Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurdî zimanekî ‘mucîzewî’ ye

Kurdî zimanekî ‘mucîzewî’ ye

Roja yekşembiyê (24ê mehê) em li Batmanê bûn. Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê bi navê “Di Zimanê Kurdî de Nêrînek li ser Romanê” semînerek ji bo me li dar xist.

Piştî heyameke bi sir û serma, şilî û barîn dibêjî qey mizgîniyê biharê dide, rojeke tavgeş, heta bêjî xweş û dilron me xwe li Êlihê dît.

Bi beşdariyeke têr, axaftin û sohbeteke germ semînera me pêk hat.

Li vir spasiyên xwe li amadekarên vê semînerê dikim.

Li wê derê hin anekdot bi me re peyda bûn, dixwazim di bin çend serenavan de bi we re parve bikim.

Di serî de dixwazim bêjim ku zimanê Kurdî weke hemû zimanê cîhanê zimanekî xweş û xweşik e, ji vê wêdetir, ligel zext û pişaftina temendî 90 salan hê jî zindî û geş e. Ev mucîze ye, dêmek dem hatiye ku gelê Kurd rabe ser sehneya dîrokê.

Kurd di dîroka 5 hezar salî de ku heta îro berdest bûye û em pê dizanin –Dibe ku dîroka mirovahiyê gelekî kevintir be û hêj ji bal me ve zal û zelal nebûye- 2-3 hilpeşkînên Kurdan hene.

Yek, dema ku Asûriyên dagirker talana gelên Mezopotamyayê radikin û nîrê zilmê li ser stûyê mirovahiyê dişidînin, siwarên rojhilatê Nînovayê Medî di bin serkêşiya Keykuwas de Kurd dawî li zilm û zordestiya sedsalan tînin û bereyekî nû li dîroka mirovahiyê vedikin.

Û çend rabûnên dî yên weke vê hene. Di van rabûnan de hinan Kurd pale bûne, hinan jî serkêşî kiriye lê di dawiyê de rola jinûve dizaynkirin û jinûve nivîsandina dîrokê bûye para Kurdan.

Kurd tim li aliyekî wê bûne.

Heta îro, vê sedsala borî, berê li Qesrê Şîrîn di navbera Tirk û Eceman de, pişt re li Lozanê li ser sêla Rojava hatin pêşkêşkirin û welatê wan parçe parçe kirin û di nav 4 dewletên zalim ên dagirker de lêk belav kirin.

Niha rabûn û pişkîneke nû ya Kurdî li dar e.

Fêkî li ber gihîştinê ye û bi vê mucîzeya têkneçûna ziman û aqilê Kurdî, we reng e karê Kurdan bi dîroka bêbext a însanîyetê re neqediyaye.

Kurd dê dîsa rabin û serkêşiya kirasekî nû yê Rojhilata Navîn bikin.

Ziman û edebiyat, muzîk û sînemaya Kurdî jî, bi biqedrbûna û birûmetketina wan re hêja û bilindtir bibe û bi nirx û qîmet bûbe.

Rojên serfiraziyê gelekî nêzik in.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
  • Welat Semsûr / 25 Şubat 2013 Pazartesi 18:21

    wey keké ömer te qala zimané me kir ji boy wé ji disa dilé min keliya mina biroşa qetrané ku li ser kizota dara benavé dikele. belé zimané me kurda pir xweşe, pir şirine, pir rengine, pir zelale, pir kubare, pir onavdare, pir lawe, pir kûre, pir girane, pir nazike, pir mucizewiye. bi rasti ji ez gelek zimané xwe hez dikim.

    Yanıtla (0) (0)
  • hawî gezaveti / 26 Şubat 2013 Salı 00:21

    Naveroka nivise re tişteki nabejim le nivis di nav malperek wisa de hinek demdemi an sinede sekiniye... Gelo derfet tune ku ev malper xweru bi kurmanci weşanen xwe berdewam bike..Tene tatel dikim..

    Yanıtla (0) (0)
  • zımano / 02 Mart 2013 Cumartesi 12:26

    Ben bu yazıyı okuduğum zaman kendimden nefret ettim buşuna 22 yılımı doldurmuşum neden mi ana dilim kürtçe dir ve ve ben bu yazıyı tam anlamadım beni dilim den bu kadar uzaklaştıran zihniyeti kınıyorum.sözü mü bir türk yazarının sözüyle bitirmek istiyorum cem meriç kendisi kitap okumaktan gözlerini kaybetmiştir şöyle diyor kendisi : dil kabustur kabus namıstur kabusunu kaybeden namusunu kaybeder! Tarih hiç bir şeyi affetmez bana bunu yapanlar inşallah onların da başına gelir.....

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi