Silêman Feqiyanî

Gor AKP’ê pırsgırêk dı tê çı wateyê

19 Mayıs 2015 Salı 11:10

Mirov dimîne gomanê de. Wekî tev hilbijartinên dawî de, di van rojên vê hilbijartina 7 pûşperê (hezîranê) sîyasetvanên Tirkiyeyê carek dî exlaqê xwe ê qirêjû dirêjin nava dilk û mêlakên geli. Mînak R.T.Erdogan “ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan ez bûm sedem, min ev çareseriya pirsgirêka kurdan îna rojevê û xwediyê vê pêvajoyê ez im” dibêje. Bi berdewamiya axiftina xwe de “dema min pêngava vê çareseriya pêvajoyê avêti û ev barê giran danî pişta xwe HDP li ortê çu nebû.

Başe heke HDP li ortê çu nebe û tu bi PKK’ê re jî narûnêy, wê demê ma nabêjin, herê gelo tu ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan bi kî re rûnişti? Bi gotinek dî, ma tu kes nabêje “malwêrano heke xwediyê vê pirsgirêkê HDP an jî PKK nîn e, te bi kî re pêngava çareseriya pêvajoyê kirîye? Nê ser navê PKK’ê bi taybet kurdan rexdarê vê pêvajoyê an ku pirsgirêkê raxgirek HDP û êk jî hikometa AKP’ê ye.
Serokomar R.T.Erdogan piştî xwedîderketina çareseriya pêvajoyê, pêşîya wê de jî “pirsgirêka kurdan çu nîn e û pirsgirêka welatiyê min ê kurd heye” dibêje. Bi vê gotina xwe re hebûna kurdan a netewû û civakî jî înkar dike. Başe welatiyê wi ê kurd kîjan e. Welatiyê wi ê kurd ewin ewên eslê xwe, binyatê xwe, axa xwe, zimanê xwe înkar dikin. Ewin ewên wekî wi hizir dikin û bigotina wi neyariya xwe dikin.

Hêrsa wi xwe nagire ji şervanên serê çiya re jî bi gotina xwe a terorîst re berdewam dike. Dibêje ez bûm sedema pêvajoyê, weydî jî ên min bi wan re destavêti çareseriya pêvajoyê terorîst in. Ser van gotinên xwe jî sernavê Selahettîn Demîrtaş ji HDP’ê re çendî kirêti, neyari, nifrîn û dijûn hene hemîya dibêje. Heta duhi bi fermana wi re, sîyasetvanên HDP’ê û ên wi hevdîtin dikir ser deh xalan bibûn mutabiq, niha jî înkar dike.

Herê gelo ev mirove vê pisrgirêka kurdan çawa dibîne? Gor wi pirsgirêk di tê çi wateyê? Navbenda pirsgirêka kurdan û şervanên serê çîya de çi cudahi heye? Dema mirovi got pirsgirêk ew çi hizir dike? Qatî nik dilê wi pirsgirêka kurdan cidaye û a şervanên serê çiya cida ye? Ew wê fêhmdike?

Mirov ser vê çendê dibe ku hezar pirsan ji xwe re bêje. Dawiya tev van pirsan ev dê bibê hizira mirovi. Serokomar R.T.Erdogan navbenda pirsgirêka kurdan û a şervanên serê çiya de tu têkiliyê nabîne û ewan ji hev cida dibîne. Gor wi ev şervanê serê çiya ji kîjan gelan e, ew tarîye. Bêaqil jî ji van hiziran an gotinan bawer nakin.

Gelên tev dinyayê bi taybet gelên Tirkiyeyê dizanin ku ev şervanên serê çiya zarokê wan kurdan in ên ew dibêje tu pirsgirêka kurdan çu nîn e. Bi gotinek dî. Ew şerwanên serê çiya zarokê wan kurdên gor wi bêpirsgirik in û ji bo çareseriya pirsgirêka wan kurdan têkoşînê didin. An ku tev tekoşîna wan şervanan ew e ku pirsgirêka malbatên xwe çareser bikin. Heke hêvênê kurdan û wan şervanan yek nebe, ew şervan seba çi dê jîyana xwe winda bikin? Dê seba çi li wan çiyaya bêrsî, tenî, rûs, pêxas, sir û seqemê de bimîn in? Ewan nevê rakevin nava nivînên xwe û pariyek xwarina germ bixwen?

Qatî evi serokwezîri, ev şervanên di vî şerê qirêj de jîyana xwe winda kiriû cendekê (termê) wan dihat derê malbatên kurdan de jî tu jê fêhmnekir? Di vî şerê qirêj de tev ciwanên kurd û tirkan jîyana xwe winda dikir. Ciwanê tirk di çû derê mala tirki û ê kurd jî di çû derê mala kurdi, evê jî bala wi nekêşa. Qatî rondikên çavên dayikên kurd û tirk ji hev cuda bûn?

Dema agir kevte mala cînarê mirovi divê mirov xwedî mala wi cînarê xwe bibe. Heke mirov pişta xwe bide mala cînarê xwe ê agir vêketi, dibe ku rojek bê mala mirovi jî bişewite. Wê demê ew cînar jî dê pişta xwe bide vêketina agirê mala wi. Di bêjin dinya dor e. Îroj tengavi û xîzaniya min xwedî derkeve ku ca ez jî di xîzani û tengaviya te de bibim harîkarê te.

Evê mînakê ji vê çendê re dibêjim. Heke mirov rondikê dayikê kurdan û ê dayikê tirkan cida bibîne dê bikeve nava gomanên yekalî. Bila neyar bizanin ku heta dawiya dinyayê kurd zirarê nabînin, rojek dibe ku bê ew jî zirarê bibîn in. Ma nabêjin dinya dor e.

Di vê sedemê, de divê vê hilbijartina welat a ku bibe sedema hevhembêzkirina kurd û tirkan de dengê xwe bidin HDP’ê. Heke bi vê berdewemiya hikometa AKP’ê re dê her du gel jî zirarê bibîn in û bikevin bin zilmek pir girran.
Ev sê sal e bi harîkariya PKK’ê re şerê birakuj sekinîye. Sedem çu dî ciwan jîyana xwe winda nekin, sedem rondikê çavên dayikan nebarin. Sedem ku ev pirsgirêke çareser bibe û bi birati, bi hev re, bi bê jîyan. Sedem tev gelên tirkiyeyê bi taybet tirk û kurd wekî xwişk û biraya xwe hembêz bikin.

Qatî seba van sedeman sîyasetvanên AKP’ê bi taybet R.T.Erdogan dê minfeatê wan xirab bibe ji wê çendê “tu pirsgirêka kurdan çu nîn e” dibêjin? Heke kurd û tirk bi birati bijîn dê qotiyê pêlavan bimîn vala, ew ji wê çendê ditirsin? Kurd û tirk bi birati bijîn wê demê ew sîstema serokatiyê neşên danin, bi gotinek dî neşên dîktatoriya xwe ava bikin.

Kifş e ku ev minfaetên wan di aliyê HDP’ê re di tê astengkirin, ji wê çendê jî tenê sîyaset û propogandaya xwe zivirandin ser HDP’ê û bi taybet ser Selahattîn Demîrtaş.

Ewi/ewan divê wateya pirsgirêkê, ewi/ewan çawa bivê û ew çawa şîrove bik(e)in, kurd jî gor wi/wan hizir bikin û gor wi/wan şîrove bikin. Divê ew van hizirên xwe ji kerçoveyan re bibêj(e)in. Lewre kurd êdî kurdên berê nîn in û êdî kurd mecbur nîn in gor hindik dî hizir bikin. Dewr dewrê berê nîn e û kurd jî kurdên berê nîn in. Ev divê baş bibê zanîn.

Di van hiziran de dibêjim. Bila kurdên xwe xapîn in bizivirin ser war û binyatê xwe. Divê heta mirinê ew kurdê bi nezanîna xwe guhdariya neyarê xwe dike, divê hişyar bibe û bi biratiya gelan re xwe xemlîn e. Êdî dem ew dem e. Ev hilbijartina 7 hezîranê bo biratiya me û gelên Tirkiyeyê fersendeya dawî ye. Êdî ev hilbijartine ku ca em bigehîn nasname, ziman û azadîya xwe fersendeya dawiyê ye.

Êdî bes e. Werin dengê xwe bidin xwe, bidin azadîya xwe û bidin biratiya gelan. Bidin (HDP) Partîya Demokrasî a Gelan.

Bu yazı toplam 3701 defa okunmuştur