Piçek edebiyat, piçek jî heyat

Ev dinya milkê me hemûyan e. Milkê edebiyatê jî gotin e û ew kiz û pelaxê li pişt gotinê.

Mirov, qasî gotina xwe heye li ser darê vê dinyayê. Qasî hizirên xwe jî reh û kokên xwe berdide zikê ferhanga cîhanê.

Dinya, ji hişekî hevpar ava bûye û hemû reng û dengen tê de jî verêja vî hişî ne. Heke ew hiş oqyanûs be, reng û ferqîyatê di jiyanê de jî ro û çem in ku ava xwe diherike nav vê zeryaya mezin.

Em hemû, piştî sê gavan digihêjin hev û jiyana me li ser bazeberên vê sêpêngavê reng û teşe digire.

Em heyata xwe li ser têgihîştina xwe ava dikin, yanî heyata me temendî edeb û edebiyata me ye; jê pêvetir belkî bar e, belkî jî zêdehîyek e me daye ser pişta xwe û ji xwe re kiriye bargiranî.

Ev dinya têra me hemûyan heye. Hindî hukmê gotinên me tê de lê bin û dengên me bigihêjin ber guhên hev em tê de hurr û aza ne. Jê pê ve dinya ji me re kadîna ba ye: hawa têt û hawa diçît; siwar têt û peyar diçît.

Ji mêj ve xelkê ev dinyaya hane di nava xwe de lêkve kiriye û bara me jê maye palê pûşî. Niha em ji nav wî pûşî li danekî genimi diğerin da ku pê zeviya xwe biçînin: Vêca genimo hey genimo genime min! De were dano çîl bide, bişkive, zilik bide, ûşî û simbil bigire, dan biseride û danek genim bibe aşek genim; aşek genim bibe zevîyek genim, zevîyek genim bibe gundek genim; û heta welatek genimî ava bibe da ku genim bibe nan, nan bibe aş, aş bibe jîyan û aşê me bigere.

Vêca! Bi kurt û kurmancî, mesela me û edebiyata bi zimanê me mîna vî danê genimî ye ku di ber pûş û kayê çûye, di bin simên hêstiran de pelçiqîye, vezeliyaye û paşê li ber mişara zeviyeke birincî, l inik lateke bersîber, bê hemdê xwe çîl daye û zilê xwe kêşaye jorî. Danek bûye zevîyek.

Niha divê em wê zevîyê ade bikin, sexbêr bikin, avdan û efara wê bikin da ku zevî bibe zevî.

Gelo, em ê çawa bizanibin ka heyat nimûneyek e ji nav ûtopyayên edebîyatê nizilî an edebiyat sîberek e xwe ji nav heyatê wer dike û ji co û kaniyên heyatê ava xwe hildide? Kîjan ji ya dîtir dizêt gelo?

Her du hevdu xudan dikin helbet. Lê zayîn pirseke pir dirêj e û gotina min bi xwe têrî nake xwe bigihînê.

Çimkî em nizanim ka gotin berê hebû an nivîsê gotin da afirandin?

Helbet ev gotina ku dibêje; gotin dengê nivîsê ye jî dihêle ku em pê bifikirin: gelo qey nivîsê gava xwe bi deng xistî peyv û gotin jê niqitîne? Bêguman pirs pirsê tîne.  Tev mîna xelekên çemberekê din av hev re ne.

Lewra edeba heyatê ji heyatê bi xwe dest pê bûye. Heke edeb nebûya heyat belkî tenê û tenê lihevqelibandina şev û rojan bû.

Bo hindê, ji bo heyat karibe bibe heyat; mîna danê genimî yê di nav pûşî ketî, divê xudan serbor û serencamekê be û qonax bi qonax hatibe darêtin heta ku karibe bibe xudan ceste û hebûn.

Welhasil, ez dibêjim ji bo mirov çêtir ji jiyanê fam bike û di jiyanê de bibe xudan nêrîn û perspektîfên berfireh divêt mirov kewar û xurcezîna hişê xwe bi xwendinên têr tesel, bi edebîyatê tijî bike. Edebiyat, mirov têr neke jî mirovî haş û teselî dike. Hin caran pêdiviya mirov, ji têrbûna zik bêhtir bi haşbûn û hayjêbûna hiş û dil û zêhnê heye.

Çimkî gava mirov haş be û ruh teskîn be, rê û delîvên jiyanê yên teng li ber mirovî firehtir dibin.

Xwendin, ne ew e ku tu xwe bo derbaskirin û rawirtina ezmûnên zanîngehê, yên memûriyê bikujî, xwendin, ji bo haşkirina ruh e û têgihîştina heyatê ye.

Lewra edebiyat edebxistina ruhê hêc, edebxistina hizrên xav û edebxistina hestên naşî ye. Kemilîn e. Mirovê serwext û kemilî çu carê ber bayê hizrên pûçel nakeve û hevsarê jiyana wî di destên wî de ye.

Piçekî dema xwe ji xwendinê re veqetînin. Nexasim xwendina bi kurdî û wê bi nas û dostên xwe re parve bikin.

Ji parvekirina xwendina kurdî şerm nekin. Çîrok bi parvekirin û lêkvekirinê boş dibin, gur dibin, şax vedidin û dibin mal û milkê her kesê.

Em hevdu ji zarê hingvînî bêpar nehêlin!

De kerem kin, ji bo tameke hêj xweştir li jiyana we zêde bibe, çengên xwe vekin û gotineke xweş ji hev re bibêjin, bila bi kurdî be mîna:

Hevalo,

Delalo

Ho, hevalê, wa delalê

Ka destê xwe bide destê min; şerm nekin ha, li nav çavên hevdu binerin û bibêjin: Wey ser herdu çavên min! Ez ji te hez dikim!..

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum