Îslamiyên Kurdistanê û doza kurdî

Van rojan, li Rojhilata Navîn guhartinên mezin ên bi serhildanên “yasemînî” dest pê kirin û pêl bi pêl Bakurê Efrîkayê û welatên erebî dane ber xwe, hişt ku hemû xelk û welatên li vê cografyaya “îslamî” ya “kesk û zer” hesabên xwe bikin û li gorî wê pozîsyona xwe diyar bikin.

Çimkî êdî “hirç” aşkere bûye, hewceyî bi lêgerîn û şopandina “dewsê” nemaye.

Welatê me Kurdistan jî di vê hengameya guhartinê de bivê nevê li keviya helheftan e û ew jî, li gorî rewşa konjunkturel a cîhanê, li ber “dîzayna nû ya Rojhilata Navîn” li nasnameya xwe digere.

Aktorên bingehîn ên vê guhartinê, li Tirkiyeyê di bin serkêşiya PKK û hêza wê ya “legal” BDP –“Bloka Kurd û Dostanê Wan” û KCD-DTKê de tê birêvebirin.

Vê gavê aşkere ye ku li ser sehneya siyasetê aktorên berbiçav ev hêz in.

Bi awayekî de fakto di bin serkêşiya KCDê de hêzên kurd û Kurdistanî wekî eniyeke hevbeş têne damezirandin û behsa avakirina “Parlamentoya Kurdistanê” tê kirin.

Bi kurt û kurmancî, di dem û heyameke weha de, berî bi hefteyekê li Ameda paytexta Kurdistanê, înîsiyatîfeke “kurdên oldar” di civîneke şêwrê de, li hev kom bû.

Ez jî wek “çavdêrekî serbixwe” di rûniştineke vê civînê de amade bûm. Min li axaftinan guhdarî kir û xwest jê fêm bikim ka tê xwestin “helwesteke çawa bête nîşandayîn”

Ez wekî “kurdekî serbixwe”, tevgerên Kurdistanê hema bêje hemûyan ji nêz ve nas dikim û gava mijar dibe “çarenûsa vî gelî” bê hemdê xwe bala min diçe ser mijarê.

Wekî ku aşkere ye, li bakurê Kurdistanê, ev demara dînî bi salan ji aliyê dewletê ve di bin navên cuda cuda de gelek hate suîstmarkirin. Di encamê de, salên 1990-2000 gelek bûyerên diltezîn ên “kontrawarî” qewimîn û destê bira di xwîna birayî de çû û mixabin “kurdan kurd li ser navê dîndariyê kuştin” û paşê aşkere bû ku li pişt vana destekî tarî yê dewletê hebû.

Piştî ku salên 2000î û pê de, “îslama nerm” di bin banê hin cemaet û partiya AK Partiyê de li Kurdistanê hate şûna “kontrayê”, bi ser navê azadî û temînkirina mafên kurdan, “biratiya dînî ya ummetî” vê carê jî bendê bindestiyê yê di stûyê kurdan hatibû alandin, pirtir şidandin û vê carê jî ev polîtîkaya han, ji bo jêkvekirin û têkbirina “neteweya kurd” hate geşkirin –mixabin hê jî ev polîtîka li dar e û prîmê jî dike.

Handîkap û gêjgerînka herî mezin a kurdên îslamî, ew bû ku nekarîn xwe ji “dûvikê pan-îslamiya –turk-îslam senteziyê- vekin” û nekarîn li Kurdistanê dînî ji nû ve “şîrove” bikin û mafên kurdan ên heq û xwedayî, bibînin.

Ji tirsa ku dê “îmana wan ji ber kurdîniyê bikeve xeterê û dilê birayên misliman ên tirk bê şikandin” kurdînî wekî “bêdînî û nîfaq” dîtin û nekarîn xwe ji vê “xwelîseriyê” rizgar bikin.

Di encamê de, dîndarên dilsoz ên kurd, di navbera xelo û celo de, azadî û biratiyê de, li “arafa” serşoriyê man û tenê karîn bibin sedem ku nîvişk bi nanê desthilatê bihusin. Bi bêdengî û mitbûna xwe Hedîsa Pêxemberê Me “Yê hemberî neheqiyê xwe mit bike, şeytanê lal e/bêziman e” pêpes û binpê kir û nekarîn di “doza kurd” de ta bi derziyê re bibin û qenebe “rastiya bindestiya Kurdistanê” ji xwe re jî îtiraf bikin.

-Di vê rûniştina şêwrê de, ez wer têgihîştim ku “îslamiyên Kurdistanê” bi vê birînê vesiyane û dixwazin dengekî wan jî di vê “dîzayna nû ya Kurdistanê” de hebe û ew jî wek “rastî û parçeyekî vê civatê” dixwazin xwêya wan jî di vê pêkhatina nû de hebe.

Ya ku ez têgihîştime, heta niha li Tirkiyeyê “çepgirî”, li Kurdistanê jî “îslamî” peregende û berbelav bûne û sedema vê jî ew e ku ne çepgirên Tirkiyeyê bi rastî digel guhartina Tirkiyeyê dilsoz bûne, ne jî îslamî digel avabûna kurdîniyê. Çimkî, reha çepgiriya Tirkiyeyê xwe digihand kemalîzma ku felsefeya avabûna vê dewletê li ser e, û ya îslamiyên kurd jî xwe digihand binîşê pêkvebûna bi îslamiyên Tirk û ava wan –mixabin- hê jî ji vê kaniyê tê.

Heke îslamiyên Kurdistanê bixwazin bi rastî li Kurdistanê bibin xwedan gotin û rola wan di avakirina vî welatî de hebe, diviya berî her tiştî xwe ji vê “handîkapa biratiya tenê bo birayê mezin e” rizgar bikin û bi her awayî xwe berdin nava kurdan. Diviya “bernameyên wan ên cidî û rasteqîne ji bo siberoja millet kurd hebin; Ew bername, yên aborî, perwerde, kulturî, siyasî û her warî bin, nexwe, ji bilî “teqlîdeke xirab û dûvikê hinekan” ez bawer nakim bikaribin rehên xwe berdin.

Ji bo vê, berî her tiştî diviya hin berlêvekirinên wêrek bikin, gavên wisa bavêjin ku bi çi awayî neyên rikberê çu hêzeke Kurdistanî û bi çi awayî rê nedin, dijminî û berberiya “birakujiyê” berevajiyê wê, divê di warê dahûnana projeyên avaker û Kurdistanî de, hevrikiyeke jîr û zîrek bikin.

Kurd êdî diviya hevdu wekî “ewên dîtir” nebînin û hemû reng û deng di vê konseptê de bigihêjin konsensûseke millî û li gorî wê pêngava xwe bavêjin.

Îslamiyên Kurdistanê jî, rengekî vê civakê ne. Diviya ev reng di proses û pêvajoya “pêkanîna kurdê nû yê azad” de, xwedan roleke çêker û berhevvehêner be. Diviya felsefeya bizavê li ser “tifaqeke Kurdistanî” bête danîn.

Min di rûniştinên vê şêwra ez behsa wê dikim de, hêvî dît û ez dilxweş im ku îro li bakurê welatê min, kurd, bi îradeya xwe têne ba hev û li ser pirsgirêk û meseleyên xwe diaxivin. Jixwe a bo me girîng jî, ew e ku êdî em bi derdê xwe biaxivin û em ji bo “çarenûsa xwe” biryara xwe “pêkve” bidin.

Heke em behsa “avakirina civakeke demokratîk” dikin, em mecbûr in, çand û kultur û seqafeta “pêkvejiyan û hevqebûlkirinê” ya tehamulê di nava xwe de pêşve bibin û li ser vê kulturê, civakeke pêşketî ava bikin.

-Ez di gel wê me ku em –behsa hemû kurdan dikim- diviya ji hev netirsin. Diviya em nehêlin, di înşakirina “kurdê nû” de xercê hin cemaetên patent “turk-îslam sentezî ne” (wekî cemaeta Fethullah Gulen û zaroka wê ya îktîdar AKP) ji yê cemaet û tevgerên kurdî zêdetir be.

Diviya kurd bi xwe civaka xwe ava bikin.

Înisiyatîfa “Bawer-Kurd” ku pêk tê ji pêkhateyên bawermendên Kurdistanî, heke dê doza kurd û Kurdistanê ber bi asoya “azadiyê” ve bibe, li vî milletî pîroz be!, lê heke dê wekî “fêqîyeke berwext” ber bavêje, ev ê bibe  travma û di hişê civaka me binişe.

Ev civak êdî neşêt “travmayên” nû yên bi êşên navxweyî tijî ye, ragire. Ji ber hindê, hêvîya me ji xwedan destpêşxerên vê bizavê ew e; Hûr binêrin, kûr birêsin, dûr bifikirin, paşî pêngava xwe bavêjin!...

-Bi hêviyên xweş! 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
7 Yorum