Omer Dilsoz

Li bin siya ‘Daristan’a Mihemed Ronahî

11 Mart 2012 Pazar 16:36

Daristanek mişt çîrok û serpêhatî. Daristanek bi zar û zimanê vî gelî ronahiyê dide ser serpêhatiyên mişt kurd, mişt êş û bêbextî yên ku li ser vê axê, bi sere vî gelî de anîne/qewmandine.

Mihemed Ronahî, ev heyamek e qey “dînecinî” bûye ku her hefte pirtûkeke kurdî çap dike. Dibêje, “Heta Newrozê” jî ev kiryara me dê berewam be. De ka em çi bêjim, destên te xweş!

Me di edebiyata kurdî de Ronahî bi romansa ‘Berdewarên Biharê’ nas kir, niha jî risteçîroka bi navê ‘Daristan’ dibêje xwendeyan kurdî ‘hîqo va ye ez li vê derê me.’

Daristana ku çîroka daran dibêje, xwedî teknîkeke lêkristî ye û weke robarekî çîrok bi ser hev de hêl dibin û me di nav pêlên xwe de digerîne û dibe nav sûlav û gerr û golên mend ên dîroka nêz û vê dema îro ya Kurdistanê.

Ronahî, bi şêwazeke şareza tevna çîrokên xwe bi zimanekî rewan û sivik î nerm hûnandiye, na na li hev risandiye, loma jî ez ê jê re bêjim daristana lêkristî/ yanî lihevristî/lihevrêsayî…

Ronahî, bi serhatiya gopalê Şêx Seîdê kal, li Paloyê bi zarvekirin û bi zarxistina dara Spîndarê devê Daristanê li ber xwendeyan vedike. Serpêhatiya daran bi Guldarê bi dawî dibe.

Her darek berperreke êşê, her darek rûpeleke kurtedîroka me li ber me vedike. Carina xwende bi Mişmişê dê bêbextiyeke gelekî dilsoj bibîne û bi serhatiyê dilê wî biteze, carina jî dê bi Darhejîrê re li zindaneke yekkesî li ber serê girtiyekî siyasî yê li Giravekê guhdariya êş û serpêhatiya “înada” Kurd û Hejîrê bike.

Carina jî dê biçe Barzanê di qewara Darçinarekî de li serpêhatiya bêseroşûnkiriyên Enfala başûrê Kurdistanê bibe mêvan û dibe ku bêhemdê xwe rondikên xwe vemale.

Yanî, bi kurdî ev Daristan me dibe nava dehl û dirriyên jêrhişa me ya kultûrî ya hevpar û Ronahî me bi şarezayî bi ser zarê daran di nav ruhê me yê neteweyî de digevizîne.       

 Ji ber vê hindê ye, ez dibêjim qey zimanê kurdî weke ava cuha xwe dîtî û vekirî, her ku diçe asoyên nû yên fireh li ber me vedike û em tê re li ronahiyên geş dinêrin.

Hûn ê div ê daristana ku hêdî hêdî perrên xwe li ber me vedike de bibînin ku dara bûye gopalê Şêx Seîd û bûye dara sêdareya wî, heman dar e. Hûn ê bibînin ku dendikên mişmişan ronahiyê didin ser bêbextiyeke kirêt. Hûn ê evîna sincê ya platonîk a ku dibe janeke sivik li dilê we bixe bibînin û pê bihesin ku nivîskar bi ser zarê daran daristanên nava me dane axaftin.

Darbehîva ku dibe şahida gerîlayeke birîndar ku di rezê jehrkirî de giyana xwe radestî axê dike, hûn ê bi ser zimanê wê êşa kurdan a “kurmê darê” û serhildêreke jin a çeleng û berxwedana wê bibînin. Ronahî, bi zimanê daran, hewl daye ronahiyê bixe ser hemû kulekê civakê û ji her kulekekê çirayekî pêxe da ku pê ‘derdê me’ vebêje.

Ronahî bi zimanê daristanê li pey xema vegotina “derdê vê axê” ye ku daran û çîrok û serpêhatiyên wan li ser xwe dihewîne.

Wek cî û mekanê serpêhatiyan jî, Ronahî nexşeyeke berfireh a Kurdistanê vegirtiye; Ji Paloyê dest pê dike, li Barzanê dizivire, li devê çemê Miradê bêhna xwe vedide û li çiyayên Malmîsanê vedigere.

Weke tê zanîn, dar, di mîtos û felsefeyê de sembola “jiyanê” bi xwe ye.

De kerem kin, em bi hev re li bin siya Daristana Ronahî çayekê vexwin.

Bu yazı toplam 4196 defa okunmuştur