyanê de dikarin ‘hebûna xwe’ bidine pêş...

Madem, realîte hinde ‘tal û dijwar e’ wê demê, em bo ku bikaribin van zincîrên berdestiyê bişikênin, wek kes dikarin çi bikin?

Madem, jiyan, bo me tenê ‘pêkanîna şertên li gorî dilê hinekan e’ –ev kom, dewlet, dîn, şîrket, rêxistin, cemaet û hdw dibe- wê demê, em çawa dikarin, bêyî ku jiyana xwe bi duristî raxşn ber piyan, bi rûmet û rengê xwe, bi bîr û bawerî û ya herî girîng bi dilê xwe çawa dikarin di nava vê jiyanê de bijîn?

Werin, em bi hev re, çend caran li ser van pirsên jorî bifikirin.

Em, îro, bo xwe tiştekî cuda bikin; îro, piştî karê xwe yê rojane –her di nav kar de jî dibe- kêlîl, wext û demên xwe yên navberê ji xwe re dagerînin fersendekê û wekî gulekê dilê xwe xweş bikin.

Ka ji kerema xwe, çirayê dilê xwe vêxin, da ku odeya ruhê we geş û rewneq bide...

De ka ji kerema xwe, fanûsa hestên xwe hilken, da ku hucreya zihna we bibiriqe...

De ka ji kerema xwe, vê deqeyê, gulekê bidin xweştiviya xwe, li yarê/a xwe bigerin, ber dilê dostekî/e xwe bigerin, diyariyekê bidin nasekî/e xwe, heke çu tişt nebe, hema mijê ser eniya xwe belav bikin; ken û bişirîneke germ li derdora xwe bireşînin...

Jiyan, heke bi arstî jî hûn hez bikin bi dilê we be, dilê xwe vekin û dilekî bi dilê xwe bidin; palekê ji dilê xwe vêkin...

Ji kerema xwe, xwe qel din ber dîwarê jiyanê û li stêrkên xewn û xeyalên xwe yên destpêkê temaşe bikin; îro, “bûka salê ye” nîsan e, xwe berdin ber dilê wê, dilê xwe bi barana Nîsanê, avrêl avrêl bişon...

Jiyan, bo ku bi dilê we be, ji kerema xwe, dilê xwe VEKIN!...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi