Hêvî heye

Di nav hengameya qewmîn de, hişên dûr diçeç kûr diçe û piştre gava li xwe dialiqin, pirsa, “Rojên tirsê yên reş û tarî gelo bi dawî tên? Jiyana ‘normal’ tiştekî çawa ye?” tê li ser zimanê min dimîne û bi lêva min dizeliqe.

Bêhemdê min çavên min dadikevin behra xeyalan û di navbera çend kêlîyan de kurtejiyana min weke xelekekê di ber çavên min re derbas dibe.

Ax û keserên jiyaneke ji kirasê tirsê, ji derbiderî, dûrî, kovandarî û janan...

Di medyayê de bi awayekî gelekî berfireh tê vegotin: diyalog, li şûna çekan axaftin, muzakere, li beramber gotinên nêzî hêviyê, nêzî jiyanê; aştî...

Ez qet dirêj nakim...

Tenê bi gotinekê dikarim vê bêjim, li cihê hêvî hebe û hêvî geş bibe her tişt mimkûn e...

Xwedê bike, careke din li ser vê axê bêhna barûtê neyê û ciwanên terotol nekevin axê...

Vê carê bi min wisa tê, em nêzî vê xewnê ne, inş ewrên reş bi abadînî dê ji ser asîmanê sayî yê welatê me biçin.

Di nivîsa bê de ez ê nêrîna xwe li ser pêvajo, pirsa kurd, agirbestê û kampanya ‘zimanê dayikê’ binivîsim...

Vê gavê tenê gotineke min heye: hêvî heye!

Erê erê hêvî heye, ma ku hêvî hebe em nêzî ‘jiyanê’ ne.

Ji bo wê jî ez dibêjim, a girîng ew e ev ‘jiyan’ bi rengê me be; wek nimûne, her kurd ji mala xwe dest pê bike bi kurdî bijî, malperên kurdan dest bi weşana kurdî bikin, tv û radyo giş bibin kurdî wê demê ‘kampanya’ herî durist dê bête pêkanîn...

De serkeftin ji we re!

Ma dem hêvî heye, kurdî jî bi hêviyê xweş e û bi wate ye ma ne wisa ye?!

Heta gotara bê, bi hêviya hêviyên xweştir!    

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum