Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Nîvî ye umir, em çarêkekê jî jê najîn

Nîvî ye umir, em çarêkekê jî jê najîn

A rast, di jiyanê de her tiştê me nîvî ye. Însan nîvî tê, bi çarêkê dijî û bi çuneyî jî xatira xwe ji dinyayê dixwaze û diçe...

Hemû ba û bager, terg û tûfan, babelîsk û hengameyên li dûv xwe dihêle û di wê çarêka umrê xwe de li dûv dibeze, tenê û tenê birk û quleteyna hin bîrhatinên reşbelek e; carina wek xewnekê tête ber çavan –ku ew jî gel xwe robarekî rondik û axînkan tînin, an jî carina dibe kelekeleke sar li ser dilî û diçe...difûre...

Ji ber hindê jî, a qenc ew e, mirov her tiştî di demê de û li cihê wê bijî. Tiştê hat û bi dest ket, pê tamê wergire û tiştê çû jî ‘nede dû’...

Ka ji bo min bêjin: Heta niha kê kariye her tiştê ber dilê xwe bibêje û her tiştê hiş û mejiyê xwe darêje...

Ji ber hindê, mirov gelek caran hez dike, dengê mirovî hind xweş be, hin xweş be, ku gava mirov biqîre têl û zara dilê mirovî pê bilerize û hemû êş û qêrînên tê de bêne derê; lê belê, heta niha çu dengxweşî bi wan qêrînên xwe kaniya kulan nemiçiqandiye û çu kes dê nikaribe bimiçiqîne...

Ma ne, ji ber hindê ye, gelek caran mirov hez dike ku wisa binivîse, peyvan wisa li dûv hev siwar bike ku çu êş û jan di binê hişê mirovî de nemînin, hemû xeman jê bihilîne û bîne li ser rûyê kaxizan darijîne; lê belê, heta niha çu kesê ne dîtiye ne jî bihîstiye ku kesekî ew peyvên xemê hemû ji hişê xwe anîbin derê û hiş û dil ‘vala’ bibin...

Nizanim bo çi, mirov gelek hez dike, ‘virt û vala’, ‘rût û rewal’ bibe?!

Ji ber vê ye, umir her dem nîvî ye; peyv her dem nîvî ne, qêrîn her dem nîvçe ne, ji bo wê jî, tu bijî nejî, ji nîviya umrê xwe tenê dikarî çarêka wê bijî...

Her tişt di wan ‘çar-yek’an de ne, belkî jî ji ber hindê ye; sala me çar demsal, umrê me jî çar qonax be: Zaroktî, gêncînî, seremêrî/serejinî û pîrûkalî...

...

Newroz çû, biborin hat û xemilî. Îsal, newrozeke xweş û bê xwîn hate pîrozkirin. Helbet hinek dê vê bi ‘erênî’, hinek jî bi ‘neyênî’ pêşwazî bikin. Hinek dê bibêjin, ‘xwezî çend kes hatibana kuştin da ku deng jê bihata’ü hinek jî dê bêjin, ‘baş bû, me vê carê bi sax û silametî (bê provokasyon)’ ev newroz jî li pey xwe hişt!...

Me goti çarêka umrê me jî, bi van pirs û tirsan jî di nav lepê me de diçe... te dît, tîrika umir hêj xwe negihandiye 30’yan pişta me xwîs, porê me beyar û kej-spî bûye.

Pirsgirêkên bêdiliya gayinî ku encameke stresê, madetirşî, dilsarî û di encamê de kesayetekî paranoyak...

Ango

Heke tu kurd bî û bindest bî; umrê te nîvî ye û çavê wan li wê çarêka nav lepê te de ye jî... A qenc ew e, -a qenc ez nizanim çi ye: ))

Sibê, bi her hal, dê hin hengame bêne ‘afirandin’ û dê hinek ‘kes’ bên daxwaza wê ‘çarêka’ umrê me ji me bikin, berî ku Ezraîl bê... ji ber hindê jî, heke hûn bi ya min bikin, a niha rabin, zendên xwe badin, hemû kerb û rika xwe pêpes bikin û li hezkiriyên xwe bigerin...

Bo jiyanê jî, ji niha ve dest pê bikin, îro, her tişt bila bi dilê we be û vê rojê ji xwe re veqetînin...

De ka em pêkve stranekê bêjin:

Ez çûme kelê, kela li evrazî
Dergeh asin e, kilît darmazî

       ....

Çarêkek dijîn me, çarêkek ken, çarêkek hêvî... Her însan a rast nîviya umrê xwe dijî, çarêkek jî bo me namîne...

Qedrê dema tê de bizanibin!...   

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi