Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Osman Baydemîr û yekitiya kurdan

Osman Baydemîr û yekitiya kurdan

Osman Baydemîr, yek jê siyasetmedarên herî rengîn ê siyaseta legal a kurdî ye. Xwedî terz û uslûbeleke taybet e û hindî bêjî, kurd e û heta kurdê reş e.

Di maweyê sih salên şoreşa Bakurê Kurdistanê de, gelek kes û kesayet rabûn, di nav civaka kurd de gelek têgihîştin hatin guhartin û di gelek waran de guhartinên mezin pêk hatin.

Bi vê re gelek têgihîştin peyda bûn. Yek ji wan ew bû; Profîla zana û siyasetmedar/rêberên kurdan ew bû ku ji bo bikaribî ji bo kurdan siyasetê bikî, divê tu bi zimanê serdestan (Tirkî) baş şareza bî û yên kurdîaxêv jî tenê pale bûn. Heta têgihîştineke wisa hate serdestkirin; Kurdî têra siyasetê nake.

Lê belê ev têgihîştin bi Osman Baydemîr û Leyla Zanayê şikest. Êdî li qatên bilind ên siyaseta kurdî de kurdîaxêv hebûn û wekî zimanî karekterê van kesan jî, heta bêjî kurd bûn.

Pir balkêş e, heçî kesê ruhê xwe bi vê kurdiya nû û nûjen dimeyand, heka kevir bûya jî tavilê dibû hingiv û dilovanî û mirovhezî heta şanikan lê dadigirt; Aya ev ji karekterê kurdiya çavbelek bû?

Di nav siyaseta kurdî ya Bakur de, çu kes hindî Osman Baydemîr, bi şekl û şemal, rabûn û rûniştin, ken û axaftina xwe kurdî nebû. Wî, li qatên bilind awaz û newayê kurdîya şayik bilind dikir û li ber çavên dijmin û neyaran weke kewekî ribat hawara kurdî digihande ber perê erşê jorî.

Osman, reng û şanê Kurdistanê bû û wî kurdiya hingvînî ku dilê wî şûştibû, hiştibû ku dil û mejiyê wî jî bi hizr û bîra kurd û Kurdistanê tijî bibe.

Baydemîr, ragirê peyda kurdî bû. Pê re ligel kar û xebatên xwe yên çi di Komela Mafên Mirovan de be, çi jî yên Şaredariya Bajarê Mezin de be, Osmanê me kurd û bi kurdiya xwe serfiraz –em jî bi vî nasnavê wî serbilind-  her dem pêkol dikir ku ala û peyva kurd û Kurdistanê bilind bike û vî gelê şerpeze gavekê be jî bîne jovetir.

Osman, bi rastî jî bi zimanê vê axê diaxivî, bi hestê vê axê diêşiya û loma jî rûmet û qîmeta wî dida kurdî û her tiştê aydê wî, ew di dilê civakê de geştir dikir.

Û li gorî min, hewldana herî pîroz, xizmeta herî mezin a Osman Baydemîr ligel Leyla Zanayê ew e ku di navbera PDK û PYDê de navbêncîtî kir û bi xêra hewldana wan, li Hewlêrê dawî li dubendiya navbeyna Rojava û Başûr hate anîn û du parçeyên Kurdistanê; heta ji wê wêdetir du tevgerên Kurdistanê yên mezin li hev anîn û bi ya min, xîmên Kurdistana mezin hatin avêtin. 

Hişmendiya Osman ew e ku her tiştê min, gelê min, ber dilê min berdêla hemû dinyayê ye. Wî, çi carê kurdî ji tirkî, îngilîzî û erebî an jî farisî kêmtir û jêrvetir nedît, tim, pêkol kir ku dengê kurmanciya zêrî li hemû dinyayê belav bibe.

Erê, Osman jî dikaribû weke hinek siyasetmedarên me xwe di guhê gê de ker bikira û bi zimanê serdestan siyaset bikira, lê wî wisa nekir. Wî, bi vê kiryara xwe tabûyeke mezin di nav civakê de şikand.

Heta niha kê dîtibû, Reîsê Belediyan bi Kurmancî xeber din ha :-)

Weke ku Baydemîr gelek caran dibêje, “Bi yekitiya kurdan dê bihara azadiyê bête Rojhilata Navîn” jî. 

Qenc e ku hê jî Osman Baydemîrên me hene… 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi