Gava pênûs bi kurdî digirî

Nizanim ka girîn bi her zimanî “eynî” ye an na, lê baş dizanim ku dema ku kela girîyê têt û li gewriya pênûsê asê dibe, wê demê, erd û asîman têne hev.

Pênûs, her ku bi kela giriyê ‘avis’ dibe û bi ‘janên wê’ dinale, wê demê, serê hevsarê xwe berdide û bi deşt û geliyên peyvê dikeve.

Van rojan, ez di nav “girînên pênûsa kurdî” de, guhdariya jena dilê nivîskaran dikim. Bawer nakim, çu tişt, wekî romaneke bi kurdî mirovî bibe nav hizr û xem û xeyalan...

Mirov, di her hevokê de dengê wê girîna bi kurdî “seh” dike û mirov pê re pê re, dikeve nav dinyayeke dîtir...

Bi kurdî “dinyayên dîtir” ên li rexê hatûbatan, gelekî çavter in, gelekî dilper in, gelekî ruhger in û mirov li “wan dinyayan” berze dibe di nav hemû “berzebûyî” û “berzekiriyan” de...

Ez van rojan li pey “çîrokên neqediyayî” ên Şener Özmen, bi xiyalên kurdî ketim nav dinyayeke hizran...

Min çirp çirp li rondikên pênûsê yên bi kurdî guhdarî kir... di her çîroka ku nasê çîrokine jiyana me bûn, ez carina hilm bi hilm bi kelecana êşeke tenik kenogirîn bûm, carina jî xwezî û kelejana dilê min, ez birim nav tevna hin çîrokên ku ‘min got dibû ku dawiya wê weha nebûya’ an jî ‘xwezî weha bûya...’ û ew hest bi min re çêkir ku bibêjim, “meger wisa ye” û bi halê xwe keniyabim...

Çi tiştekî “xweş e” ku mirov bi hestên pênûsa bi kurdî, velerize û ji hestekê biçe ya dîtir...

Ez hingê bi wê çendê hesiyam ku, gava pênûs bi kurdî digirî, “pîs” digirî ha!

Ez bibêjim wekî girîna “sûlaveke berçiya” tu bibêje wekî girîna “avetîrkên nîsanê” û piştre, gava çavên min di nav rûpelên “şevên winda...” ên Dilawer Zeraq de li “windakiriyên wêneyên meçhul” digeriyan, her jina kurd a ber çavên min diket, bi min wisa dihat her wekî parçeyek ji wî wêneyî li me vedigezîne û min noqî xiyalan kûr û bêbinî dike...

Gava pênûs bi kurdî digirî “janya” li ber sêdarkên dilê Rênas Jiyan –bi destûra mezin “xwe” dikuje û li goristanên bêstêrk ên şevên lal, diçin serdana girtîgeheke penîçav û silavekê didine dilê dilbihar, Hemîd Dilbihar, Qahir Bateyî û gelek qelemgirên kurd ên bi kurdî digirîn dibîne û silavên min dibêjê...

Bo wê jî, gava pênûs bi kurdî digirî, li bejn û bala peyvê nanêre, di vê ‘dinyaya teng û biçûk’ a kurdî de, wekî volkanekê hildipijiqe û her tiştî “serobin” dike.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum