Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Qey dora nivîskaran e?

Qey dora nivîskaran e?

- Samî Tan jî hate girtin, gelo sibê dora kê ye?

Ev heyamek e, her spêde gava em çav bi jiyanê dibin, dillerzika me bi kelecan/tirsa agahiyeke/xebereke nû ya nebixêr dilerize.

Paranoyaya girtinê wekî talerzê xistine nava me hemûyan; Jixwe mebesta wan jî ev e. Hema bêje civakeke paranoyak ava kirin bi vê girtin û destgîrkirinê.

Her sibe gava hişyar dibin, bi bê dilê xwe, bêhemdê xwe bala mirovî diçe ser nûçeyên ajans, malper û TVyan û pirsa, “Ka îro kî hatiye girtin/destgîrkirin?”, “gelo sibê dora min nebe?” wekî birûskekê hiş û hewnê mirovî têkve dide.

Êdî çi kes neşêt bibêje, “wele ez bêguneh im, min xwe têkilî çi tiştî nekiriye, ji ber hindê li deriyê mala min nadin!” çimkî, êdî ev pêla girtinê pêl bi pêl belav dibe û her kesî –çi tiştek kiribe, çi jî xal û xerez be- dide ber xwe/ ev pêl her kesî vedigire û welê ye, hema bêje –çi kesê bêhna kurdîniyê jê bê- êdî ditirse ku dora bête wî/wê jî.

Vê pêlê tenê kesên ji fraksiyonên rastgir û piçekî xwe wek îslamî binav dikin, bi şev dikarin bêtirs û dudilî serê xwe deynin ser balgîva xwe. Çimkî baş lê serwext in ku AK PARTÎ ji bo wan HAMÎtiyê/XWEDANIYÊ dike.

Ji ber hindê jî ji KOZIKA wan çi deng nayê; xasma Pêxemberê Xwedê di hedîseke xwe de dibêje, “Ew kesê/a li hemberî zilm û neheqiyê xwe li kerratî û bêdengiyê datîne şeytanê lal/bêziman e.” Welê xuya ye ku “şeytaniya lal” pariyê devê hindekan xweş dike û cihê kurî û q..na wan jî NERMTIR dihêle.

Lê gotineke xweş heye, ku hêvî bi mirovî re çêdike, “Dinya ne bi zorê bi dorê ye” ango, “Heke hûn îro li hemberî zilmê dengê xwe nekin, sibê hûn ê bi xwe bibin mexdûrên vê zilmê…”

Wekî tê zanîn, duhî (12ê mehê) nivîskar-zimanzan Samî Tan li Stenbolê li ber avahiya Enstutîya Kurdî hate destgîrkirin, bi vê girtinê bivê nevê pirsa “gelo dora nivîskaran e?” wekî kurmekê mejiyê mirovî dikeroje.

Li vî welatî atmosfereke wisa çêbûye, “Êdî zindan û girtîgeh” wekî nostaljiyekê bûye para bîrhatinên her sinif û çîna civakê. Jixwe bo me kurdan, yê zindan nedîtî wek mêr/jin(kesek) normal nayê dîtin.

Ma normal e ku di civakekê de mirov êdî welê bibin ku êdî zindanîkirinê wekî wesfeke pesindanê box we qebûl bikin; Gelo bi reh û rîşalên kîjan civakê ewende hatiye leyîstin?!

Ev êdî dageriyaye nexweşiyeke psîkolojîk ku dibêjinê “sendroma stockholmê” li gorî wê; Ev sendrom têkçûn û berevajîbûna ravêj û bizavên mirovî li xwe digire: Bi vê, kes dibe bengî û dildarê kesên zilm û destdirêjî bi wan kiriye. Ma heke di civakekê de mirov welê hatibin ku xwe bi girtina binçavan û zindanîkirinê bipesinin, meger ew civak nexweş e. nexweşiyeke kronîk pê girtiye ku ev jî ber û berhema Daîreya/Saziya Şerê Taybet a dewleta Tirk e.

Niha guhê her kesê di nav Doza Kurdîniyê de lê ye ku sibê bê girtin; Em hemû kirine paranoyak. Bi vê kiryarê aqilê dewletê wisa li ber dilî ye ku vê dozê bifetisîne û tepeser bike.

Vêca bila di zindanê de jûr/odeyek jî ji bo NIVÎSKARÊN KURD bête vekirin, ma bi vê dikarin ewa di aqilê wan de şax berdaye ji binî ve tune bikin!

Zindan, tenê dê ji bo berhemhênana berhemên baştir bibe qonaxeke navberê; Zindan, pêpelingeke xijok e ku dê roman û çîrok, şano û senaryoyên bêhempa li KURDÎ zêde bike.

Bila li bîra me be; “Her evrazî nişîviyek bi dûv de ye.” “Kêlîka herî tariya qetranî ya şevê dema herî nêzî berbangê ye.”

Zindan, tenê zindanîbûna serweriya dewletê ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi