Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurd; Spor, Diyarbekir, Newroz û...

Kurd; Spor, Diyarbekir, Newroz û...

Bo sernaveke weha qelew peyda bikim, bawer bikin, min qet xwe newestand. Hema sê sernav ji rojevê neqandin û anîn bi dûvê peyva “kurd” vekirin, va ye ji min re mijareke nivîsandinê peyda bû.

Jixwe, mirov ji kîjan êşê binale, her li dora wê digere; a min jî, a me jî, êşa herî mezin jixwe hema her ji kurdbûna me bi xwe ye...

Ango,

Heke tu kurd bî, wekî ku navenda vekêşka cîhanê be, hemû ‘pirs û pirsgirêk’ tên bi te ve dizeliqin.

Jixwe ma ne, em bi xwe navê xwe bi ‘pirs û pirsgirêkê’ tînin ser ziman; pirsgirêka kurd, kurdê bi pirsgirêk!?

Ev ‘pirs û pirsgirêkên’ ku ‘encama’ dîrokeke bextreş in, wekî çulmê şeytanokan bi mirov vedinûse û jê naçe...

Di vê çarçoveya pirs û pirsgirêk lê bûne dûvikên ‘kronîk’ de, der barê hin rûdan û qewmînên vê dawiyê de dixwazim çend tiştan li vê derê ji kîsê xwe darêjim.

Pirsa sereke: Kurd û spor û di vê biyavê de jî Diyarbekirspor û tiştine lê qewimîn gava mirov hema bi çavekî serve serve jî lê dinêre, dibîne ku kurd û kurdbûn di her tiştî de bi dûvikê ‘pirsgirêkê’ ve tête pêş û wekî striyekê di çavên me re diçe...

Piştre, em radibin rûdinin; dinijinin û diherifînin lê dîsa tênagehin ka ‘çima’ wisa dibe û çima dîzka me ((behs jê kurd in)) dîsa di destê me de dişikê!?

Naxwazim çu teoriyên komployê li vê derê pal dim hev û ji navê hin seran jê bibime derê, na na, qet hewce nake...

Jixwe di vê pêla ku ‘kurdên me fêrî nexweşiya paranoyayên kesnenedîtî’ hatine kirin, de, qet û qet pê nevê ku ez jî kevirekî bavêjim binê bîrê û paranoyayeke dîtir li dûv destika wê vehûnim...

Tenê, ez dixwazim, em pêkve di nav gêregeranka hişê xwe de avjeniyeke kurt û bêwestan bikin û hin ber û berikan bidine ber hev...

A yekê; Spor, nexasim futbol, di vê serdema îro de bo nasîn û xwenasandina milet, netewe, alî, îdeolojî û her awayê rêxistinkirinê çekekî gelekî berdest, bikêrhatî, bi tesîr û a herî girîng jî xwedan kirasekî medenî û şaristanî ye. ((Hevsarê vê çekê di destê sermayeya serdest a kapîtal de ye helbet))

Gelek tiştên ku tu yê nikaribî bi bizav û hewldana bi salan bibî serî dikarî bi ser futbolê, di demek kêm de hem bibî serî hem jî ‘refleksekê’ ku refleksa herî dînamîk a civakê ye (profîla alîgir û terefdaran binêrin) pêk bînî.

Bo vê jî, zû bi zû nayê xwestin ku KURd di vê deryayê de avjeniyê bikin... Mînaka Diyarbekirsporê li ber çavan e: Xasma, -bi qewlê çêlekeke rîxo hemû garanê diherimîne- belkî hin terefdarên bi rastî jî ne Diyarbekirsporî, hişt ku li çepera ku Diyarbekir gelekî mafdar bû welê bikin ku ew neheq bibe û bibe qurbanê ‘ehmeqiyê’

Pankartên derbarê Bursasporê de, -min di televizyonan de dîtin- qet û qet hêjayî Diyarbekirê nebûn û bi vê helwesta xwe, Diyarbekirspor li şûna ku bibe Barcelonaya kurdan, ez jî tê de, mixabin gelek kurd ji xwe sar kirin... Bo ku bikaribe bibe Barçaya kurdan, berî her tiştî divê du tiştan têkilî hev neke; Futbol, leyîzek e, a dîtir jî, futbol ne tenê li dûv bazdana garankî ya 22 kesên anva mêrgeke hêşîn a xwarê û jorê ye, futbol, çand û kultureke medenî ye.

Bo ku tu bikaribî bibî Barçaya kurdan; divê tu xwedan jêrzemîneke darayî û zanayî ya vê bî. Mixabin Diyara me ya keskesor; pir zû bû qurbanê kaprîsên Bursasporê û bi xêra wê dibe ku îsal Bursasporê bikin şampiyon jî...

Kî bi ser ket!?

Helbet, qusûra min nenêrşn lê ez dîsa dê bim, ‘ehmeqî’ û divê demildest futbol nava me kurdan de ji ehmeqiyê bête xilaskirin û ji çanda qirixî û berdoşiyê ber bi çanda terefdariya rast û bi her awayî gel tîma xwe ve bête birin...

Terefdarê rast, ew e yê pêşeroja tîma xwe difikire û wê bilind dike: Tîm, bi terefdaran hene... Diyarbekir hêj jî dikare bibe Barcelonaya Kurdan; bo vê jî, divêt hinekî rovikên xwe paqij bike!...

Lê, ez bêyî ku vê rastiyê destnîşan jî nekim naxwazim biçim: Gelo ev sûcdariyek e? Naxêr, hezar caran nexêr; ev dîmen giş encam in, encamên rik û hestyariyeke zêde zirav a milletên bindest. Ev giş refleksên bindestiyê û tepeseriyê ne...

Lê futbol, heke bi rastî jî rola xwe bileyîze; dikare xwînê rawestîne û miletan li hev bîne... Li şûna top û bimbeyan li hev bibarînin bila golan li hev bibarînin hemû însanetî...

Di vê hengameyê de, qoşxaneya siyasetê wekî girara ser bizotên dargûzê, dikele û pêşnûmayên ermenan li Ewropa û DYA’yê, pêşnûmayên zarokên keviravêj ên TBMM’ê û di nav vana hemûyan de pêketina agirê Newrozê...

Dîsa bihar xwîna mirovî dikelîne...

Lê hêviya me ji Xwedayê mezin, bila ev bihar çu dil û hinavan neşewtîne, agir bila tenê bi serê find û şemalkan bo ronahîya miletan pêbikeve û bila li şûna topan golan bavêjin hev însan...

Bila...

Çipkeke dîtir tenê ya xwîna çi kesê neyête rêtin!...

Bihar, bi biharê xweş e; xweşî bi newrozê hêj xweştir e, newroz jî bi azadî û biratiyê ronîtir e!...

Bi hêviya rojên biharîn ên tijî mizgînî;

NeWroza we pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi