Silêman Feqiyanî

Tirsa dila îşkenca gora

11 Mart 2012 Pazar 13:17

Jîyana Kendal li Colemêrg’ê biqorederî û bimawtî diborî. An ko jîyanek ne ya mirovan bû. Heke mirov bêje jîyana wi wekî a dahban an jî a keran bû, ne direwe.

Jîyana wi wekî se a direwî wi, wekî guran di nirî wi û wekî dahbeyan jî di rahêla wi.

Çend revî ba, çend xwe veşêrti ba tirsa dilê wi wekî sihê dipêşîya wi, de ew taqîb dikir. Belê, tirs wekî benûştê qaçikê (ji benûştê kewzanê re, ji benûştê kerengê re dibêjin benûştê qaçikê) mabû lêva wi a ji tirsa de leriz e. Ne roj roja wi bû ne jî şev şeva wi bû. Jîyan ji wi re tarî û tarîstan bû.

Nîgaş û hişên wi tevlihev bibûn û kîjan dema rojê, mehê û salê de ye nedizanî. Derketina wi a kolanê qedexe bû. Di ma malê de jî şerma dê û bavê xwe dikir.

Lewre ciwanek bispor bû. Tenê dimalê de ê xwarinê bû. Ew bi vê betaliya xwe re bêhn tenk bû. Ewi divîya karek wi jî bigehe aborîya malê û divîya biçî kolana û ji xwe re karekê peyda bike. Di vê sedemê de ba ê bikêşe hindirê xwe, ji wi re neyar bû. Xwarin û vexwarina wi qoreder û mawt bû. Axa liser digerî mar, hevalên wi neyar, cînarên wi hût û bajarê wi jî ji wi re zîndan bû. Kolana lê digere, mal, avahi, mêrg û zevî, newal û çiyayan rahêla wi û nik dilê wi tevahiya vane neyar ê wi û ji wi re xwîndar in.

Qabil nebû, li vî bajari, ser vê axê, vî welati jîn ji wi re heram bû. Tu tişt çu nemabûn ku wi girêbide vî bajêri. Lewre didilka wi de evînî, hezkirina tu kesê çu nebû. Dilka wi bi tirsê û binîgaşên çek û rext û fîşek û teqîna bombeyan re xemlî bû.

Her roj pêş çavên wi bû. Di aliyê hindik mirovên ser û rûyê xwe girti û wekî ramboyan re, heval û cînarên wi dihatin girtin. Bi îşkeceyan re hindik nîvimirov dihatin berdan, hindik jî winda dibûn. Tu kesê nedizanî dawiya wan çilêhat. Her roj avahiyê wi wekî tev avahiyên bajêriyan. dibin gijiloka fîşekan de dîwarê wan avahiya dihejî. Tev ev xwezaye, mirov û hêwanên vê xwezayê êrija kuştina wi dike. Tirsan de riha wi hatiye serê difina/poza wi.

Divîya ku riha xwe xilas bike, ji xwe re qirarekê bide. Ew jî divîya vê qirarê zû bide. Lewre windabûna wi an jî bigotinek dî kuştina wi a ser vê xwezayê nêz wi bûye. Dê îro sibê bê kuştin an jî windakirin. Ji wê çendê bireve û xwe ji vê xezebê xilas bike dê baş be.  Azadiya wi, terk kirina vî bajêri û a vê herêmê de ye.

Ev qirare jî, malbata wi têkiri bû nava mêjiyê wi. Heke ewi qet dili nebû ku terka bajêrê xwe bike. Ewi digot ez wekî tev heval û bajêriyên xwe. Heke mirin be bila em bihev re bimirîn, digot. Belê ji bo van hizirên xwe ên revînê malbata wi xorti liwi dikirin û ew jî bigotina malbata xwe re dê terka bajêrê xwe kiriba. Kendal di nava tev van hiş û nîgaşan de hûr hêre û gir rêse. Dawiyê qirara xwe da û dê bo çen mehan ji bajêrê xwe derkev e.

Ewi jî wekir û destûr ji malbata xwe xwest û ji wê herêmê derket. Ji bo bajêrek nenas, bajêrek bîyanî û mirovên bîyanî re kevte rêkan.

Kendal bi şevek û rojekê de giheşt bajêrê Stenbol’ê. Bevê wi navnîşana kurmetê wi Qahir dabûyê.

Qahir’ê kurmetê wi jî jiber wê zilma herêma wi de malbata wi bixorti rêkiribûn bajêrê Stenbol’ê. Qahir avahiyek du mezel, qenterek û midbexek ji xwe re kirê giribû. Ew çar mah bû libajêrê Stenbol’ê û ji xwere karek dîtibû. Gotin bi cih be bi nan û zik dixebitî.

Kendal bi îza be jî avahiyê Qahir ê kirê girti peyda kir û heftêyek bû li mala Qahir dima. Der û pencere ji xwe re qedexe kiribû. Lewre wekî bajêrê wi, li vî bajêri jî xwezayê rahêla wi. Mirov ji wi re neyar bûn. Hemû xwedî çek û rext bûn û rambobûn. Ewi we didît.

Dawiya vê heftê ewi û Qahir bi hevre pir axaftin. Dawiya heftêyê Kendal tirsa dilê xwe pêpes kir û derket kolanê. Lewre ewi jî dizanî wiha bi rûniştinê re naqete, divê ji xwe re karekê peyda bike û bixebite. Heke dê pareyên bavê wi dayî wi xelas bibin û ew jî ji şermên xwe de pareya ji bavê xwe naxwaz e.

Rojên pêşiyê tirsa berzebûnê ji avahiyê Qahir ê kirê girti dûr neçû. Hindî dikolana de digerî dît ku bajêrê Stenbol’ê çendê mezin e.

Ew roja sêzdehê bû, ewi kolanên Stenbol’ê pêpes dikir. Dît ku komek mirovên biçek û rext ve, serçavên wan girêdayî û wekî mirovê rikgirti ê tên bo rexê wi ve. Di wê demê de riha wi hat serê difina wi kom bû. Dilka wi û xwîna laşê wi sekinî. Dê bêji ser erdi nîn e û ê ser ewran diçe.

Çar rexên xwe temaşe kir hemû aliyên wi tarî û di nava wê tarîtiyê de mirovên xwedî çek û rext êrijê diben wi.

Mirovê dabilez û êzdahi sing bi sing hat nêzû wi bû ku dem mabû dê riha wi ser serê wi de biçe, milê zilami milê wi kevt û ber wi de borî çû. Dema milê zelami milê wi kevti hişên wi hatin serê wi û bigeriyana xwîna laşê wi re kelatiyek kevte laşê wi. Paşê zanî ku ew mirovek welatî bû, wekî tev welatiyên dî di kolanê de hat û çû.

Wê rojê tirsê tev laşê wi parwan kiribû û neşiya nava kolanan de bigere û zivirî mala Qahir a kirê girti.

Heftêyek deh roj ser wê tirsa hati seri de borîn û carek dî bi xem, kul û kuvanî ê nava kolanekê de diçe. Roj bi roj pereyên wi hindik dimîne, ji xwe re tu kar nedît, serê xwe çevandi ber xwe diçe. Di demekê de serê xwe ber xwe rakir û di dem de xwîna laşê wi sekinî.

Dît ku mirovek wekî eshabeyan ê tê bo rexê wi. Çek û rextê xwe libejna xwe girêdayî. Kincên wekî kincê leşkeriyê lixwe kiri. Qesetura, kelepçe û du qabên wekî qabê tilefonan liser kêleka wi. Agir jinava çavên wi dibare û bi kîn û rik re tê bo singê wi.

Dilê xwe de “dema ez bikevim destê vî êzdahi, ew dê min bike birnût û bikêşe difina xwe” borand. Tezinkê, hêcanê ew kir êxsîrê xwe û xwihek tezî laşê wi rapêçand.

Bi hatina wi mirovê wekî êzdahi re çavên Kendal kevtin ber pê wi. Rûyê wi rijîya ser singê w, Reng û rûyê wi spî û pût bûn. Tirsa de nehişyar bû kevte nava kolanê.

Dema hişên wi hatin serê wi çavên xwe vekirin û dît ku polîsek ê trafîkê hindav serê wi. Zanî ku ew dabilezê hati pêşîya wi ev polîsê trafîkê bû. Wê demê riha wi canbû, hişên wi hatin serê wi. Bi tirsoke temaşeyî navçavên polîsi kir. Bi çend pirsên polîsi re wekî mirovê qebehetek mezin kiri we parêst û dawiyê jî ji wê kolanê derket çû kolanek dî.

Ji wê rojê paş de hindî hatê neşiya xwe ji van hişan xilasbike. Lewre wekî Colemêrg’ê kolan û avahiyên Stenbol’ê, mirov û erebeyên Stenbol’ê, behr û gemîyên Stenbol’ê li wi rik kevtin û bûn neyarên wi. Stenbol’ê rahêle wi û kifşe ku ew jî di bajêrê Stenbol’ê de xendiqe.

Wê rojê zivirî mala Qahir a kirê girti û gote Qahir.

“Qahir ê bira. Ez li bajarê Stenbol’ê jî naqetînim. Lewre bajêrê Stenbol’ê jî wekî bajarê min, rahêlît min. Ez çend libajarê xwe bitirs dijîm, li vî bajari jî hind bitirs dijîm. Ez vî bajêri de bitirsa tîr û kivana, bitirsa şîr û xencera, bitirsa neyar û rikdara, bitirsa kujer û xwîndara bijîm. Di vê sedemê de, dê nêz de êşên giran bigirim. Vêca a qenç ez zivirim bajarê xwe û bila mişk û marên bajarê min, neyar û rikdarên bajarê min, xwîndar û kujerên bajarê min rahêlin min, belê ji cineta vî bajari çêtir e. Ez dimirim jî bila bajarê xwe, ser axa welatê xwe, bigermahiya dê, bav, xwişk, bira, cînar û hevalên xwe de bimirim, ji min re çêtir e.

Ewi nû zanî ji çi ew girêdaye Colemêrg’ê ye. Nû kevte hesreta kolan û taxên Colemêrg’ê nû kevte nava hesreta zevî, mêrg, beyar, newal, çiya û daristanên Colemêrg’ê. Nû zanî evînîya wi, hevalên wi, axa wi, hezkirina wi bi kurtasi jîna wi Colemêrg e. Û carek dî zivirî nava wan êş û janên xwe ên ewi bi zîndî digire.

 Bawer bikin ev çîroke serê pir kurdan de borî ye. We nîn e? Di nava hişên kîjan me de, ev hişene neborîne an jî di nava hişên kîjan me de ev hişe çu nîn in, bila ji xwe pirsî. 

Bu yazı toplam 3056 defa okunmuştur
akılment
 // dılsoz
yazmış olduğunuz yazı geçmiş ve gerçekleri anlattığıiçin sizi kutluyorum başarılar....
20 Mart 2012 Salı 14:55