Silêman Feqiyanî

Wekî daristanê bi birati

07 Temmuz 2010 Çarşamba 15:30

Em dizanin, di demsala vi welati de bayê germ û tezî dembidemê wekî serxweşa bê qerar digihor e. Em dizanin ewên mêji û aqilê wan tarîreşê de dîyar, rexekê neyarê aştiyê ne, rexdî jî ji bona hilkulîna şeri wekî provokatora û bi rûyê margîseya (bukelemun) di xebitin. Bi vê hereketêda di hevîrtirşê mêjîyê xwe de çendî zirarê didin aştiyê ew jî tê zanîn.

Di dilka bîst milyon kurdan de kesera xwe bigihijîne aştiyê, di vê herêmê de bi mînaka sûlavekê di herike ser axa pîrozwer. Belê ewên bi vê bîrûbarîya (zihniyet) qrêjû û bi serdemêder (çağdışı) re welati gor kêf û hizirên xwe rê bibe jî na gehin armanca xwe. Lewra tifaqiya karker û kedkar û gelên Tirkiyeyê, carekdî têra ronîkirina mêjîyê wan ê tarî hey e. Bi tenê herkes aqli selîm hizir bike bes e. Ji vê vebijarkê wêde tû çareserî nîne. Lewra hemû dema rûmeta mirovahiyê hemberi stem kirinê bi ser ketin bû ye. Bi vê dîtinê de, vi welati de dê aşti qazanç bike.

Belê. Lewra kesera aştiyê pir îza û bi bin pê kirin re û têkoşîna berbedel re hatiye van rojan. Vê têkoşîna herî pêşketi çend deha înane hîza ê, çend xwîn mêjên di dilka wan de toxumên rik, nefret û inkar re tiji beqem kirin e û cihê wan sûsin û beybûn çandin e û ew wekî rexgira aştiyê berdayne nava mirovahi yê.

Dayinên berdelan dê kî bide hesapkirin. Di vi şeri de tê gotin ku bi hezaran mirova jîyana xwe winda kiri ye û bi hezaran mirov jî berze bû ne. Her we tê gotin bi milyonan mirovan gundên xwe valakiri ne û di bin van valakirina gunda de bi milyonan mirova koç kiri ne û bêrsî, tênî, rûs û pêxas di nava bajar û nevçeya de belav bû ne. Bi jandana dilka milyonan mirova re rondikên çavên wan çik nebûn, dilka milyonan dê û bava di hesreta zarokên xwe şewiti ye, dê kî hesaba wan bide. Rasti ruh û bedenên milyonan mirova tebiqi ye, dê hesaba wan kî bide. Ew mirovên di kevin wê tengaviyê, psikolojîya wan aloze dibe, ji dîn û hartiya wan re dê kî hesabê bide. Wek mirovek azad evîndarên vi welati dê çawa ji xwe re xeyalan bikin ku bigihin hev. 

Ew astengên pêşiya zimanê bi milyonan kurdan ranebûn. Kurd bi zimanê xwe naxwînin û neşên navê kurdî bidin war, gund, navçe, bajêr û kolanên xwe. Heke çavkaniya dewlemendiya çandiya xwe, dîrok, folklora xwe lênegerin bila tû kes nebêjî û mijara axaftinê jî neke. Bike jî neşê zêhna rexgirên şeri û zêhna tunebûna kurda qeneh/îqna bike.

Tê zanîn ku di dilê kurdan de hebuna evîni û hesreta ji bo aştiyê, wekî dayika bi çavê hesret, bi germahiya dil re û binazdari re temaşe zarokê xwe dike, we ye. Her we di dilê kurdan de heskirina aştiyê, wekî hesreta dilê dayikan, wekî axa ziha hewceyi avê, wekî dara hewce oksîjenê û wekî evînîya heskirina dilka du ciwanan e.

Di vê herêmê de xwînbera serekeya girêdayi dilkê de, mînaka bombeya bidenk re dilkê de teqîn e, her we wekî şurka bitevahi di herik e û hesreta aştiyê çend santîmitroyên Tirkiyeyê de belav dike. Mixabin gor vê jî hêj ew dilk û mêjîyên bi tovê rik û neyarîyê re xemilî serwext nebûn e û çendî tiştekî jan e. 

Nemir Nazim Hîkmet wekî di helbestek xwe de nivîsî, “wek darekê tenê û azad û wek daristanekê jî bi birati” gotinek herî bal kêş e. Hêvîya binyatê mirovahiyê jiyanek wehe ye. Mixabin pir mêjîyên reben bi gelacî û ewanîyê re pêl didin ku nava gelên Tirkiyeyê de fesadîyê derxin. Tev mêjiyên wehe berjewendiya welati nabînin. Bi azwariya qazançkirina pere ve nîveka banqa vala dikin, çavkaniyên welat di dizin, ew jî têrî wan nake û paşve namîn in çavkirin a wan xwiha eniya xebatkaran e. Ev mêjiyên ji welat re neyar, belê welatperest tên çav, ku pere çavê wan qirmişandi ye, welatiya ji metelîk re hewcedar dikin.

Cihek wekî vi welati û herêmê, di vê xwezayê de li ser erdi hevserî û namenda wê nîn e. Berdewamiya vê hevokê de ev neyarên wekî welatperwer tên çav bi hişên jehr û zemberek re li ser xort û nifşên nû, çi qas jehra xwe verejîn in, ser wan û dilê wan bi nefrîn re xemlîn in, ew jî cida tê nîqaş kirin.

Ew dilkên bi jehr re rik û nefrîn re xemlî di jîyana wan de li cihê xwînê, fîşek û barut pompa dike mêjîyê wan. Ev zêhnên tarî dibe ku jehra xwe vereşîn in ser tavê, hest û hizirên xwe ê tarî re xwe xemlîn in û welati bi van hiziran de rûkirin bikin; belê bixetira aştiyê tîrêjên heyvê dê tarîtiya dilê wan geş bike.

Divê mirov ji bo evi welatê xweş û mirovên rind re, jiyanek geşdarî, dilşadî tiji de û ji bo jîyaneke mirovkî li ser erdi bi bawerî pêlî kirin bike û bi wê baweriyê re dilka mirova germ bigir e. Ji îroj piştre divê bi mehneyên erzan re pêşîya aştiyê nehê birîn û di vi xîme de hewce ye pêşîya aştiyê nexetimî, gel bingeha biratiyê de xîmeyê komara demokratîk bavêj e.     

Di avakirina aştiyê de yek bi yek rêzgira mafê gela de, gelên vê xwezaya germ dil bi dil, wêrîk bi wêrîk têkoşîna aştiyê geş bikin. Ne hewce ye kurd mîn in tenê, divê gelên Tırkiyeyê bihevra wekî mistê bin. Di van hişan de dema komên aştiyê hati tirkiyeyê tenê kurd kêfxweş bûn, ma ne divî tirk jî bi vê hatina koma aştixweza re kêfxweş biban. Dema di vî welati de aşti û biratiyê de pêk hatin û xîmeyê  komara demokratîk hate avêtin divê tenê kêfa kurdan nehê, divê kêfa tirkan jî bê. 

Di alî dî de van mahên dawî de meydanên fotbulê de kirêtiyên hati pêş çav çendî qirêjû bûn. Ez ji ewên meydanên fotbulê de ên dibêjin gol, bên kolana bi yek dilk re bêjin aştî, dê wê demê di vî welati de xîmeyê aştî û azadîyê bê avêtin. Dê dilopên rondikên ji nava dilk û mêlakên dayikên kurd û tirkan jî ziwa bibe.

Di vê du caniya biharê de em nû jê xelas bûyî. Mixabin bi vê biharê de û eve çend biharek e bi qîrîyên xwestina aştiyê de kurd dengketi bûn. Roj bo rojê çîya û newalên welat di bin bonbabaranê de wek zarokê birîndar naliya dikêş in. Ev herêma wekî zaroka, nazdar bi nazdar rondikên çavên xwe dirêj e, dilê tu kesê nasoj e, ava rehmê naherike dilê tu kesê. Qatî mafê mirova li cîhanê winda bû ye ku axên û nalênên vi geli nebih e. Hêj niha jî ewên wekî cenawarê gola wanê agirê rik û neyariyêve xemilî tim û tim hilma xwe re, agiri ji devê xwe derêxe.     

Bawerim ku çawa ava bin erdi ji bo serkevtina ser erdi ji xwe re rê peyda dike. Ji bo serkevtina ser erdi çawa xîzê hûr bi xwe re radike hewa. Mirov dema temaşeyî wi xîzê bi avê re bilind dibe temaşe dike û şad dibe. Dema azadî di nav vi welati de cihê xwe girt dê ev gel e jî we şad û azad bibe.

Evê Tirkiyeyê wekî daristanê hizir bikin. Di vê daristanê de jî ji bo jîyaneke birati û di nava vê daristanê de her mirov, her gel wekî darekê azad û bi birati, bi hevrebûn û xwe bide bin sîvanê aştiyê û jîn bike. Tu kes nebe sedemê xwîn xwariyê û xwînmêtin ê dê çend welatek xweş be. Di vê çarçovê de ew darên û çiqên darên vê daristanê ên zirarê didin vê daristanê divî bên bijartin û qut kirin û kesixandin.

Ji bo rondikên çava, êdî bes e. Ji bo îşkence û windakirinê êdî bes e. Ji bo polîtîqayên qirêjû êdî bes e. Ji bo înkar û îmhayê êdî bes e. Ji bo şer ê qrêjî êdê bes e.  Mirov di vi welati de pir xerîbîya aşti û azadîyê dike, ma ne êdî bes e.

Ev welat e, ev daristan e ji hemî gelan û daran re bi xweşktiya xwe re têr dike, tenê aşti û azadi bê avakirin bes e. Di vi welati de wekî nemir Nazim Hîkmet goti em tenê di vê/vi daristanê/welati de bizanîn bijî bikin.

NÎŞE: Ev nivîsîne di nûçeyên geverê de roja 11.SERMAWÊZ.2009’ê bi tirkî hatibû weşandin. Piştî hindik gûherîna min wergeran kurdî.

Bu yazı toplam 5271 defa okunmuştur