Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Neqşebendî û kurdînî

Neqşebendî û kurdînî

Her milletekî misilman li gorî xwe rêbazeke îslamî hilbijartiye. Bo nimûne, îslama Îranê li Kurdistanê bi navê Hizbulllah, îslama ereban li Tirkiyeyê bi navê Filîstînparêziyê ku digihêje ser Îxwana Muslîmîn a ku serkaniya wê digihêje Seyyit Qutbê Misrî.

Îslama kurdan a ku demara kurdîniyê girtiye û bi doza kurd a neteweyî re hevaheng bi rê ve çûye, îslama terîqa neqşebendî ye ku serkêşiya vê binemala Barzanî heta bi Şêx Seîdê Pîran, di nav kurdan de belav bûye.

Gava em niha liv û tevgerên siyaseta herêmê didine ber çavên xwe; em bi çavekî zîq dibînin ku ev şerê desthilatê yê “îslamiyan” li vê cografyayê bi awayekî aşkere rûberî me dibe.

Îslama pan-erebîst a Îxwanê îro di dîzaynkirina Sûriye û Misira nû de, xwedan roleke berçav e. Vê demara îslamî ku AK Partîya niha Tirkiyeyê bi rê ve dibe jî hîmê xwe li ser daniye. Ji ber vê destebiratiyê, Amerîkayê rola dîzaynkirina Rojhilata Navîn û dabênandina ber nîr a Ereban jî, daye destê Tirkiyeyê.

Li Rojhilata Navîn “piyona herî çalak a Amerîkayê” Tirkiye û hikûmeta wê ya pan-turanist AK PARTÎ ye.

Li beramberî vê rolê, Îrana ku dixwaze bi ser demara “dînî” li herêmê hêza xwe xurt bike, Hizbullaha Tirkiyeyê di ber destê xwe wek “kartekê” vedişêre; Heke berjewendiyên Tirkiye û Îranê gelekî li hev nekirin, mimkûn e, di rojên pêş de, Îran bi ser Hizbullahê bixwaze destkariyê li nava Tirkiyeyê bike.

Tirkiye jî ji bo “ev hucreya pasîf û mîlîmîzekirî ya Îranê”çu kartêkeriyê lê neke, bi ser demara dînî, bi awayekî zimmî û defakto bi Hizbullahê re li hev kiriye û ben û hevsarê wê xistiye destê AK PARTÎ û dûvikên wê.

Niha li meydanê tenê demara îslama kurdistanî maye ku ew jî xwe digihîne ser rêbaza Neqşebendî ku ev rêbazeke dînî ya nerm e, tesewufî ye û bi “gotina qenc” berê xwe dide îrşadkirina mirovan.

Wer xuya ye, îslamiyên Kurdistanê heta bi rêbaza neqşebendî li nav xelkê singê xwe nekutin û îslamiyên tundrew ên bi ser şûr û mertalan têne welatî, di nav xwe de nehelînin, dê nikaribin bandorê li girseyên kurd bikin û doza neteweyî ya Kurdistanê gavekê bi pêşvetir bibin.

Neqşebendîtî ne tenê terîqeke îslamî ya tesewifî ye, nexêr; berevajiyê, ew rê û rêbazeke kurdewar a azadîxwaz e û bi tevn û tenvçinên xelkê kurd re gunciye û li ser vî binemayî reh û rîşalên xwe berdane.

Ji ber hindê, neqşebendîtî di heman demê de kurdînî ye.               

Ji ber vê jî, ji bo dizaynkirina civaka kurd a nû, ne Hizbullaha Îranê ne jî Îxwana Ereb û Tirkan, divê kurd rûnê xwe Ii nanê xwe bisûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi