Keleha Dimdim: Hekarya

Nizanim efsane bi milletê xwe têne nasîn an millet bi efsaneyên xwe, nizanim efsane encameke konjuktûrel in an konjuktûr encama efsaneyan in lê rastiyek heye, miletan an binîşê xwe gihandiye pîrozmendiyên semawî û pê hatine girêdan an jî rehên xwe li ser efsane û mîtolojiyan danîne.

Kêm zêde efsaneyên milletan dişibin hev. Yanî, di jêrhişa her milletî de ‘keleheke asê ya berxwedan û lehengiyê’ heye û ev bi riya efsane û çîrokan (îroyîn bi riya fîlmên karton) li hişê zarokan tê nikirandin û piştre dîroka wî gelî li ser tête dariştin.

Wek gelekî aryanî em kurd jî bi mîta Rostemê Zal çavê xwe bi jiyana xeyalan vedikin û pê re pê re hesta me ya aydiyetê dinijine.

Rostem, ji ber ku efsaneya hemû  gelên aryanî li gel me kurdan a faris, belûc, tacîk û peştû û afxanan e jî, wekî mîteke rojhilatî ye û wisa hatiye qebûlkirin.

Piştî vê kurtepêdaçûnê  niha jî em vegerin ser mijara xwe û bîr û boçûna xwe bidine derê. A rast, min dil hebû vê gotara xwe li ser mijareke wêjeyî bidarêjim lê van helkeftên van rojan fikra min guhart.

Malûm e, bi girtina DTP’ê re qelpeke mezin li siyaseta Tirkiye û Kurdistanê ket.

Bifikirin, ev ji du hefteyê zêdetir e, bajarek tevî navçeyên xwe li ser piyan e. Sedem çi be ez li wê yekê napirsim, a ji bo min dibe mijar ew e ku ev du hefte ne ‘nifşek’ li bajarekî li ser piyan e.

Nifşek (nifşê ji 90ê û pê ve) wekî efsaneyan di ber xwe dide û li hemberî agir û kuştinê di kolanên teng û berteng ên bajarê ku ji bajarekî bêhtir dişibe şaroşkeyekê li ber sînga panzêr û tangan di ber xwe dide. Du hefte ne, darebeyên dikanên bajarekî dadane û du hefte ne, her êvara vî bajarî bi guleyan ronî dibe û bi dengê teqteqa lêkdanan xewa şevan li çavên zarokên sava yên berşîr direvîne.

Van du hefteyên Colemêrgê berxwedana Keleha Dimdim a Xanê lepzêrîn anî bîra min. Gelo, ma miletek û bajarek ew qas jî dişibe efsaneyên xwe?!

Dêmek ‘efsane’ jî rast in.

Dêmek Kamelota Îngilîstanê, Tîbeta Çînê, Ribada Fasê çi be, Hekaryaya Kurdistanê jî ev e. Bala xwe bidinê ez nabêjim Colemêrg, çimkî, Colemêrg tenê navê navenda bajêr e, lê Hekarya navê wê herêmê ye. Hekarya ew dever e ya ku ji çiyayê Artûşa Westanê dest pê dike heta Kato-Tenînan, Nêrwe û li çiyayê Govendê vedigere.

Taybetiya vê deverê jî  ew e ku sertanser bi çiya û kûstan e. Warekî asê û asî ye.

Kî çi bibêje bila bibêje îro Keleha Dimdim Hekarya bi xwe ye. Ev hêrs û kesera azadiyê ya vê deverê ew çend keliyaye, ew çend bijiyaye, êdî di her rûdanê de li herî pêş in.

Nizanim sosyolog vê refleksa Hekaryayê dê çawa binirxînin û bi kîjan sedeman ve girêdin, lê tiştekî baş dizanim ku êdî Dimdim li ser piyan e.

Hema ya ji me re dimîne, em dîsa stranan li ser bibêjin:

“Hay Dimdim e hay Dimdim e, hewaro Mîro Dimdim e

Top ser topê  gurme gurm e, rom û ecem hatin ser me!”

Xwedê ‘aqilê hevpar’ vê carê bi ser bixe!     

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum