Çare-serî-ya doza KURD(î)
Malûm e, rojeva sereke ya vî welatî dew û doza "me û tirkan" û çareseriya vê dozê ye.
Ji devê yên herî serî, peyam û axaftinên "çareseriyê" (ku her kes li gorî xwe têdigihêje) li bin guhê hev dikevin.
Modêl û rêbazên çareseriyê pal didine hev.
Modêla Spanya, Cezayîr, Fransa, Kanadayê û hwd li ser sêla sor a dabaş û axaftinê dipêjin.
Hêjayî gotinê ye ku ev nîqaş û guftûgo giş îşareta hindê ne ku êdî tîr ji kevanê derçûye û "çareserî" bûye hêvî û daxwaza her kesî. (Çare-serî; bila wekî çare dîtina bo seriyan a Receb Tayyip Erdogan neyê fêmkirin; ew şûna ku çareseriyê bibîne, çareyekê ji seriyên difikirin re dibîne. Kux ji te re ha!)
Êdî qenc û xirab her kes dixwaze ji xewnên kuştinê hişyar bibin û jiyaneke bê tirs û rondik, hejarî û hemû şerpezetiyên ji encama şerî têne pê, dûr bijîn. Çavê her kesê li asoyên jiyaneke bi hev re ya xweş û aram û azad e. Kes êdî naxwaza bi berbanga bi xeberê kuştina ciwan û terotolan hişyar bibe. (Jiyan mafê her kesî ye)
Aliyê dewletê, pirs û dozê tîne û bizavê dike ku wê di çarçoveya "mafên takekesî" de asê bike, heçî aliyê kurd e, ew pê mijûl e ku "mafên kolektîv" di çavçoveyeke qanûnî û yasayî de bêne mîsogerkirin û kurd wekî gelekî rûmetdar bi heyî û neyiyê xwe ve bête qebûlkirin. (Nexşeriya ku birêz Abdullah Ocalan jî van rojan amade dike di vê çarçoveyê de xwedan nirx û girîngiyeke bêpayan e. Jixwe muxatab ew e yê xwe daye ber)
Her çend kêfa min bi hevokên bi "divê" dest pê dikin neyê jî ez jî wekî kurdekî jirêzê dixwazim çend "divê"yên xwe li vê derê destnîşan bikim:
Berî her tiştî, ez dibêjim qey divê em xwe ji modêlên vî û wî bişon. Hewceyî bi modêla çu kesî nîn e; berevajiyê, divê aliyê kurd û tirk li hev rûnin û "Modêla Çareseriya Kurd û Tirkan" darêjin. (Berî vê divê hemû aliyên kurd ên herî "marjînal" jî di vê modêlê de bibine xwedan gotin û kurd di navbera xwe de konsesûsekê bînine pê)
"Divê"ya min a dîtir jî, ev e; Pêdivî pê heye ku dewleta tirk li pêş raya giştî lêborînê ji kurdan bixwaze. (Ji bo ku ev yek pêk bê jî, diviya berî her tiştî raya giştî bi riya dam û dezgehên ragihandin û çapemeniyê ji vê re bête amadekirin.)
Ji bo ku rê li ber kîn û rikeberiyê bê girtin, berî her tiştî, hewce ye ku dayikên leşker û gerîlayan bêne nik hev û bi dil û dilxwazî hevdu hembêz bikin û ji bo pêkanîna vê çareseriyê roleke aktîf bigirin ser xwe. (Divê hesta tol û tolhildanê rabibe û em hemû êş û kulên ku heta îro li me qewimîne ji bîra xwe bibin û hevdu bikaribin efû bikin)
Piştre, alî (dewlet û PKK) rasterast li hev rûnin û ji bo çareseriyeke herî maqûl pêvojoyeke bi çend qonaxan bixin dewrê. (Ev jî karê aliyan e)
Heke hûn fikra min bipirsin ka ez modêleka çawa dixwazim, ez bi dilekî xweş dikarim bibêjim ku ez modêleke ku neheqî li kurdan neyê kirin ya bi her awayî qebûl dikim. Lê heke hûn ya ber dilê min dipirsin, ez dê bêjim an Kurdistana serbixwe, an jî federasyon lê ji bo xatrê we dikarim bi xweserî û otonomiyê jî razî bibim, lê tenê bila vê carê kurd hêvîşikestî nebin.
Qonaxa ewil, mimkûn e, (Wekî nivîskarê tirk ê esilkurd Yaşar Kemal jî di gotûbêjekê de destnîşankirî; mafê perwerdehiya ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê) û mafê weşana dîtbarî û nivîskî ya 24 saetî ya bênavber û berfirehkirin û xurtkirina rêveberiyên herêmî (Şaredarî dikarin wekî Meclîseke Herêmî ya bi navê Meclîsa Herêma Kurdistanê bêne tanzimkirim û wezîfedarkirin) ev jî, wekî garantiya rêveberiya herêma kurdan bi yasayê bête mîsogerkirin, bête destpêkirin
Çareseriya herî rast riya aqil û şuûrê ye. Ji bo vê jî, îro, derfeteke zêrîn li meydanê ye.
Her kes dikare gavekê bavêje pêş û ji bo pêkhatinê tiştekî bike.
bi qur-an Omerê xoşevist, tu jî pir baş dibêjî. lê dema em empatiyê ji bo aliyê tirkan danên, ev dikeve pêşiya me; ew kesene wan gotinên te dê yên PKK girantir bibînin.çika ew ji bo kurdan çareseriyê naxwazin, işxwe vê qebûl nakin.ev eleqeya wan jî têkildarî û berjevendiyan zêdetir tiştek nîne.em çima xwe bixapînin, ma em kor in.ew tiştên tên xwestin lazime ku wan bixwe kiribûna.nexwas kesê gotiba.lê em dibêjin jî fêde nake.em tev êdî hêviya çareseriyekî xeyali de ne...
Yanıtla (0) (0)"rojekê zarokek giriyaye û mast xwestiye.ji bo wî mast anîne; demeke kin hiş bûye paşê dîsa dest giriya xwe kiriye û dims(doşav) xwestiye.vê carê çûn e ji bo wî dims jî anîne. demekê sekiniye paşê dîsa dest bi giriya xwe kiriye.vê carê jî gotiye masti û dimsê têkelî hev bikin.ji bo ku nûze nûza wî neyê,xebara wî kirine û mast û dims li hev xistine.piştî demekê dîsa giriye û gotiye; wan ji hev bikin(wan nava hev derêxin)...
îca bira can me kurte çîroka xwe çi fêm kir? -hincet!
em xwestinê xwe kêm jî bikin, hemûya jî rakin; dijmin dê her hinceta bigire.çika ew dixwaze bigirî, çika ew dixwaze em bindestbin, jar bin, kole bin, êsîr û êxsîr bin, tune bin... lê em jî dixwazin azad bin.
Ne güzel dilimizi kullanmakta . Keşke bende böyle yetenekli olsaydım .İnanın belli bir yaştan sonra zor geliyor .Biryandan yaşam kavgası .Umarım gelecekte kardeşlerimiz , yeğenlerimiz , çocuklar ....bu dili , kültürü ,edebiyatı , tarihi ,müziği ....... okullarda resmi olarak öğrenirler .Kolaya kaçmaktayım belki, tembel olduğumu belirtmeli bu konularda .Gerçekten büyükşehirde yaşamak zor ....Zaten vergini veriyon birde başkaca yabancı olduğun , bünyene yabancı bir kültürü zorla dayatıncalar çık işin içinden ....Herneyse yinede sizlerin azmini - başarısını gördükçe bende bişeyler öğrenmek için çabalıyorum .
Yanıtla (0) (0)mın nivisénte xwendın gelek dılé merıvan rehetdıke wexta ez niviséte dıxwinim ez dıbémqé mın ew nivisandıne gelek başe herhebi niviskaré héca serkeftın jıtere
Yanıtla (0) (0)